Ji kurdan dizîn, pê kurd îşkence kirin!

Di twitterê de navnîşanek bi navê “Serhad Eyalet Lordu” heye. Ev demek e ew stranên kurdî ku dizîne û kirine malê tirkî dide ber hev, diweşîne, wan teşhîr dike. Heta niha wî eşkere kiriye ku Kiraç strana “Lê xanimê” . Serdar Ortaç strana Koma Wetan “Çahiltî” (1978) diziye kiriye “Cahil”. Her wiha ew dibêjen “Yaş Destani”diziye ya Celal Guzelses jî ji strana kurdî hatiye girtin ku qeydên wê li Amerîkayê derketin ku ev strana kurdî 100 sal berê hatiye gotin.
Û ya herî balkêş, ya ku hema bêje hemû kurd pê şaşwaş bûn îro hat eşkere kirin. Li gor “Serhad Eyalet Lordu” hunermendê tirk Mustafa Yildizdogan strana “Olurum Turkuyem” (Ez ji bo te dimirim Tirkiyeya min). Lord dibêje ku Yildizdogan ev ji straneke bi kurdî girtiye û kiriye tirkî, wekî “Olurem Turkiyem” weşandiye. Lord dibêje di sala 1986’an de Koma Qamişlo ev stran bi kurdî gotiye, Yildizdogan jî ev di sala 1993’yan de çêkiriye.
Heta niha gelek kurd dema hatine binçavkirin û îşkence bi wan hatiye kirin di fonê de jî ev strana “Olurum Turkiyem” dihat gotin.
Serhad Eyalet Lordu piştî di twitterê de ev her du stan li dû hev weşandin, pêre jî Yildizdogan etîket kir û jê pirsî, “Mustafa Yildizdogan tuyê daxuyaniyek bidî û raya giştî ya kurd û tirk zelal bikî?” Her wiha Lord li serv ê yekê wisa got: “Ligel ku Yildizdogan di twitterê de çalak e jî bersiv nade. Ez texmîn bikim ku wî çawa xwe gihandiye ev strana Koma Qamişlo: Ew bi xwe ji Konya ye, wekî tê zanîn li Konyayê gelek kurd hene û gundê wan cîranê gundên kurdan e. Yildizdogan leşkeriya xwe li Semsûrê kiriye. Gelo li Semsûrê karî xwe bigihîne vê strana bi kurdî? Birêz Yildizdogan ger di texmînên min de xeyatek hebe rast bike.”
Hin stranên ku Serhad Eyalet Lordu di twittera xwe de rêz kirine ku orjînala wan bi kurdî ne lê kirine tirkî ev:
– Strana Hesen Cizîrî “Bejna keçikê” kirine “Evrelirini Onu Yonca” û wekî strana tirkmenan nîşan dane.
– Dilpeşîranim a Mihemer Şêxo kirine “Bir fincan kahve olsam”
– Strana “Hepimiz Kardeşiz” (Mahsun Kirmizigul gotibû) ji strana Rojhilat Horasan hatiye girtin.
– Nihat Dogan strana kurdî “Selîmo” girtiye kiriye a xwe.
– Îbrahîm Tatlises, Îzzet Altinmeşe, Burhan Çaçan, Berdan Mardînî gelek ji kurdî girtine kirine tirkî.
– Alişan muzîka strana Hesen Zîrek (1921-1972) girtiye bikar aniye.
– “Ankara Marşi” ji Seîd Cizîrî hatiye girtin.
Navînaşan Serhat Eyalet Lordu ya di twitterê de ev e: https://twitter.com/eyalet_lordu

Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply