KURÊ MIN, KEÇA MIN!

Kurê min!
Hela binêr te bikim fêr
Tu guhê xwe baş bide min
Nas bike tu, kî dost e kî ye dijmin
**
Kurê min!
Ev ne sed sal e hezar sal e
Ne te milk û te ne mal e
Tu nabêjî ev çi hal e
**
Kurê min!
Ji ber ku tu tim di xew de yî
Haya te li bayê felekê nîn e
Tu nabêjî ev çi jîn e ev çi şîn e
Ev çi kîn e ev çi xwîn e
**
Kurê min!
Xwe baş nas ke, tu kurd î
Bizan kurdbûn ne şans e
Kurdbûn xela ye bela ye
Xwendina sela ya mela ye
Rêya şahê Kerbela ye
**
Kurê min!
Dema tu kurd bî
Zimanê te tim lal e
Qetla te hertim helal e
Dawîya te ya Şengal e ya Enfal e
**
Kurê min!
Dema tu kurd bî
Para te her tim girî ye
Tu zindîyekî mirîye
Dawîya te Agirî ye, Qoçgirî ye
**
Kurê min!
Dema tu kurd bî
Barê te hertim giran e
Ciyê te hefs û zîndan e
Dawîya te ya Gelîyê Zîlan e
Ya jî feryadek ji feryada Pîran e.
**
Keça min!
Berxika bavê xwe
Tu dizanî tu kî yî
Tu dayîka şêranî
Tu keçika mêranî
**
Keça min!
Kurd bi te kurd in
Û bi te serbilindin
Ger tu li wan nebî xwedî
Bes e ji bo te ev fedî
**
Keça min!
Em tev ji te ne li pê te ne
Ger tu nebî em tunene
Ey navenda çanda Kurdan
Û dayîka kerb û derdan
**
Keça min!
Heta kînga rehma te yê
ji boy bêrehma
Beranê qurbanê biafirîne
Heta kînga qertelên hovane,
çêlikên te yê hîn nefirîne
Di hêlînên xwe de bifetisîne
**
Keça min!
Dibêjin Ezraîl yek e
Lê ji bo nesla te ne yek e
Belkî hezar û yek e
Mixabin îroj
Li hember van ezraîlan
Me ne çek e ne destek e
**
Keça min!
Bila kes neke leqeleq e
Bizan de’wa me heq e
Ji ber hember neheq e
Serkeftin jî mutleq e
Diyadin Akdemir
13.08.2022

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply