GIRÊK û GÎHANEK

Di hemû zimanan de bêje bi gorî kêrhatin û fonksîyonên xwe bi heşt babetan tên şîrovekirin. Di nav van de hinek bêje hene ku hetanê neyên bikaranîn  watedar nabin. Yek ji wan « girêk » e. Girêk bi çi rewşê di hevokan de tên bikaranîn, kîjan maneyê didin hevokan, di vê nivîsê de ezê bi zelalî şîrove bikim.

Girêk, di navbera bêje,  kombêje û hevokan de tên bikaranîn. Her wiha di cîyê ku tê de tên bikaranîn, pêwendîyên wateyê çê dikin û hevok û bêjeyan bi hev ve girêdidin. Eger di kombêje û hevokan de nehatibin bikaranîn, bê pêwendî bin û bi serê xwe bin, bê wate dimînin. Di bikaranînê de bi taybetî hevokan watedar dikin. Bi gorî wateyê didin kombêje û hevokan meriv dikare girêkan, wek jêrîn bibeşîne û di hevokan de bikar biîne.

 

  1. Tevîkirin ( addition )             Ez şorbe, tirşik û savarê mala axê dixwim.
  2. Bijêrî ( alternatif ) Ew bi trênê yan jî bi balafirê tê.
  3. Sedem ( cause )             Tiştek nexwar ji ber ku nexweşbû.
  4. Encam ( conséquence )             Selo nexebitî bû ji ber vê yekê pêşneket.
  5. Neyînî ( négation ) Gulê ne ji malîvanan ne jî ji mêvanan hezdike.
  6. Newekhevî ( concession ) Hindik qezenc dike kîsikê xwe jî tijî dike !
  7. Dijberî ( objection ) Benda min bû dîsa jî ez nahatim.
  8. Armanc ( but )             Ez xebitîm ji bona zarokên xwe.( Ji bona zarokên xwe, ez xebitîm.)
  9. Şert û Merc ( condition ) Ger tu bixebitî tuyê pêşbikevî.( Tuyê pêşbikevî ger tu bixebitî.)
  10. Zeman ( temps )             Tuyê bibînî wexta ku ez hatim.( Wexta ku ez hatim, tuyê bibînî.)

 

Girêkên afirandî tune ne. Her wiha bi gori saziyê bi du beşan tên beşandin.

 

  • Girêkên Xwerû
  • Girêkên Hevedudanî

 

Girêkên Xwerû

 

Girêkên xwerû serbixwe ne û ji bêjeyek pêk tên. « çimkî, feqet, heke, ku, ko, jî, lema, lê, loma, ma, û, lê, ger (eger), ka …»  çend mînakên balkêş yên girêkên xwerû ne. Di hevokan de bikaranîna girêkên xwerû wek jêrîn e.

 

Ez û te biçin.

Ger tu werê.

Min xwar li min ne givirî.

Fersendê bide wî ka ewê ji me re çi bibêje.

 

Girêkên Hevedudanî

 

Girêkên hevedudanî, herî kêm bi du bêjeyan saz dibin. Ji ber ku gotin û bikaranînên wan hatine rûniştandin û qalib girtine, di hevokan de ji hev nayên qetandin û pewiste ku bi hev re bên bikaranîn. Di hevoka « Ne dixebite ne jî birçî dimine » de ji her du girêkan ( ne ) yek kêm bibe, wateya hevokê xirab dibe. ( dixebite  ne jî birçî dimine û ne dixebite  jî birçî dimine.)

 

Girêkên hevedudanî di hevokan de wiha tên nimandin :

 

Ne dixebite  ne jî birçî dimine.

An (yan) mirin  an(yan) jîyan

Ha min gotîye ha te, ferq nake!

Him dixebitim him dixwînim.

Ez tu emê biçin.

 

Çend mînakên girêkên hevedudanî :

 

an… an                       an… an jî                   an……..an na

bes                              çawa… wisa              çi… çi

çi qas… ew qas          dema ku                     dibe ku

di ser de jî                  him… him                  her çend… ew çend

heke na                      heta ku                       hew

him….him jî              lewre                          lê

lê belê                         mixabin                      ji ber ku

nexwe                         qet nebe                     qet nebe jî…

 

  • Ji ber ku ji alîyê sazîyê û wateyê de bi hêsanî bên şîrovekirin, di hevokên jêrîn de girêkên hevedudanî hatine nimandin.

 

 

An mirin an jî serkeftin.

Çawa min lê mizekir wisa min jê hezkir.

Şêr şêr e, çi jin çi mêr e.

Çi qas pere ew qas kîlo.

Ha bibêjî ha nebêjî feyde nake !

Tu here dibe ku ew jî li pey te were.

Heta êvarê werê, heke na

Tu him gulî him jî ruhberî.

Ew kurde lê belê kurdî nizane.

Min tu dîtî, lê mixabin te ez nedîtim.

Wî li min xist di ser de jî giliyê min kir.

Tu nexweşbû lewma ez hatim.

Carinan bi aqile, carinan jî dîne.

Ûso çû bajêr, her wiha birayê min jî pê re çû.

Çima ku min ji te hez kirîye, li min xistin.

Çer ku lê xist, yek bi yek dirêj kir.

Hatibû Wanê da ku bixebite.

Geh diçe  geh tê.

Ne ez bûm zava ne jî tu bû bûk.

Her wekî xûya dike ewê bireve.

Dîyamin di xwaze lê belê bavê min ne qayîle.

Ew qas xebitî dîsa jî ne bû.

Her çend hatin dê ew çend çûn.

Her çend te got jî min ji te bawer nekir.

 

 

  • Girêk di navbera hevokan de û di navbera bêje û kombêjeyan de nebin, bi serê xwe bê wate ne. Her wiha di bikaranînê de, ji alîyê wateyê de, reng û ahengê didin wateya hevokan.
  • Di navbera hevok û bêjeyan de pêwendîya maneyê çê dikin. Gotin û nivîsê herikbar dikin. Ji fonksîyonên xwe yê girêdanê der, wek di mînakên jorîn de jî tê dîtin, pêwendîyên gellek wateyên cuda di hevokê de derdixînên holê.
  • Girêk hergav ji bêjejan cuda tên nivîsandin.
  • Di hevokan de, bi taybetî yên xwerû, bi tenê serê xwe wek hêmanên hevokan nayên hesibandin.
  • Xênjî hinek rewşên awarte bi gelemperî li paş û li pêş girêkan nîşanên xalbendîyê nayên bikaranîn.
  • Her wekî tê zanîn daçek di navbera bêjeyan de têkilîyên wateyê çê dikin lê miqabil girêk jî wek daçekan him têkilîyên wateyê çêdikin him jî bêjeyan û hevokan bi hev ve girêdidin.

 

Nasır KEMALOĞLU

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply