GUHAZTINA XWÎNÊ (XWÎNGUHAZTIN)

Heke hemû şert û merc li cih be, vê gavê pizîşk ji boy pişkinîna mêjera xwînê û komeleya xwîna xwînbexş, ji xwînhênera milê xwînbexş hinek xwîn digire. Bi taqiya(test) hemogramê, pêkhateyên xwînê tê jimartin. Bi jimartinê, rêjeya xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê diyar dibe. Ji boy xwînbexşînê divê rêjeya van pêkhateyan di asta asayî de be. Heke ne wisa be ango xwîna xwînbexş kêm be, ji wî kesê xwîn nayê girtin.


Ji van gavan şûnde êdî heke hemû şertên xwînbexşînê di cih de bin, xwîna xwînbexşê digirin. Xwîn bi gelemperî ji xwînhênera milê mirov ve tê girtin. Bi navbeynkariya lûleyên plastîk xwîn di nav kisikê plastîk de tê berhevkirin. Mirov her carek dikare bi qasî 450 mîlîlître (nezikê nîv lîtreyê) xwîn bibexşîne.

Piştî xwînbexşînê, divê xwînbexş bi qasî 10-15 xulek rûnê an jî vezele û bihênvede. Şilemeniya(plazma) xwînê di nav 1-2 rojan de dîsa digihîje asta asayî ya berê xwîn bexşînê. Di nav 6-12 hefteyan de moxê hestî xaneyên nû çê dike, bi vî awayê rêjeya xaneyên xwînê jî digihîje asta asayî. Kesên bi temenê 18- 65 salî ü ji 50 kîloyê girantir, dikarin sê mehan carek xwîn bibexşînin.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply