GUHAZTINA XWÎNÊ (XWÎNGUHAZTIN)

Di rewşên asayî de xwînwergir bi kîjan komeleya xwînê bê, ew cure xwîn diguhazînin laşê xwînwergir. Wekî minak heke mirovek bi komeleya xwîna A Rh(+)( xwendina wî: “A er aş pozîtîv”) be û pêdiviya wî bi xwîngusatinê hebe, xwîna bexşerên A Rh(+) didin vî kesê.
Lê hin caran dibe ku xwîna pêdivî pê heye bi dest nekeve, vê gavê xwînek ji komeleyek din tê guhastin. Her komeleyên xwînê li hev nayên, piranî car xwîna xwînbeş a ne guncîn di laşê xwînwergir de topel dibe û jiyana xwînwergir dikeve bin xeterê. Hin komeleyên xwînê li hev diguncin heke xwînguhestin li gor vî zanyariyê be, ziyanek giran nagihîje xwînwergir.

Li gor sîstema ABO û Rh’ê guncîna komeleyên xwînê wiha ye;

Kesên bi xwîna komeleya O li gel komeleya O, dikare xwîn bide komeleyên A, B, û AB yê, loma kesên bi xwîna komeleya O wekî xwînbexşên giştî tê binavkirin. Kesên bi komeleya xwîna AB, dikare ji hemû komeleyan xwîn bigire, loma ev kesan wekî xwînwergirên giştî bi nav dibin. Li gor sîstema Rh’ê, kesên Rh(+) dikarê ji Rh(+) û Rh(-) an xwîn bigire. Kesên Rh(-) tenê ji kesên Rh(-) xwîn digire.

Ev xebat li ser malpera wîkîpediya kurdî jî hat zêdekirin.

Çavkanî: Biyolojiya bi Kurdî

https://ku.wikipedia.org/wiki/Xw%C3%AEnguhaztin

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply