Hevpeyvîn bi Bahoz Baranî ra li ser jîyan û çîroknûsîya wî û edebîyatê

Xecê Acat
Bahoz Baranî heta niha heft pirtûk çap kirine. Çar jê çîrok in, yek rêziman e, yek li ser bişaftinê ye û yek jî berhevkarî ye. Rik pirtûka çîrokan e û di vî warî da berhema wî ya çaran e. Piştî xwendina wê min xwest ez bi wî ra li ser jîyan, çîroknûsîya wî û edebîyatê hevpeyvînekê çêbikim. Min telefon kir, li malê bû. Me li ser roj û saetê li hev kir û hevpeyvîna xwe çêkir. Hêvî dikim hûn ê bi kêfxweşî bixwînin. Ka em guh bidin hevpeyvîna xwe.

Heke em vegerin zarokatîya te, tu zarokekî çawa bûyî, li cihekî çawa mezin bûyî? Dê û bavê te ji te ra çawa bûn?
Ez li Licêya Amedê mezin bûm, heta hevdeh salîya xwe li wir jîyam. Hema bibêje nîvgund bû. Zarokekî netebitî bûm. Serê ewil televîzyon, telefon û komputer tune bûn. Em li derva bûn û karê me hew lîstik bû. Li derva tişt tên serê mirovî, li hundir li ber kuçikê teşqele tune ne. Me dilîst, me li hev dixist, em bi têra xwe digerîyan. Bi bavê xwe ra diçûm ser rezan, ser erdan. Lê ji nodî bi şûn da şerî dest pê kir û ew jîyana me ya rengorengo serobino bû, navçeya me xerab bû, hevalên me bi piranî koç kirin. Mirov bêhtir nêzî dayika xwe ye. Pir tişt ji bavê xwe hîn bûm, lê jê ditirsîyam.

Gelo tê bira te cara ewil kînga te qelem girt û nivîsî? Nivîsa te ya ewil çi bû? Gelo te qet digot ez ê bibim nivîskar?
Wextê xwe didim aqil, dibînim ku berîya nivîsê gotin hebûye. Em zarok bûn, carna me lihevanînok digotin, min wê çaxê jî ji peyvê hez dikir. Lê qelem cara ewil wextê ku di sala 1993an da dewletê Licê şewitand ket destê min. Helbest bû. Bi zimanê tirkan bû. Min nîşanî mamosteyê xwe da, neket serê wî, lê min dev jê berneda. Ji Med Tvyê hînî alfabeya bikurdî bûm. Min tu carî negotibû ez ê bibim nivîskar, lê min dizanî ku ez ê karekî bi peyvê ra eleqedar bikim û ji nivîsê hez bikim.

Kesê ku herî pir tesîr li te kirîye kî ye? Bi kîjan awayî tesîr li te kirîye?
Wextê li ser vê difikirim, sê kes tên bîra min, bavê min ez hînî karkirinê kirim, bi şev jî dixebitî. Dîya min ez hînî baldarî û bîrbirinê kirim. Kanîyê dilop bikira pêşî deng diçû wê û digot, “Rabin kanîya xwe bigirin.” Qala berê dikir, rengê çakêtê bavê min ê zemanê berê jî di bîrê da bû, şîva ku bîst sal berê xwaribûn dihat bîrê, ez şaş dimam. Tiştek biqewimîya hemû senaryoyên xerab dianî hişê xwe. Kalê min jî axaftina wî nedişibîya axaftina tu kesî. Ji bo ez ji wî fam bikim gerek min zor bidaya xwe. Heta roja îro jî min guh lê kirîye û dikim û gotinên wî bi min ecêb tên.

Nivîskarên kurdan gelek ji wan dunavî ne, çima? Te kînga navê xwe li xwe kir û çima Bahoz?
Yek ji ber tirs û zilma dewletê ye ez dibêjim, yek jî ji ber aîdîyet û bandora navî ye. Dê û bavên me wextê xwestine navan li me bikin tirsîyane, navên kurdî li me nekirine. Ya min, min xwest ez wê derfetê bi kar bînim û navê xwe li xwe kim. Esil tiştekî xweş e ku mirov bi xwe navê xwe li xwe bike. Nav tiştekî giring e, bandorê li ser gelek tiştên mirovî çêdike. Navê Cegerxwînî Şêxmûsê Hesarî bû, navê Melayê Cizîrî Şêx Ehmed bû. Me li kovara Tîgrîsê dest bi nivîsîna bikurdî kiribû, wekî gelek hevalên xwe min nexwest bi wî navê nasnameyê binivîsim û min navê xwe kir Bahoz.

Pirseka klasîk e lê ez ê dîsa jî bikim, tu jî bo çi dinivîsî, ji bo kê?
Pirsên klasîk zor in. Ez nenivîsim nikarim bidebirim. Di nava vê çîroka jîyana me ya balkêş, carna xweş û bi giştî nepen, cirnexweş û trajîk da nivîs piçek be jî bêhna min derdixe. Ji bo her kesî dinivîsim, ji bo xwe jî. Mirov dixwaze bê xwendin, lê xwendevanên me pir kêm in.

Tu bi rezimanê ra eleqedar î, berhevkarîyê dikî û yek ji edîtorê Weşanên Wardozê yî û çîrokan dinivîsî? Tu gelek  karan bi hev ra dikî, çima? Ma ev zerarê nade nivîskarîya te?
Min li zanîngehê beşa zimanî xwend, ez rûniştim û min sê çar salên xwe da rêzimana kurmancî. Bi amadekirina rêzimanê û dersdanê ra min zimanê xwe jî rast kir. Berhevkarî bûye parçeyekî jîyana min, ez li ku derê ji kê çi bibihîzim qeyd dikim, zarok mezin ferq nake, di balafirê da bim, li nexweşxaneyê bim… Rêziman û berhevkarî feydeya wan digihîje çîroknûsîya min, lê karê edîtorîyê bivê nevê wextê min û hevalan lê diçe. Wardoz ji bo min bûye dibistan, min perwerde dike.

Li bajaran kurdî bi cih nebûye, tu li bajarekî tirkiaxêv ê kurdan zimanê xwe çawa dişixulînî? Aîdîyeteka te çêdibe bi bajarê te ra?
Zengînîya zimanê kurdan ji jîyana wan tê. Jîyan û ziman hevdu xweyî dikin. Li gund û waran jîyan hebû û kurd çalak bûn, loma ziman jî zindî bû. Li bajaran kurdî ne çalak e. Ez bi awayekî şexsî hewl didim, dixwînim, guh li kal û pîran dikim, bêhna min li taxên kurdîaxêv derdikeve. Navên taxan, navên gelek deveran bê me hatine lêkirin. Ziman bîr e, zimanê bajarê ku lê dimînim bi kurdî bûya, dê li gelek derên wê bîranîn çêbibûna, girêdaneka xurt çêbibûya. Aîdîyeteka jîyanî, dîrokî heye, lê ya zimanî û roja me qels e.

Carna hin kes dibêjin, çima çîrokên we li bajaran derbas nabin? Çima hûn qala bajarvanîye nakin? Ev bi vê yekê ra eleqedar e?
Eleqedar e. Bala xwe didim kal û pîrên me yên li bajarî, aşbetal in. Tu dibêjî qey najîn û jîyana wan hew di pêşerojê da maye. Hertim qala berê dikin. Cihê ku zimanê te lê hebe, li wir çîrokên te jî çêdibin. Marquez dibêje, “Jîyan ew tiştê ku mirov dijî nîne, ya esil, ya ku tê bîra mirovî ye û helbet ji bo vegotinê çawa tê bîra mirovî, esil ew e.” Em jî li bajaran bê bîr in, bîra me li ku be em li wir in. Mekan pir jî giring nîne, tiştê ku hatîye serê te, bûye parçeyê jîyana te giring e, tu çawa vedibêjî esil ew giring e.

Çîrok wekî helbestan bi îlhaman tê? Çîrok tê yan tu diçî cem çîrokê? Çawa çêdibe?
Carna tiştekî biçûk, wekî çirûskekê, agirê çîrokekê pê dixe, ji xewê hişyar dibim. Carna bi salan çîrok di nava serê min da digere heta ku bê kewnê xwe û ji xwe ra rêyekê, stîlekê, destpêkekê bibîne. Pirî caran gerek tu derkevî, li derve bî. Carna ez didim didim dû wan, carna ew didin dû min. Di Rikê da çîroka “Xewn”ê heye. Bi salan e ew bûyer, ew hêma di hişê min da bû. Belkî jî li benda koremijekê bû, belkî li benda wextê xwe bû. Ji bo wê çîrokê lê bikim ez çûm Licê, payîza paşîn bû, mij hebû. Seqa û çêbûna her çîrokê cuda ye. Hinek hene haya min tim ji wan tune ye, lê di serê min da temam bûne.

Çîroka te xwe çawa ava dike? Tu mijaran çawa tesbît dikî? Leheng û mijar ji jîyana heyî ne yan xeyalî ne?
Çavkanîya sereke jîyana mirovî ye. Xwendin, dîtin, danûstendin û çavdêrî çiqas xurt bin çîroka te jî zengîn dibe. Çi dibe çîrok çi nabe çîrok? Ev pirs giring e ji bo min. Lê hinek dîmen û hêma hene mirov wan nenivîse dev ji mirovî bernadin. Fikirek, hêmayek tê da tune be nabe, divê ez xwe li tiştekî hêjayî vegotinê bigirim. Piştî wê hêdî hêdî wekî avahîyekê lê dikim. Li ser çîrokên xwe gelek notan digirim. Bi wan ra dijîm. Carna hûnaka wan di serê min da çênebe nikarim lê bikim, carna wextê dinivîsîm hûnaka wan çêdibe yan jî diguhere. Destpêka çîrokê giring e, dîyarkirina kesê vebêj jî. Lê wextê dinivîsîm hîskirin, bîrbirin, bîranîn divê çalak be, divê hemû sehekên xwe bi hev ra bişixulînim, nehêlim ku tiştek ji derva midaxele bike, li derva bimîne. Xwe bi temamî ji çîrokê ra vala dikim û li hemû hûrgilî û îhtîmalan difikirim. Carna hin teknîkên dîtir jî diceribînim, binê hişê xwe vala dikim, çi hebe dixwazim bi awayekî serbest derkeve. Çavkanîya min jîyan be jî xeyal û xewn û xwendin teşe didin mijar û lehengên min.

Pêşî kî çîrokên te dixwîne? Berîya çapê tu çi dikî?
Mirov çiqas afirîner be jî ne Xweda ye. Ez çîrokên xwe dinivîsim bi şûn da wekî hevîrî wextekî destê xwe nadim wan û ji wan dûr dikevim heta ew bi xwe bihesin û ji min ra bîyanî bin. Piştî şeş heft mehan li wan vedigerim, dixwînim. Di wê navberê da min bi sedan not girtine. Carna hinekan ji dîya xwe ra jî dixwînim. Piştî sê çar mehan dîsa li wan vedigerim. Berî çapkirinê pêşî hinek hevalên min dixwînin û pêşnîyazên wan hebin ji min ra dibêjin, li ser wan dixebitim dîsa, bi qasî du sê mehan disekinim û dişînim çapê. Berî çapê carekê jî dixwînim.

Tu li ku û kîjan saetê dinivîsî? Çawa dinivîsî, bi destan, bi komputerê, kîjan demsalê?
Gelek caran min li malê û bi şev nivîsîye, şev ji bo nivîsê guncan e, dinya ji mirovan xalî ye, bê deng e. Ez pêşî bi destan dinivîsim paşê derbasî komputerê dikim. Dest giring e, gerek mirov dev ji destan bernede. Wextê vediguhêzim komputerê tiştinan diguherînim, diavêjim. Havînan dinya germ e, mirov gêj e, di germê da nikarim binivîsim. Derbiharê, payîzê û zivistanê dinivîsim. Lê carna wextê çîrok bê û ji dil be ez guh li tiştî jî nakim û dinivîsim.

Tu bi kîjan zimanî û çi dixwînî? Aniha kîjan pirtûkê dixwînî?
Zimanê ku ez di wan da serwext im tirkî û kurdî ne. Ez bi her du zimanan dixwînim. Mixabin gelek pirtûkên cîhanê ji bo kurdî nehatine wergerandin, wan ji tirkî dixwînim. Ev kêmanîyeka pir mezin e û zerarê dide me, vegereka wê ya zimanî li me tune ye. Ez piralî dixwînim, lê bêhtir qada min edebîyat e. Aniha jî pirtûka Carl Gustav Jung a bi navê “Pirtûka Sor” û ya Şahîn Bekirê Soreklî ya bi navê “Pisîk jî Xewnan Dibînin”ê dixwînim.

Te Rik nû çap kir, min xwend. Çîrokên te kurt bûn, dirêj bûne, mijar cuda ne, hêmanên folklorî bi pîvan hatine bikaranîn, hûnaka wan serkeftî ye. Dikarî piçekî qala merheleya hazirkirina wê bikî, çiqas ajot û piştî Rikê çi heye?
Kurtbûn û dirêjbûnê mijarên çîrokan carna ne di destê mirovî da ye. A giring ew e ku her kevirek di dîwarê çîroka te da li cihê xwe be, ne zêde be, neleqe. Ziman jî wekî mirovan taybetmendîyên wan hene, tu guh li wan nekî nabe. Kurdî zimanekî serbest e, nifêr û çêr û argo tê da zêde ne. Wekî din bi têra xwe biwêj, qalib û gotinên pêşîyan hene. Di vê tu di bikaranîna wan da baldar bî. Hefsarê gotinê nedî destê wan, lê divê nivîsa te serbest be, rehet be ji wan sûd wergire. Deqa folklorê û deqa edebîyata modern ji hev diqetin.

Min çîrokên xwe tesbît kiribûn. Ez nêzî du salan li ser wan xebitîm, heta min çîrokek temam nekira derbasî ya din nedibûm. Çîrokin hene belkî min deh caran ji nû ve nivîsîne. Min dosyeya xwe gelek caran xwend û da xwendin. Tu çiqas li ser bixebitî ewqas baş dibe. Piştî “Rik”ê dîsa dosyeyeka min a çîrokan heye, min dest pê kirîye.

Dikarî piçekî qala ferqa deqa folklorî û deqa edebîyata modern bikî, çawa ji hev diqetin?
Helbet ew gotina dengî ya ku neqil bûye û keresteya folklorê ye û nivîsa modern du tiştên piçekî cuda ne. Tiştên devkî, bi neqilkirinê, bêhtir bi teqlîdkirinê, bi gotinên qalibî xwe li pêyan digirin û heta dereceyekê helbestî ne, hûrgilî di wan zêde nînin û gelek jê dişibin hev, jixwe ji ber wê gelêrî ne, malê her kesî ne. Lê nivîs û bi taybetî pexşana edebîyatê afirînerîyê dixwaze, hûrgilîyan dixwaze, xeyalekê dixwaze, şexsî ye, di folklorê da “qalkirin” hebe di edebîyatê da “vegotin” heye. Ez van her du lêkeran cihê difikirim. Di berhemên folklorê da şayesandinên şexsî û xwezayê, derûnî û binhişîya lehengan, hûrgilîyên alavan zêde nayê dayîn, di edebîyata modern da ev hene û giring in. Belkî ji ber bandora folklorê be, di edebîyata me ya modern da, hûrgilî û “vegotin” qels mane.

Tu bi rexneyên xwe jî têyî naskirin, derîyê civaka me ji rexneyan ra pir vekirî nîne. Tu rexneyan dikî, lê tu dikarî rexneyan ragirî?
Rexne yek ji stûnên edebîyatê ye, jîyanê ye jî, bê wê nabe, ma ez ê ji bo çi rexneyan ranegirim? Mixabin, em di warê rexneyê da qels û hêrsok in. Sînorê rexne û heqaretê ji hev dernaxin. Li ser berheman rexne kêm in. Mirov divê berî çapê jî piştî çapê jî guh bide rexneyan. Hevalên min dixwînin û rexne dikin, ez piştî çapkirinê guh didim rexneyên xwendevanan.

Li gorî te kêmanîyen çîroknasîya kurdî çi ne?
Kêmanîyên ku ez ê qala wan bikim ne tenê yên qada çîrokê ne, yên nivîsê ne. Serwextîya zimanî kêm e, nivîskarî nebûye kar, nivîs nakemile, lezûbezî heye, vegotineka di ser ra heye, ji alîyê teorîk ve qelsî hene, mijar û şêwaz ji ajîtasyonê xelas nabin, karakter ne “xwe” ne û pir dişibin nivîskarên xwe, nivîs bi giştî ne rengîn û serbest û rewan e.

Çima di zimanê xwe da ne serwext in?
Bi min a herî giring jîyan e. Tu bi zimanê xwe nejîyî, berhemdarîya te derb dixwe. Ew folklora ku em pesnê wê didin, bi serê wê sond dixwin û mîrateya vî gelî ye ji ku hat? Vî gelî çêkir, evî gelê ku di nava zimanê xwe da dijîya. Xuya ye kurd wextê azad bin, bi zimanê xwe bijîn bi ser dikevin. Îro kurd, nivîskarên me, bi piranî li bajaran in, zimanê bajaran jî bi qasî ku ez dibînin ne bi kurdî ye. Yanî kurd êdî ne di nava zimanê xwe da ne. Nivîskar jî gelek jê xwendox in û mecbûr mane zû ji mala xwe veqetin. Hinek jê bandora bişaftinê pir zêde li ser zimanê wan çêbûye. Adetî mirov dikare bibêje ji zimanê xwe ketine. Ji bo tu tiştekî biguherînî, veguherînî, çêbikî, bi ser bikevî divê tu di wî tiştî da serwext bî. Nivîskar mecbûr e di zimanê xwe da pir serwext be.

Li gorî te nivîskarî di nava kurdan da çima nabe kar?
Nivîs divê kar be, ne bar be. Nivîskarî wekî karî di nava me da bi cih nebûye, ji ber ku qîmetê zimanî di nava me da kêm e û rewşa me xerab e, nivîskar ji bo debarê mecbûr dimînin ku karekî din bikin û wextê xwe yê jibermayî bidin nivîsê. Ev jî zirarê dide nivîskarîyê. Ku mirov wextekî zêde ji nivîsê ra neqetîne berhemên baş çênabin. Ev di her tiştî da wisa ye. Ji metnên ber destê xwe, ji pirtûkan fam dikim ku nivîskar pir pê danekevin, wextê xwe jê ra venaqetînîn. Di nivîskarîyê da berdewamî giring e, divê qelem tu carî sar nebe û mirov tim binivîse, xwendin jî pê ra. Di warê gotina devkî da em xurt in û xwedî tecribe ne, lê di warê nivîsê da em ne xurt in û tecribeyên me kêm in, loma divê em pir bi nivîsê dakevin, binivîsin, bi qelseqelemê edebîyat nayê pê û nivîs nabe kar. Te dît carna hinek dibêjin, “Ez rûnim û jîyana xwe binivîsim dê romanek jê derkeve!” Rûdinin, lê nikarin binivîsin. Nivîs ked e.

Te got dilezînin?
Ecele dikin, lezûbezîyek heye. Mirov ji metnê fam dike. Gelek nakokî û kêmanî hene di hevokan da. Lazim e tu li ser her peyv û gotina xwe pir baş bifikirî. Lezûbezî dijminê edebîyat û gotinê ye. Tu ji bo çi dilezînî? Pirtûk derket bi şûn da tu nikarî peyveka wê jî biguherînî. Divê em ji şêwrê nerevin, berî çapkirinê berhema me bê xwendin û nirxandin. Kurd pir çênakin, lê feydeya atolyeyên nivîsê belkî hebe. Weşanxane di vî warî da bê derfet in û alîkarîya nivîskaran nakin.

Dikarî piçekî qala meseleya ajîtasyonê jî bikî?
Mijar û şêwaz gelek caran ji ajîtasyonê xelas nabin û her li gazin û belangazî û êşê diqelibin. Gotina rût a êşê mehdê mirovî dixelîne. Gelek berhem ji hêla şêwaz û gotinê ve dişibin hev. Ziman bi giştî ezberek e, nivîskar wê ezberê xerab dike, asoyên nû nîşanî me dide, rê û dirbên nû vedike. Divê em di edebîyata xwe da wekî jîyana xwe bin. Edebîyat li ser tiştên gerdûnî û însanî tê avakirin û bi zimanekî cihê qala taybetmendîyên mirovan û qewimînên jîyanê dike. Bi milyonan teşqeleyên me hene, mijarên me pir in, lê wextê em vedibêjin, em wan li kendalên ajîtasyonê asê dikin. Kurdî belkî di gelek waran da nehatibe bikaranîn û ne amade be, lê ji bo edebîyatê zimanekî pir misaîd e. Di nivîsê da em kurd pir esirandî û cidî ne, reqreqa hevokan e. Nivîsa me li me neçûye, jîyana me berovajîya nivîsa me rengorengo ye, çand û folklora me zengîn, muzîka me bi coş, zimanê me serbest û rewan e, em berxwedêr in, dînoke ne, teatral in, şên in em; werhasilî em neteweyeka balkêş in, ku em bikarin bi rengê jîyana xwe û bi serbestîya zimanê xwe binivîsin, mijarên mirovî û gerdûnî bikin navenda nivîsa xwe, em ê di edebîyatê da bi ser bikevin.

Mala te ava be, Newroza te pîroz be.
Mala te jî ava be, Newroza te û ya tevahîya gelê me jî pîroz be, bimînî di xweşîyê da.

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply