Rêzepirtûkên ku ji bo perwerdeya zarokan ji aliyê Keremo ve hatine nivîsandin (amadekirin), bi navê “Çîrokên Gulê” derketin. Set bi tevahî ji 20 pirtûk, kartpostalek ku wêneyê 28 Navdarên kurd li serê ye û qutiya xwe ya taybet pêk tê.
Pirtûk bi du zaravayên Kurdî, bi Kurmancî û Zazakî, ango Kirdmanckî hatine amade kirin. Ji kaxizên qûşe, bi kaliteya bilind û xêzêwêneyên reng bi rengin. Ji bo ku zarokên we bi hêsanî fêrî kurdî bibin, kurdiya xwe ji bîr nekin, an jî kurdiya xwe bi pêş bixin, divê hûn van pirtûkan bikirin. ji wan re bixweynin û bi wan bidin xwendin. Bila ev zimanê şîrîn, Kurdiya bedew, zimanê me yê dayikê nemire. Li zimanê xwe xwedî derkeve…
Çîrokên Gulê:
- Gulê Diçe Gund
- Gulê û Betlane
- Gulê û Wêne
- Gulê û Hechecik
- Gulê Dikeve Kortika Avê
- Gulê ji Parvekirinê Hez Dike
- Kîvroşka Xwendevan
- Gulê ji Alîkariyê Hez Dike
- Gulê, Kevok û Morî
- Qero û Zivistan
- Gulê Aşî Dibe
- Gulê û Çivîka Piçûk
- Gulê Navê Rojan Fêr Dibe
- Gulê û Xweza
- Gulê û Beqa Avî
- Gulê Diçe Rojbûnê
- Gulê Saetê Hîn Dike
- Gulê Xwarin Çêdike
- Gulê û Dara Sêvê
- Gulê û Moza Keybanû