Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 85an hat weşandin!

Di vê hejmarê de ev nivîs hene:

Mem Xelîkan bi kilama Bilê û Hediyê rêzenivîsa xwe ya Kilamên me bi şiroveyekê nivisîye. Straneka bi şewat e!
Di şopa Georges Perrot de, ’’Qela gawiran’’ Elîyê Yîwoyê Fîtê gernemeyek li gel wêneyên dîrokî amade kirîye. Gernema li ser serlêdana ciyekî dîrokî yî kevn ku xelkê bi navê ’’Qela gawiran’’ bi nav kirîye. Muzaffer Özgür Bîranînên bi êş yên jineka rojavaya Tirkîyê Cîhanbeylî û êşa 52 rojan, bi beşa çaran berdewam e. Serpêhatîyeka keçeka tirk li Cîhanbeylîyê ye.

Dilan Kaya kurteçîrokek bi navê Kulîlka Azadîyê, Prof. Dr. Haci Akman li ser folklora kurdî bi sernivîsa Çanda ne maddî (immateriell) wekî mertalê parastinê di mîrateya çandî de li ser mîrasa çandî, bi taybetî çanda derbarê xelkên bêdewlet lêkolîye. Birêz Akman, di vê lêkolîna xwe de bi taybetî li ser zahmetîyên parastin och katagorîzekirina mîrasên çandî yên xelkên bêdewlet û herwiha girîngîya parastina mîrata çandî disekine.

Wehîde Memkê Hesê Mihe hekateka bi ken û civakî bi navê Berf, xewn, goşt û Mistoyê Heme nivisîye. Mûlla Evîndar bi helbesta Dilzîza min, nêrgîza min, Îhsan Turkmen bi kurteserpêhatîyeka bi navê Memê Oske û strî, Seyfî Dogan bi sernivîsa Kumsay (konsey) Demokrasîya orijînal ku li herêma Hewraman li gor erf û edetên xwe yên kevn çîng heta roja îro parastine û berî islamê li ba hewramanîya demokrasî çing bûye, nivisîye.

Kilama şînê ya ku li nav kurdên Anatolîyê bi navûdeng e, Bilal Celeplî bi hekata kilamê û ev kesa ku kilam gotîye Siltana Têfîq ji gundê Beşkardeşê-Kulu bi berhevkirina Çingî canê çingî canê Similê reş, qolincê pan e bi me dide nasîn. Mehtap Îdelî rêzelêkolîna xwe ya Bisk û gulî beşa duduyan bi giranî li ser stîl, xeml û şiklên por, rû û simbelên mêran lêkolîye. Esin Akgül bi helbesta Gul û nûr im, Xizan Şîlan bi helbesta Xemên sar, Seyfî Dogan li ser Jîna Emînî bi helbesta Agir î dişewitê ev hejmara dewlementir kirine.

Altun Başaranê jiyana Fata Hesî Boxorcî û serpêhatîya wê li gel kilama ku li ser wê gotîye bi munesebeta mirina wê nivîsîye. Xoyratînê Mihemmedî Seîd bi sernivîsa Dengê gundê min, çend bîranînên xwe bi devoka gundî xwe nivîsîye.

Newzad Hirorî, mamostê zimanê kurdî li Swêdê, li bajarê Stockholmê, li taxa Botkyrkayê ku piranîya kurdên me yên ji Anatolîyê li wir dimên, mamostetîya zimanê dê bi kurmancî dike. Wek nimûne ji xebata fêrkirina zimanê dê du wergerên ji çîrokên zimanê swêdî ji şagirdên xwe ku ji malbatên kurdên ji Anatolîyê ne bo kovara me şand. Şagirdên bi navê Robîn Yorulmaz (13salî), Hasan Bayar û Şevîn Kücükyildiz ên 15salî bi ev wergerên xwe tev li vê hejmarê bûne. Em bi wergera wan kêfxweş in û di xwendina wan de serkeftinê dixawazin.

Adem Özgür li ser çîroka rêzebelgefîlmekê ya bi navê Xewna Ewropayê serborîya xebatên xwe, Berîvan Keskînê bi çîroka Keça perî tevli vê hejmarê bûne. 

Bi hêvîya ku ev hejmar jî li gor dilê we be bimînin di xêr û xweşîyê de heta hejmar bê!

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply