Hinek roman di dilê meriv de hestên xerîb çê dikin

Hinek roman di dilê meriv de hestên xerîb, li ber çavê meriv jî hêmayên wisa tarî dihêlin ku bi hêsanî nayên şîrovekirin. Welatek dagirkirî, herêmên qedexekirî, rêyên girtî, tengasiyên bêdawî, payînên bêdawî li qorîdorên resmî yên avahiyên sor (xwînî), jiyanên di bin nîrê bindestiyê de, pozbilindiya desthilatdariyê û bêminetiya Benoyê jan dilê meriv digivêşe.

Li Welatê Sînoran ezman qet sayî nabe û her bi ewrên reş dagirtî ye. Li wira jana bindestiyê bi awayekî rût û tazî li ber çavê me ye. Berdêla jiyana nanoziko mirinên bê serî û berate ne. Merivên li welatê sînoran li hemberî jiyanê bêfesal mane û ketine ber bextê mayînên ku her yek bişkoka mirinekî sar û bêwext in. Ku qaçaxçî rastî li leşkerên dagirkeran tê xweziya xwe bi mayînan tîne. Hînga meriv pê derdixe ku bi mayînan re meriv dikare bi hev bike lê nikare bi dagirkeriyê re li hev bike. Merivên wî welatî di çavên fermî yên dagirkeran de mîna kêzik û bihokan in û ev nêrîn heta sînor ranebin wê neguhere.

Çîrokek xembar û neqedyayî ye Li Welatê Sînoran û heta ew sînor ji wê axê ranebin wê neqede jî. Ji romanê hevokek: Tu fêm nakî; Li vir rabirdû tune ye, qe nebe ji boy kesên mîna te. Ne rabirdû (paşeroj) ne jî dahatû (pêşeroj). Dibê ev biketa serê te.

Li Welatê Sînoran, Sherko Fatah, ji almanî Husên Duzen, Ayrinti, 2015

Atîlla Barişer nirxand

Derbar Atîlla Barişer

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply