Tag Archives: atilla barişer

Romana ‘Rûpela Bîst û Nehemîn’

Atîlla Barişer, bi vê romana xwe, me dibe pişta deriyên hesinî û di wira de asê dike. Me li ber çoga jinek ku bîst salên xwe di zindanan de bihurandiye dide rûniştandin. Ew lehenga bê nav û deng, bi dest û dilê me digire û rêwîtiya me ya xembar dest …

Read More »

Beşek ji romana Desmal û Xencerê

Şerekî giran destpê kiribû. Heta danê êvarê topên şahîderbezan mewziyên Bedlîsê bênavber kutan û kirin eleg û bêjing. Hirîna hespên serhişk, qirçîna tivingan, şingîna şûr û mertalan, vizîna tîr û riman û qarîna mêran tevlîhev dibû. Tep û toza simên hespên hêris û bazdayî ber bi asîmanê zelal de bilind …

Read More »

Hinek roman di dilê meriv de hestên xerîb çê dikin

Hinek roman di dilê meriv de hestên xerîb, li ber çavê meriv jî hêmayên wisa tarî dihêlin ku bi hêsanî nayên şîrovekirin. Welatek dagirkirî, herêmên qedexekirî, rêyên girtî, tengasiyên bêdawî, payînên bêdawî li qorîdorên resmî yên avahiyên sor (xwînî), jiyanên di bin nîrê bindestiyê de, pozbilindiya desthilatdariyê û bêminetiya Benoyê …

Read More »

Çima dinivîsim?

Nizanim… Çewa ku zarokek sê salî nizane çima dipeyîve ez jî nizanim min çima dest bi nivîsandinê kiriye. Têkiliya min û nivîsê dişibe birêveçûyînê. Ez nenivîsim ez ê xwe seqet hîs bikim. Pêwîstiyek însan ya girîng jî xwe îfadekirin e. Ji ber vê dinivîsim. Nivîs, li hember neheqî û xirabiyên …

Read More »

Werin em bi hev re ‘Atîlla Barişer’ nasbikin

JIYANA ATILLA BARIŞER Atilla Barişer di sala 1974an da ji Malazgirta Mûşê hatiye dinê. Li Agiriyê dest bi xwendinê kir û lîse li wir qedand. Du salan li Zanîngeha Enqerê di beşa Antropolojîya Civakî de xwend. Pişt re beşa Mamostetiya Erdnigariyê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê qedand. Ji sala 1996an vir …

Read More »