Rojiya Sinnet

Rojiya Sinnet, her rojî ye ku însan bi niyeta nêzî Xuda Teala bibe, radibe wê digre.

Di rojiya sinnet de fezîleteke mezin û sewabeke zehf heye.

Hedîsa qudsî de, ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, dibêje; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: “Her karê kurê Adem jê re tê zêdekirin, hesenetek bi deh sewaban zêde dibe, heta bi heftsedan jî zêde dibe. Xuda [ezzewecelle] gotiye; «Lê rojî na! Lewra ew ji min re ye û ezê mûkafata wê bidim» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).

Hinek roj hene, rojî-girtina wan sunnet e

  1. Şeş roj ji meha Şewalê ne.

Lewra pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, rojiya Remezanê bigre, paşê li pey wê şeş rojan ji Şewalê jî bigre, dibe her wekî rojiya salewext.» (Mûslim rîwayet kiriye)

>Hîç ferq nake; çi mirov wan rojan li pey hev bigre, çi jî wan ji hev cuda cuda bigre.

  1. Neh roj ji serê meha Zîl-Hiccê ne

Lewra pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye:
«Ti roj nîn in ku emelê salih di wan de li cem Xuda ji van deh rojên Zîl-Hiccê hezkirîtir be.” Me jê re got; ya pêxemberê Xuda! Ma cîhada di rêya Xuda de jî bi qasî wan ne hezkirî ye? Pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: “Cîhada di rêya Xuda de jî ne bi qasî wan hezkirî ye; lêbelê cîhada wî zilamê ku bi canê xwe û malê xwe di rêya Xuda de derkeve cîhadê û bi tiştekê ji wan venegere, ew ji wan hezkirîtir e.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Sunnet e, mirov di wan deh rojan de zehf zehf îbadetê bike, zikrê Xuda, bike, laîlaheîllellah bibêje, Qur’anê bixwîne, sedeqeyan bide û rojiya wan jî bigre, lêbelê roja îdê na, lewra rojî-girtina wê heram e. Ji van rojan jî ya zehf xêr e mirov têde xêran bike û rojî bigre, roja Erefê ye, lê ne ji bo mirovê namzedê hacîtiyê be. Roja Erefê jî roja nehê Zîl-Hiccê ye.

Lewra pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rojiya roja Erefê, ez ji Xuda hêvîdar im ku ew pê sala beriya wê û sala piştî wê jî bide efûkirin.»(Mûslim rîwayet kiriye)

  1. Rojiya Aşûrayê ye

AşûraRoja Aşûrayê, roja dehê meha Mûherremê ye.

Lewra pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rojiya roja Aşûrayê ji Xuda hêvîdar im ku ew sala beriya xwe dide efûkirin.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Sebebê rojiya wê ev delîla ha ye: Ji Ebdûllah kurê Ebbas [Xuda jê razî be] hatiye riwayer kırın, gotiye; «Dema pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] hate Medînê, wî cihû dîtin ku roja Aşûrayê rojî digirtin, wî got; “ev çi ye?” Jê re gotin; ev rojeke qenc e. Ev, ew roj e ku Xuda têde Benû-îsraîlî ji dijminên wan xilas kirine, Mûsa rojiya wê girtibû. Pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got; “ez ji bo Mûsa ji we lipêştir im.” Wî jî rojiya wê girt û bi rojî-girtina wê jî ferman kir» (Buxarî rîwayet kiriye)

Her wiha rojiya roja nehê jî mûsteheb e. Lewra di rîwayeta Mûslim de warid bûye, ku, gotiye; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Heke ez heta sala werê sax bimînim, ezê roja nehê jî rojî bigrim.» (Mûslim rîwayet kiriye)

  1. Rojên sipî ji her mehê.

Rojên sipî:Ew roja sêzdehê, çardehê û pazdehê her meha erebî ye. Çima ji wan re “rojên sipî” hatiye gotin? Lewra şevên wan ji ber tava heyvê sipî ne.

Lewra ji Ebdûlmelik kurê Minhal, wî jî ji bavê xwe rîwayet kiriye, gotiye; ew bi pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re bû. Wî got; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi rojî-girtina rojên sipî ferman dikir û digot: «Ew rojî-girtina salewext e.» (Îbn Hibban rîwayet kiriye)

  1. Rojiya herdu rojên duşem û pêşemê ji her hefteyê ne.

Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Emel, rojên duşem û pêşemê li min tên erzkirin. Ez dixwazim dema bi rojî bim, emelê min were erzkirin.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

  1. Rojiya rojekê û xwarina rojekê

Çêtirîn rojiya sinnet, rojiya Dawud [silavên Xuda lê bin] e; wî rojekê rojî digirt û rojekê jî rojî nedigirt.

Ji Ebdûllah kurê ‘Emr [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Rojiya ku Xuda zehf jê hez dike, rojiya Dawud e; wî rojekê rojî digirt û rojekê jî difitirî.» (Nesaî rîwayet kiriye)

  1. Rojiya meha Mûherremê ye

Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Çêtirîn rojî, piştî Remezanê heyva Xuda Mûherrem e.» (Mûslim rîwayet kiriye)

  1. Rojiya meha Şabanê ye

Pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi qasî ku di Şabanê de rojî digirt, wî di ti meheke din de ewqas rojî nedigirt.

Lewra ji Usame kurê Zeyd hatiye rîwayetkirin, gotiye; min got; “Ya pêxemberê Xuda! Min tu nedîtî ku bi qasî tu di Şabanê de rojî digrî, di meheke din de ewqas rojî bigrî, ev ji ber çi ye? Pêxemberê Xuda got: «Ew meh, însan di navbera Receb û Remezanê de jê xafil dibin. Ew meh, têde emel hildigerin jorê, diçin hizûra Xudayê alemê. Ez hez dikim ez bi rojî bim û emelê min bi jorê ve were bilindkirin.»
(Nesaî rîwayet kiriye)

Herçî ew qedexekirina rojiyê ye, ewa ku di hedîsa pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de warid bûye: «Dema Şaban bi nîvî bibe, heta Remezanê rojî negirin!» (Îbn Xuzeyme rîwayet kiriye)

Mirov dikare wê bi du awayan şîrove bike; ew texsîskirina nîvê paşiyê ji bo rojî girtinê ye. Yan jî ew bi hev û din ve nekirina Şabanê bi Remezanê ve ye.

Naxwe ew kesê ku di serê şabanê de rojî bigre û dawiya wê ji bo rojî-girtinê texsîs neke û wê negihîne Remezanê jî, di rojî girtina wî de ti tengasî nîn e.

 

Ew rojên ku rojiya wan heram e; ew rojên ku rojiya wan mekrûh e

Ya yekê: Ew rojên ku rojî-girtina wan heram e

  1. Rojiya rojên herdu îdan heram e.

Lewra ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] rojiya rojên herdu îdan: Roja qurbanê û roja Fitrê qedexe kirine. (Mûslim rîwayet kiriye)

  1. Rojiya rojên Teşrîqan; ew her sê rojên piştî roja îda qurbanê heram e.

Lewra pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Rojên Teşrîqan rojên xwarin û vexwarinê ne» (Mûslim rîwayet kiriye)

Lêbelê ji bo mirovê hacî rojî-girtina wan durust e; dema ew mûtemettî be, yan mûqarin be û qurban jî bi dest wî neketibe.

Lewra Xuda Teala gotiye: {Ewên ku nikaribin qurbanekê serjê bikin, bila sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegeriyan malê xwe bi tevayî deh rojan, rojî bigirin}[Beqere, 196]

  1. Rojiya roja şekê heram e. Ew roja sihê şabanê ye. Dema şeva wê şeva biewr û toz be, dîtina heyvê asteng bike.

Lewra gotina ‘Emmar [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Kî roja şekê rojî bigre, ew li hemberî Bavê Qasim [dirûd û silavên Xuda lê bin] rabûye.» (Tirmizî rîwayet kiriye û gotiye; hedîseke hesen û sehîh e)

Ya duduyan; ew rojên ku rojiya wan mekrûh e

  1. Rojî-girtina meha Recebê bi tenê mekrûh e.

Lewra mezinkirina meha Recebê şîarek [sembolek] ji şîarên serdema cahîliyetê ye. Naxwe rojî-girtina wê bi tenê jî dibe saxkirina şîarên ehlê serdema cahiliyetê.

  1. Rojî girtina roja înê bi tenê jî mekrûh e.

Lewra rojî-girtina roja înê bi tenê hatiye qedexekirin.

Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Bila yek ji we roja înê bi tenê rojî negire. Lêbelê heke ew beriya wê rojî bigre, yan jî piştî wê rojî bigre, hingê ew xem nake» (Mûslim rîwayet kiriye)

Lêbelê heke ew beriya wê û piştî wê jî rojî negire, lê rojî-girtina roja înê li rojî-girtina adeteke wî rast were, hingê rojî-girtina wê ne mekrûh e.

  1. Wîsal jî mekrûh e.

Wîsal ew e; mirov rojiya rojekê -bêyî îftarkirin di navbera wan de- bigihîne rojiya rojeke din. Lewra pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] wîsal qedexe kiriye.

Ji Ebdûllah kurê Ûmer [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] wîsal qedexe kiriye. Sehabiyan jê re got; tu jî wîsalê dikî! Pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wan re got: «Ez ne wekî we me; lewra xwarîn û av û av vexwaribe ji min re tê dayîn» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Hişyarî û areste

  1. Divê misliman di îbadetê xwe de xwe pêbendê şerîeta Xuda be. Naxwe bila ew, wan rojên ku Xuda rojî-girtina wan qedexe kiribe, rojî negre. Bila ew rojiyekê di hinek rojan de peyda neke ku pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî rojiya wan texsîs nekiribe. Her wekî rojiya 27ê Recebê, yan jî rojiya nîvê şabanê.

Lewra pêxemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî di vî dînê me de tişteke ku ne jê be, peyda bike, ew jê qebûl nabe» (Mûslim rîwayet kiriye)

  1. Divê misliman xwe ji mezinkirina şîarên kafiran dûr bigre. Divê ew rojeke ku kafir wê mezin didêrin, bi awayekî xusûsî têde îbadetê neke û rojî negire.

 

Rojî di nêrîna Tibbê de

Rojî ji bo dermanên cildî bi feyde ye. Sebeba wê jî ev e; ew rêjeya avê di nav xwînê de kêm dike, tavilê rêjeya wê di çerm de jî kêm dike. Kêmbûna wê jî asêbûna çerm û berxwedêriya wî li hemberî mîkrop û nexweşiyên mîdeyî yên mîkropîk xurt dike.

ku.islamkingdom.com

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply