Hiqûqa Bazirganiyê

Hiqûqa Bazirganiyê, yek ji şaxên hiqûqê ye ku ji hukmên li ser bûyerên nirxê bazirganî dihewîne tê sepandin; bi gotineke din binşaxeke hiqûqê ye ku tevahiya mewzûata têkildarî bazirganiyê girtiye nav xwe. Ev cureyê hiqûqê têkiliyên bazirganî yên di navbeyna takekesan de birêkûpêk dike.

Mijara Hiqûqa Bazirganiyê Li ser diyarkirina mijara hiqûqa bazirganiyê guftugoyên dirêj hatine kirin, ji ber vê têgeh û pergalên cuda cuda derketine. Ev pergal ji bo vegotina sînorê hiqûqa bazirganiyê têgehên cuda bikar tînin. Ji van pergalan yên sereke ev 4 rêbazên jêr in: – Pergala subjektîf, mijar û sînorên hiqûqa bazirganiyê ji ser sujeya kiryarên ‘ticar’ re dide diyarkirin. – Pergala objektîf, pergaleke bertekan e, bertekên civakî. Bingeha wê ‘kiryara ticarî’ ye. – Pergala kargehî, di sedsala 20. de derketiye. Destpêka pergalê kargeha bazirganî ye. Bi taybetî ji aliyê hiqûqnasê Îtalî Vivante ve hatiye parastin, qanûndanêr mane bin bandora vê nêrînê de û Qanûna Şareyî ya bi mêjûya 1942’ê jî di bin bandora vê nêrînê de hatiye amadekirin. – Pergala têkel, jî van pergalan yeko yeko têr nabîne. Ji ber vê hindê gava sînorên hiqûqa bazirganiyê diyar dike, di gel ku giranî dikare bê guhertin, ji hersê têgînan ticar, kiryara ticarî û kargeha bazirganî sûd werdigire.

Têgehên Hiqûqa Bazirganiyê Têgehên giştî yên vê hiqûqê di bin van sernavan de kom dibin; bazirgan, kargeha bazirganiyê, tomara bazirganî (trade register), nasnava bazirganî, hevrikiya neheq, lênûskên bazirganî, hesabê berdest, acentatî, hevkariya bazirganî. Em ê di vê nivîsa xwe de qala kurtedîroka Hiqûqa Bazirganiyê bikin, ev sernav wê bibin mijara nivîseke din.

Kurtedîroka Hiqûqa Bazirganiyê Ji çar dewrên bingehîn pêk tê. 1-) Qirnê Berê Wilê tê zanîn ku rêzikên taybet ên yekem ên têkildarî kiryarên bazirganî di salên B.Z. 1770’an de ji hêla hikumdarê Babîlê Hemmûrabî ve hatine danîn. Di mijarên wek danûstandina diravan, pargîdanî û têkiliyên komîsyonî de qanûn hatine danîn. Paşî di bin siha van qanûnên Hemmûrabî de Finikiyan ku hingî serwerê bazirganiya behrê bûn hin rêzikên taybet danîne. Dûvre Yewnaniyan hin qanûnên nû danîne. Piştî wî dewrî Romayî dest dideynin ser riyên bazirganiyê. Lê belê Romayiyan bazirganî weke karê çîna jêrîn didît û ji ber vê, karê bazirganiyê dihêlişt hêviya gelên din’ve û lewma jî di hiqûqa Romayê qanûneke taybet a bazirganiyê nehatiye danîn û hiqûqeke bazirganiyê ya serbixwe pêk nehatiye. (1)

2-) Qirnê Navîn Di vê qirnê de ber bi împaratoriya Romayê ve talan û dagirî pêk hatin û hikumdarî belavî hezar perçeyan bû. Di gel ku ev perçebûn yekîtî, aşitî û ewlehiya Romayê xira kir jî em dikarin bibêjin ku hiqûqa bazirganiyê di vê dewrê bi pêş ket û di vê dewrê de karakterekî serbixwe bidest xist. Pêşketina bazirganî û endustriya Ewropayê, bi êrîş û seferên xaçparêzan ên di sedsala 12. de û bi keşfkirina Emerîka û Hindistanê ya di sedsala 16. de pêk hatiye. Di encama van bûyeran de di navbera dewletan de têkiliyên bazirganî yên xurttir pêk hatin. Di vê qirnê de faktorên sereke; kirariyên bankgêriyê û Cihû (Yahudî) û Lombard in. Di vî dewrî de gelek qralan derxistina pere an jî zêran bi qanûnan qedexe dikir û ji ber şer û talanan veguhestina pere an jî zêran nepêkan bû. Di van şert û mercan de Cihû û Lombard (ji bazirganên Italî re tê gotin) li cîhanê belav bûne û bazirganiya di navbera dewletan de pêşve birine. Bi vî karê Cihû û Lombardan kirariyên bifaîz, senedên bazirganiyê û kirariyên bigerew (birehn) berbelav bûne.

3-) Qirnê Nêzîk Em dikarin ji vê qirnê re bêjin qirnê Tevgerên Qanûndanînê. Ev dewr piştî ku nifusa bazirganiyê derbasî dewletên wek Spanya, Frensa, Holanda û Ingilîstanê bû, destpê kir. Sedema vê derbasbûnê yek jê potansiyela nifusa mezin a van dewletan û ya din jî bi alîkariya pisûleyê keşfkirina cîhananû bû. Di vê serdemê de pêşketina di warê hiqûqa bazirganiyê de berdewam kir. Nêritê (urfê) cihê xwe da hiqûqa nameyê (rêziknameya komelê, qanûna bajêr û qanûna dewletê).(2) Bi awayek teknîkî qanûna bazirganiyê ya yekem, di vî dewrî de di 15ê Rezbera 1807’ê de, ji aliyê Napolyon ve hate derxistin (Qanûna Bazirganiyê / Code de Commerce). Bi fethkirinên Napolyon ev qanûn li cîhanê belav bû. Her wiha dîsa Elmanan jî di vî dewrî dest bi tevgerên qanûndanînê kirin û di sala 1794’ê de Preußischen Allgemeinen Landrecht (Qanûna Parêzgehê ya Giştî ya Prûsya) kete meriyetê. Bi dûv vê re ji rêzê ve Qanûnên Bazirganiyê yên 1861 û 1897ê ketin meriyetê.

4-) Qirnê Nûjen Sedsala 20. sedsala bazirganiyê ye. Gelek bûyerên di vê dewrê de pêk hatîn têkildarî bazirganiyê ne. Şerên cîhanê yên ku di encamê de bi mîlyonan mirov mirin jî têkildarî bazirganiyê bûn. Di destpêka sedsala 20’an de bazirganiya navnetewî pir zêde bûye û berûpêş pirtir bûye. Ji ber vê rewşê, hîn bêhtir li ser hiqûqa bazirganiyê hatiye sekinîn û di vê mijarê de gelek tevgerên navnetewî pêk hatine. Gava têkiliyên bazirganî zêde bûn û bi vê re arîşeyên wek lez û ewlehiya sencandinê (dayînê) derketine, ji bo çareserkirina van arîşeyan bi taybetî di warê senedên bazirganiyê de xebatên yekkirina mijareyê (mewzûatê) hatine kirin. Civînên di salên 1910 û 1912’ê de li Den Haag (La Haye)’ê ji van xebatan ên herî girîng in. Di civînên 1930 û 1931’ê yên li Cinêv’ê de jî pêşveçûnên girîng pêk hatine û di derbarê polîçe (policy) , bono (bond) û çekê (check) de biryarên weke ku bibin nimûne hatine standin. Şerê Cîhanê yê Duyem pêşketinên di warê bazirganiyê hima bêje sekinandiye. Lê piştî şer; bazirganî zêde bû, tevgerên demokratîkbûnê û girêdayî vê paktên (peymanên) siyasî û ekonomîk hatin çêkirin û ev di warê hiqûqa bazirganiyê de bû sedema pêşketineke pir bilez. Bi vê pêşketinê re, projeyên nimûneyî yên herêmî yên têkildarî hiqûqa bazirganiyê pêk hatin. Di vê navberê de jî di navbeyna hemû welatên cîhanê de jî ji bo pêkanîna bazirganiyeke serbest, teşebusên ekonomîk û bazirganî yên navnetewî -ku bandoreke erênî li ser jiyana bazirganî û hiqûqa bazirganiyê kir- zêde bûn.

Rênas Xendekî
Çavkanî: www.felsefevan.org

Çavkanî: (1) Poroy/Yasaman 6. (2) Seviğ 1 60. Prof. Dr. Samî Karahan, Hiqûqa Kargehên Bazirganiyê (r: 1, 3, 7) Wikipedia, gotara Hiqûqa Bazirganiyê

hiqûqa bazirganiyê: business law, commercial law hiqûqa kargehên bazirganiyê: law of commercial enterprise pargîdanî, şirket: establishment, business, fîrma, company kargeh, fîrma, şirket, pargîdanî, kompanya: işletme, firm, business kargeha bazirganî, pargîdaniya bazirganî, dezgeha bazirganî: ticari işletme, mercantile business, commercial enterprise pargîdaniya bazirganî, şirketa bazirganî: ticari şirket, business enterprise bazirganî: ticarî kirarî: muamele, procedure mijare: mewzûat sencandin: deyn dayîn, dayîn polîçe: policy bono: bond çek: check gerew: rehn tomara bazirganî, sicîla bazirganî: trade register lênûskên/defterên bazirganiyê: commercial book nasnavê bazirganî: commercial name hevrikiya neheq: unfair competition hesabê berdest, hesabê carî: the current account acentatî, saziya acentayê, bazirganiya acentê: agency business hevkariya bazirganî: ticari ortaklık, trading partnership

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply