Kovara navdar a Almanî cih da berhemên 45 nivîskarên Kurd

Kovara navdar a Almanî ya wêjeyî di hejmara xwe ya nû de cih dide berhemên 45 nivîskarên Kurd.

Hejmara 293yemîn a kovara wêjeyî ya Almanî Die Horen dê 20ê Adarê were belavkirin.

Kovara Die Horen ku ji sala 1955an û vir ve li seranserê Almanyayê her sê mehan carekê tê belavkirin, di hejmara xwe ya nû de cih dide berhemên 45 rewşenbîr, nivîskar û wêjevanên kurd ên li Kurdistan û diyasporayê dijîn.

Şaredarê berê yê bajarê Hannoverê Herbert Schmalstieg ku wekî dostê Kurdan tê naskirin û yek ji berpirsê vê hejmara kovarê ye, ji Rûdawê re axivî:

“Dema ez şaredar bûm ji ber nebûna rojname an jî kovareke edebî ya ku cih bidaya edebiyata Kurdî, xwestekek wisa hebû.

Di vê mijarê de daxwazeke mezin hebû. Ez û Tengazar Marînî heval in, eger ew nebûya îro ev nivîs dê nebûna.

Fikrên min hebûn û Tengezar jî di vê mijarê de bi biryar bû. Lê hin tişt hebûn ku min nikarîbû bi serê xwe bikim, wek mînak çawa gotaran wergerînim kurdî.

Paşê em bi hev re  bi qasî salekê li ser xebitîn.”

Tengezar Marînî karê berhevkirin û wergerandinê girtiye ser xwe

Helbestvan û wergêrvan Tengezar Marînî karê berhevkirin û wergerandina berhemên nivîskarên Kurd girt ser xwe.

Tengezar Marînî da zanîn ku wan xwest mozaîka li Kurdistanê di vê hejmara kovarê de bidin nîşandan û got:

“Me xwest ku cihêrengî û dewlemendiya Kurdistanê ne tenê di siyaset û hunerê de, lê di adetên xwe de jî nîşan bidin.

Ev mafê nivîskarên Kurd e. Ya duduyan, Kurdî gelek zarava hene û ne guncaw e ku tenê yekî tê de hebe.

Me hewl da ku em li gorî erdnîgariya Kurdistanê bi awayekî adil nêzîk bibin.”

Dosyayek li ser ziman û wêjeya Kurdî heye

Li gel xebatên wêjeyî û afirînerî, dosyayeke taybet li ser ziman û wêjeya Kurdî jî heye.

Di warê wênesaziyê de jî berhemên wênesazê Kurd Behram Haco ji bo kovarê hatin hilbijartin.

Herbert Schmalstieg herwiha got:

“Em dixwazin bi zelalî bibêjin ku divê Kurd neyên jibîrkirin. Zimanê Kurdî hebûna xwe didomîne û bi bextewarî gelek nivîskarên Kurd berhemên xwe li Almanyayê çap dikin.

Gelek pirtûk hene ku dikarin ji bo xwendinê werin pêşniyarkirin û divê bêne pêşniyarkirin.

Wek mînak eger em behsa Helîm Yûsiv û berhema wî ya 99 Morîkên Belavbûyî bikin, min ev berhem sersalê diyariyê gelek hevalên xwe kir.

Bandorê wê li hemûyan kir û bi vî awayî haya wan ji rewş Kurdan çêbû. Ez hêvî dikim ku ev çapa kovarê zêdetir bibe sedema eleqenîşandana Kurd û Kurdistanê.”

“Gelê Kurd girîngiyeke mezin dide edebiyatê”

Mamosteyê Zanîngeha Kolnê û Pisporê Ziman û Wêjeya Almanî  Prof. Dr. Christof Hamann ku yek ji weşangerên Die Horenê ye derbarê vê mijara kovarê de wiha got:

Die Horen kovareke edebî, hunerî û rexnegiriyê ye û bêguman edebiyat jî cîhanî ye, ne tenê Almanî ye.

Di salên berê de weşanên me yên taybet li ser wêjeya Swêdî û edebiyata Lubnanê hebûn.

Vê havînê jî dê çapeke me li ser edebiyata Ukraynayî jî hebe.

Dema ev mijar derdikeve pêş,  ev yekem ji hêla birêz Schmalstig ve hate kirin û me jî got ku ev girîng e.

Wî behsa behsa edebiyata Kurdî ya li Almanyayê û got ku li Almanyayê milyonek û 500 hezar Kurd dijîn û gelê Kurd girîngiyeke mezin dide edebiyatê.”

“Yek ji rêyên têkoşînê edebityat e”

Tengezar Marînî diyar kir ku divê Kurd ji bo pêşxistina çand û doza xwe bi gelek awayan têbikoşin û destnîşan kir ku yek ji wan jî edebiyat e û got:

“Girîng e ku mirov Kurdan bi edebiyatê nas bike, ne bi şer.

Hejmara 293yemîn Kovara Die Horenê ku berhemên wêjeyî yên 45 nivîskarên Kurd cih digire, dê di 20’ê Adara 2024’an de derkeve.

Şaredarê berê yê bajarê Hannoverê Herbert Schmalstieg herwiha got:

“Xweşbextane dê roja çapkirina vê hejmara taybet hevdem li gel Newrozê be. Kovar dê 20ê Adara 2024an derbikeve.

Di şahiya Newrozê ya Komeleya Kurdên Almanyayê de derbikeve pêşberê xwîneran.”

Rudaw.net

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply