KORÎDOR (Romana Efrînê)

Jan Dost romannivîseke berhemdar e. Romanên wî yên bi kurdî ji dehan bihurî. Hinek romanên wî li bakurê Kurdistanê hatine weşandin, lê gelek romanên wî hêj li bakur nehatine weşandin. Romana wî a bi navê ”Korîdor = Romaa Efrînê” li Almanyayê di nav weşanên ”Sersera” de hatiye weşandin. Roman 152 rûpel e. Berga romanê rengîn e û bergek hunerî ye.

Romannivîser Jan Dost romana xwe îthafê/diyariyê zarokên kurd kiriye. Di destpêka pirtûkê de diyarî kiriye, gotiye ” Ji zarokên şer giyanên wan wêran kiriye re.”

Romana efrînê qalkirina bi reqereqa tifîngan li Efrînê berê ku ji alî artêşa dagirker a tirk ve were dagir kirin bi du rojan dest pê dike. Milîs û çeteyên îslamî bi artêşa komara kemalîst a tirkan ve êriş tînin ser Efrînê. Kamiranê Efrînî ku nexweş e bi xal, malbat û mirovên xwe ve û herweha û herweha bi daxwaza gelê runiştvanên Efrînê ve ji ber êrişê direvin alî başurê Efrînê.

Di dabeşa sernavê wê ”Hevnasîn” de êdî vebêj dibe Kamiran û ew dibêje ”Tu ji min re bibêjî Kamran. Vateya navê min jî kesê bextewar û serketî ye.” Vebêj Kamran ji xwe re bi tebeşîra xwe re diaxife. Tebeşîra texta reş ku li dibistanê xwendevan/talebe bi wê di texteyê reş de dinivîsin. Wek tê zanîn rahmetiyê Mehmet Uzun jî di romana xwe a bi navê ”Tu” de bi kêzikek re dipeyiviya.

Malbata Kamran ji vir dere wir, ji gund diçe navçeyê, ji navçeyê diçine navçeyek din, diçin bajarê Helebê û paşê ji wir jî diçine qampeka penaberan.

Di dabeşa sernavê wê ”Nameyên bavê min î revandî de” Kamran ji devê bavê xwe name dinivîse, ji diya xwe re dixwîne her weke ku bavê wî ew name şiyandiye. Paşê apê wî tê ji wan re dibêje ku; ”Bavê Kamran di Mincîbê de di nexweşxaneyê de ye. Sireke/razek Kamran heye ku ew wê ji herkesî vedişere. Ez jî vê raza Kamran ji xwendevanên vê gotara xwe vedişêrim. Bila meraq bikin ka gelo ev raz, raza Kamran çiye? Û bila vê romana Jan Dost bikirin û bixwînin. Di esasê xwe de divê xwendevanên kurd ên romanhez ne tenê vê romanê, tevahiya romanên Jan Dost bikirin û bixwînin. Li gor bîr û raya min hemû romanên Jan Dost û herweha romanên romannivîserên kurd yên rojavayê Kurdistanê hêjayê xwendinê ne. Min bi dehan romanên ango gelek romanên romannivîserên kurd yên rojavayê Kurdistanê xwendiye û ecibandiye. Hemû jî hêjayê xwendinê ne.

Jan Dost romanê bi çavên zarokek û bi vebêjiya vî zarokî daye rave kirin. Efrînê û efrîniyan, darên zeytunan, zilm û zordariya dagirkeran û Daîşiyan/Îşîdiyan, koçberî û zahmetiyên ku hatine kişandin, hemû tiştan bi devê zarokekî daye qalkirin û bi çavên wî dîmenên tabloyên hunerî kişandiye.

Digel Kamranê biçûk gelek tîp û fîgurên din jî û karekterên cur bi cur jî di romanê de hene. Wek mînak; Xalê Ne’so cirxweş, devliken û henûn e. Ew bi henekên xwe tirs û nearamiya yên din sivik dikir. Lê, çi heyf ku şervanekî dijminê gelê kurd Xalê Ne’so dikuje. Herkes li ber kuştina wî dikeve, darên zeytunan jî ji bo wî digrîn.

Di romanê de birayekî Kamran heye, navî Alan e. Min di serî de meraq kir ku gelo ev Alan Alanê ku di dema koçberiyê de, di keştiyê de, di nav deryayê de keştî diqelibe û gelek kes di nav avê de dixeniqin, dimrin, yek ji wan miriyan jî Alanê kurd e. Ava bahrê/deryayê cendeke wî diavêje qeraxê deryayê û rojnameyekî wêneya wî dikşîne û ew wêne di rojnameyên Ewropa û cîhanê de tê weşandinê û dibe bi nav û deng. Ew wêneya Alanê kurd di hişê min de bû û bi wê meraqê min romanê xwend.

Di romanê de zilm û xwînxwariya rûreş û pordirêjên Daîşê, mijara xirabiya şer, serpêhatî û koçberiya gel, pîrozî û jîndariya darên zeytunê bi devê Kamran bi awayê şêweya romanê û bi zimanekî edebî tê qal kirin.

Dema artêşa dagirker a tirk û çeteyên bi wan ve girêdayî êrişê Efrînê dikin û ew der zeft dikin, dagir dikin, ew Efrînê talan dikin.Bînêr rûpel 96. Di encama dagirkirina Efrînî de kurdên Efrînê, gundiyên gundên derdora Efrînê ji neçarî direvin, koç dikin, ji gundan û ji Efrînê derdikevin. Binêr rûpel 111/112.

Xelkê belengaz, gundiyên reben ku di bin çadirên spî de civiyane, di rewşeke jiyanek zor û zahmet de dijîn. Romannivîser Jan Dost projekta xwe li ser çadiran, di nav çadiran de digerîne û rewşa wan weke neynikê nîşanê xwendevanan dide. Roman dibe wek neynika jiyana wan a zahmet û koçber.

Di herçar parçeyên Kurdistanê de ev sed salin ku dagirker li hemberê netewa kurd şerekî qirêj, zilmeke nedîtî pêk tîne. Dema li Suriyê bi pîjvedan û alîkaria komara tirkiyê hêzên îslamî dest bi şerê navxweyî kirin, xwedêgiravî divê li hemberê sazûmana Baasê, desthilatdariya malbata Esad ango li dijê rejimê şer bikira, lê wan berê xwe dan herêma kurdan, navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê gulebaran kirin, dan ber top û debaban, bi tankan bombe kirin. Daîş û hemû çekdarên îslamî ên areb bi alîkariya dewleta tirkan li hemberê kurdan şer kirin. Şerê herî giran ne li Şamê, ne li Lazkiyê û ne li Helebê, li Kobanî, Efrîn, Hesekî, reqa û li mehleya taxa kurdan a li Helebê pêk hat şerê giran çêbû. Hêzên rejima Baas û hêzên rûsan jî çavên xwe girtin, rê dane hêzên artêşa tirk û çeteyên îslamî ji bo Efrînê û gundên derdorê dagir bikin.

Di encama wê şerê qirêj û êrişa barbaran/hovan de, ku dagirkeran û çeteyên areb ên îslamî li hemberê gelê kurd pêk anîn gelek kurd hatin kuştin. Gelekên wan bûn koçber, milet belawela bû. Malbata lehengê romanê, bavê Kamran ji alî Daîşa hov ve tê revandin. Bavê wî doktor e. Diya wî bi çar zimanan dizane, lal dibe. Xweşka wî tê kuştin û diya wî şoq derbas dike, lal dibe û êdî napeyive, xeber nade. Bi hezaran malbat li binê çadiran perîşan dibin.

Roman bi beşa sernavê wê ”Lehî” ye dawî dibe. Lehiyek avê radibe û kampa penaberan dide ber xwe û dibe. Ev beş beşeke balkêş e, manedar e, beşeke îronîk û alegorîk e.

Divê xwendevanên kurd vê romana Jan Dost ya li ser Efrînê û ya wî a li ser Kobaniyê û herweha romanên romannivîserên din ên li ser Kobanî û Efrînê bixwînin. Biqasê ku ez zanim 3, 4 romanên din ji alî romannivîserên kurd ên rojaavayê Kurdistanê li ser Kobanî û Efrînê hene, ew jî hêjayê xwendinê ne.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply