Ji Pall Weşanê Romana Orgazmên Ejdehayekî

Pirtûk: Orgazmê Ejdehayekî
Nivîskar: Vehêl Mihsin
Cure: Roman
Rûpel: 168 

Rêveberiyeke ku projeyên deryayî bo welatekî bêderya bi rê ve dibe. Rêveberekî ku vediguhere dîktatorekî. Xebatkarên ji bilî serhildanê çi rêyek li ber wan namîne.

Dîstopyayeke ku mîta Kaweyê Hesinger berovajî dike û ji nû ve şirove dike digel amajeyên bo gelek aliyên cuda yên civak û dîroka me. Orgazmên Ejdehayekî bi zimanê rewan û metelhêl ê Vehêl Mihsin, silaveke xurt dide romana kurdî.

“Tu… Erê tu, ewê çavên wî bi van peyvan ve pehn bûne, min behsa te ye xwandevanê vê pirtûkê, te çend derewên şîrîn li xwe kirine? Te çend rêkên dirêj yên li nava tariyatiyê hilbijartine li şûna meşîna li jêr ronahiyê, tenê da kes kirêtiya te nebîne? Eve danûstandinek e digel te. Erê, te xwe di nava dîwarên vê zîndanê da li çi qulaçan nedîtiye? Min divê pirsiyareka dî ji te bikim, ma tu nizanî dê ejdeha bê kuştin, wekî di hemî çîrokên dûmahiya wan xweş da tê gotin?Pa çi we dike tu zêdetir vê pirtûkê bixwînî? Eve min li vêrê gote te, çîrok bi vî rengî bi dûmahîk tê. Neçe li wan rûpelan negere yên risteya kuştina wî tê da tê vegêran.”

Edîtor: Înan Eroglu
Serrastkirin: Engin Ölmez
Berg: azado.mov
https://pallwesan.com/detail/193-orgazmen-ejdehayeki

Kurtejiyana Nivîskar:
Di sala 1989an de li bajarê Duhokê ji dayîk bûye. Ji sala 2007an ve nivîsên wî di kovar, rojname, malper û belovokên wêjeyî da belav ş bûne. Sala 2013an li bajarê Duhokê zanîngeh temam kiriye. Ji bilî Orgazmên Ejdehayekî, sê kitêbên wî yên din çap bûne: Derazînk di Ferhenga Pêngavan de (2010, helbest); Dê Rûbarekî Bikeme Kilîl, ji bo Vî Dergehê Bêwelat (2012, helbest); Dilopek Jehr (2014, kurteçîrok).

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply