Hevpeyvîn: Gulê û Muzîka Wê

Harmonîya deng meriv bi carekê ve ji rewşekê dixe rewşeke din. Bes bila deng serkeftî û perwerdekirî be ew deng dikare mirovan li ser xalîçeya xwe rûnîne û wan li tevahîya kaînatê bigerîne. Muzîk ew çend bandorê li ser mirovan dike.

Gulê jî yek ji wan hunermendên dengxweş e. Kîjan stranê bêje bila bêje meriv ji dengê wê tu carî aciz nabe. Dengê wê mîna bayê hênik dil û hişê meriv rehet dike. Dengê wê û guhdarîkirina muzîkên wê meriv ji nû ve vedijîne û rewşa meriv bi saya dengê wê hîn baştir dibe. Di demên pêşerojê de ez bawerim wê navê wê û dengê wê li her derê welat bê nasîn û bihîstin.

Me xwest em wê ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Gulê kî ye?

Ez di 27ê Mijdarê ya 1998an de li Edenê hatime dinê. Malbata min ji ber hin sedeman neçar man ku ji Sêrtê biçin Nisebînê û ji Nisebînê biçin Edenê. Ez li Edenê mezin bûm û hîn jî li vir dijîm. Li Zanîngeha Çukurovayê Rojnamevanîyê dixwînim. Li alîyê din, ez hewl didim ku bi muzîkê re eleqedar bibim.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve ye tu karê muzîkê dikî?

Ev 7 sal in ku bênavber ve bi muzîkê re mijûl dibim. Di 17 salîya xwe de, min bi tomarkirina qursa Erbanê ya li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest pê kir. Heya ku sazgeh bi KHK re hate girtin min dewam kir. Piştî wê, me hewl dida ku dersan li deverên cûda bidomînin. Piştre ez ji ber şert û mercên taybetî hinek dûr mam. Niha jî ez di malê de hewl didim xwe di vî warî de baştir bikim.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji bo min lêgerîna, hezkirin û berxwedana heqîqetê ye. Muzîk, wergêra hestên min e.

Dema tu stranekê dibêjî an jî lê guhdarî dikî ew stran rewşa te çawa diguherînî? Strana herî bêtir li te bandor kirî kîjan bû?

Ez hewl didim stranan bi hest bixwînim, carnan ez wan bi hestên tevlihevî yên dilşahiyê û carnan jî xemgînîyê dixwînim. Ez wexte stranek guhdar dikim xwe di nav wê stranê de dibinim. Carna kefxweş carna ji xemgîn dibim, dikevim nav hestên ku stranbêj di stranê de dide.

Li vî welatî ji bo ziman û nijada gelek têkoşîn hatîye kirin û hîn jî diqewime. Her muzîka li ser welat û zimanê min, pir bandor li min dike.

Dema te stranan distrê û diavêje ser platformên dijîtal ji malbat û ji derdorê çi bertek ji te re tên? Di vê rê de kî ji te re bûne alîkar?

Gava ku min diyar kir ku ez dixwazim bi stran û muzîkê re mijûl bibim, bavê min nedixwest, lê min xwe guhdarî kir û riya xwe domand. Bê guman, wî paşê ramana xwe guherand. Malbata min di vî warî de piştgirên min in. Min ji medyaya civakî şîrove û piştgirîyek baş stend da ku ez vê rêyê bidomînim. Alîkarîya çêtir ji bo min dîtina kesek li pişta min ba, ev ji min re bes bû ku ez vê rêyê bidomînim.

Tu li kîjan enstrûmanan didî? Di nava enstrûmanan de bêhtir bala te li ser kîjanê ye?

Ez li erbanê didim. Min dest bi gitarê kirîye niha li wê hîn dibim. Di nav enstrumanan de bala min behtir li ser kemanê ye. Temaşakirin û guhdarîkirina kemanê li min xweş tê.

Li ser muzîk û dengê te şîroveya herî bêtir dilê te xweş kirî kîjane?

Bi rastî min şîroveyên pir baş stendin. Ji wan du hep gelek min şa kiribû.  Di peyamek hatî de, hatibû nivîsandin ku wan wekî malbat guhdarî vîdeoyên min dikirin û silavên bavê xwe jî ji min re şandibû. Xwesteka wan dixwazin bêtir li min guhdarî bikin. Ya din jî zarok li min temaşe û guhdarî dikin. Ji zarokên piçûk bigire heya mirovên pîr li min guhdarî dikin. Bi rastî ev hestek gelek xweş e.

Gelek stran ji helbesten derketine. Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî? Di pêşerojê de dixwazî ji helbestan stranan derxînî?

Qafîye û vezn rîtma helbestê ye. Ahenga helbestê bi deng re di hundurê xwe de dema ku vediguhere muzîkê dibe yek. Ji ber vê yekê gelek helbest veguherîye stranan.

Gelek helbestvan hene ku ez ji wan nêz de dişopînim û helbestên wan diecibînim. Hin ji wan; Cegerxwîn, Ehmede Xanî, Arjen Arî, Berken Bereh…

Çend helbest hene di hişê min de ku hez dikim û ez dixwazim wan bi muzîkê re bikim yek.

Muzîka dikare çarenûsa milletekî biguherîne? Di avakirina nasnameya netewî de muzîk cihekî çawa digre?

Muzîk bandorek kûr li ser hest û canê mirov dihêle. Xwezaya gerdûnî ya muzîkê xwedî wê hêzê ye ku mirovên ji ziman û olên cûda di yek awazê de dike yek.

Dibêjin, “Muzîk dewletê ava dike û dewletê wêran dike.” Ez difikirim ku ev peyv bersiva zelal a vê pirsê ye. Ji bo wê jî zimanê kurdî stranan seh dikin ditirsin û carna qedexeyê tînin li ser. Dizanin ku ew stran, wê gelek kesan di bandora xwe de bihêle.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî? Di demên berê û niha jî muzîk ji bo tenduristîya mirovan dihat bikaranîn. Di rewşên wekî niha de (dewra koronayê) muzîk dikare rolek çawa bilîze?

Bi rastî, muzîk ji rabirdûyê heya îro di dermankirina gelek nexweşîyan de tê bikaranîn û berdewam dike. Ev rêbaz bi piranî di dermankirina psîkolojîya mirovan de tê bikaranîn. Di dema korona de, gelek kes di malên xwe de asê mabûn û ji ber vê yekê wan çareserî bi muzîkê dît. Muzîk dibe rêhevalê mirovên ku nikarin derkevin derve.

Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Ez nikarim behsa yek kesî bikim ji bo ‘Pîrê Muzîka Kurdî’ lê Ayşe Şan li ser min bandorek mezin çê kirîye. Ji ber ku ew li dijî zexta malbata xwe derket û rîya xwe bi muzîkê domand.

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e? Tu kîjan albuman ji serî heta dawî li wan guhdarî dikî?

Di muzika Kurdî de gelek albumên serkeftî he ne. Ez dikarim ji Koma Amed mînak bidim. Bi rastî gelek karê xweş çê kirine. Wekî din albumên bi Kurdî temamî guhdarî dikim.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Muzîk beşek civakê ye. Wekî ku we got di hundirê wê de sîyaset, dîrok û wêje jî he ye. Bi rastî, muzîk di dîroka civakê de şîrovekarê hemû hestan e.

Krîterên muzîka baş çi ne? Muzîka bêhtir tê guhdarîkirin muzîka serkeftîye?

Ez difikirim ku divê muzîk bikaribe mirovan bihebîne û hestên xwe hîs bike. Divê ew bikaribin êşa xwe, kêfxweşîya xwe û têkoşîna xwe parve bikin. Di stranekê de hest girîng e. Hê girîngtir e ku guhdar vê hestê hîs bike.

Her perçeyek muzîkê ku pir lê tê guhdarî kirin ne baş û serketî ye. Mixabin, gelek kar hene ku pir serfiraz in û kêm têne guhdarî kirin.

Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Armanca min ew e ku ez bêtir li ser muzîkê bixebitim û werim astek pêşketî. Ji xeynî vê, ez dixwazim li ser çand û zimanê Kurdî bixebitim. Dema ku ez di vê mijarê de xwe di asteke pêşketî de bibînim, ez difikirim albumek derxînim.

  • Ji bo şopandinê û guhdarîkirinê:
  • Twitter: twitter.com/gulistanozby
  • Instagram: instagram.com/gulistanozby/
  • YouTube: youtube.com/channel/UCnlwVGRV9BPtSyiUdwdIpEw

Mela Mihyedîn

 

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply