Sedemên nekanyariyê gelek û cûre cûre nin. Di cûrandina van sedeman de jî gelek şikl û teşeyên cûrandinê dihên bikaranîn. Lê belê ji vana yên herî bikarîner, sedemên berî zayînê, dema zayînê û dû zayînê ne. Ji vana sedemên berî zayîn û dema zayînê, zêdetir bi girêdayî tendirustiya dayik in. Sedemên dû zayînê jî zêdetir girêdayî derdor û malbatê ne. Lê belê dû zayînê şeş mehên pêş herî girîng e ku pitik bi şîrê dayikê mezin dibe. Di vê demê de dayik divê li xwarin û vexwarina xwe parêzê bigire ku heman tişt derbasî laşê pitikê dibin. Her wuha derbasî bandoriyê bi erênî û neyênî li pitikê dike.
1. SEDEMÊN BERÎ ZAYINÊ
- Di reha malbatê de nexweşiyên domandar an nexweşiyên genetîk
- Di dema ducaniyê de dayik, zêdetir birsî bimîne
- Bi taybet markirina di navbera yên nexweşiyên wan î domandar hene
- Di navbera dê û bavan de lêhevnekirina xwîn û Rhê
- Ducanebûna dayik a di bin temenê zayînê yan jî di temeneke dereng de ducanebûn
- Ji bilî tewsiya diktoran bikaranîna dermanan
- Di dema ducaniyê de dayik, cixare, alkol an jî maddeyên hişbir bikar bîne
- Di dema ducaniyê da dayik, li tîrêjên rontgenê rûbirû bimîne
- Di dema ducaniyê de dayik, nexweşiyên agirîn û êşîn derbas bike
- Di dema ducaniyê de dayik, qeza, stresa zêde, jehrketin an travmayan derbas bike
- Di dema ducaniyê de dayik, kontrola xwe ya tendirustî û testên pêdiviyê neke
- Gelek zêde, li dû hev zarok anîn
- Berî ducanî û di dema ducaniyê de kêmaniya vîtamîn û mîneralên hewcedar
- Di dayîk de hebûna mîna tansiyona bilind, nexweşiya dil û nexweşiya şekir dibin sedemên nekanyariyê.
2. SEDEMÊN DEMA ZAYINÊ
- Zayîna ne li saziyên tendirustiyê û ne ji teref endamên saziyên tendirustiyê
- Zarok nêvcî yan dijwar were dunyê
- Zarok bi giraniya sivik a zayînê çê bibe (Giraniya normal 2500gr û 4000gr e.) ku giraniya wan li ser 4 kîloyê be, gelemper bi sezaryenê dihê dunyê
- Di dema zayînê de pitik rûbirûyê travmayekê hatibe
- Di dema zayîne de pitik bê oksîjen mabe
3. SEDEMÊN DÛ ZAYINÊ
- Dû zayînê dê li parêziya xwarina xwe negire
- Dû zayînê pitik nexweşiyên giran û agirîn derbas bike
- Pitik di bin kontrola tendirustiyê derbas nebe û testên hewce neyên kirin
- Derziyên pitikê bi rêkûpêk nehatibe kirin
- Zerika giran a zayînê
- Xwarina nekanîn û nekêrdar, lawaz ketin
- Bûyerên mal û kar û trafîkê
- Jehrî ketin
- Bobelatên sirûştî
- Bobelatên nûklerî
- Bê perwerdebûna malbat û der û cîrên
- Îhmalkirin û kedxwarina kesan
Li Tirkiyê ji %12 gelheyê, kesên nekanyar pêk tînin. Di vê hejmarê de nekanyariya fîzîkî ango ortopedî, nekanyariya hişmendî, nexweşiyên kronîk û wekî wundakirina lebatekî tev di xwe de dihewîne. Hejmara kesên nekanyarên hişmendî, ortopedî, bihîstenî, dîdenî, ziman û axaftin; hima hima digihêje 2 milyon kesan. Di encamê de hejmara nekanyaran pir zêde ye.
Bi taybet sedemên sereke; heger zarok dû zayînê nexweşiya giran û agirîn derbas bike û mudaxaleyeke guncaw neye kirin, di dema zayînê de zarok bêoksîjen bimîne, di dema zayînê de pitik ji serê xwe travma û derbeyekê bixwe û dayik di ducaniya xwe de cixare, alkol û madeyên hişbir bikar bîne.
CÛREYÊN ASTENGAN
Nekanyar, ji zayînê yan jî jiyanê kêmendamiya ji ber nexweşî yan qezayan, di şarezayên civakî, dîtin, bihîstin, axaftin û hwd de kesên astengan dikêşe ye. Digel ku nekanîna zarokên hewcedar, taybetmendiyek ji bo cudakirina ji yên din be jî, ji bo perwerdeyeke baştirîn û bersivdayîna kêmanî û astengan jî bingeh e. Yan jî taybetmendiyên hevpar yên ligel hevalbendên wan, rêya perwerdeyeke ligel hevalbendên wan a hevpar vedike. Ji ber vê hawê curandina van zarokan gelekî pêwist e. Ev curandin bi kanîn û nekanînên wan, bi asteng û asta derbexwarina wan dihête kirin. Bi derpêşiya van hemî taybetmendiyan;
- Kesên Nekanyarên Dîtinê
- Kesên Nekanyarên Bihîstinê
- Kesên Nekanyarên Hişmendî
- Kesên Nekanyarên Ortopedîk û Nexweşiyên Domdar
- Kesên Sextkêşên Fêrbûna Taybet
- Kesên Sextkêşên Ziman û Axaftinê
- Kesên Sextkêşên Hestiyarî, Reftarî û Şênayebûnê
- Kesên Kêşeyar ên Xerabiya kêmbaldar û Zorçalak
- Kesên Kanyarên Zîrek
- Xerabiyên Pêşveçûnê yên Belavger (XPB)
- Xerabiyên Xûyên Hînbûnê
Mustafa RÊZAN
Şemrex – MÊRDÎN