Gerdeniya Zîv

Vildan Pertav (Kurteçîrok)

Ez û bavê xwe, em di rêyekê de diçûn. Wî erebe diajot ez jî li kelaka wî rûniştibûm û min rê temaşe dikir. Bavê min bi destekî xwe ve dîreksiyon digirt bi destekî xwe ve jî carinan çiya, carinan dar, carinan jî gol û bendav îşaret dikir û bi min re li ser wan diaxivî. Di erebeya bavê min de her tim stranên Ahmet Kaya, Şivan Perwer, Ciwan Heco û yên Dîno dihat lêxistin.

 Em di rê de bûm. Me straneke Şivan Perwer guhdarî dikir. Di nav stranê de peyva  makê derbas dibû. Bavê min ji min pirsî:

-Abla tu dizanî ‘mak’ çiye?                                                                                                                             

Gelo Abla ecêb e? Bi min jî ecêb e lê di zaroktiya min de diya min wisa ji min hezkiriye û heta niha jî malbata min ji min re dibêje Abla.                                                                                                                                                   

Ji ber ku min wekî wî kurmancî nizanibû, min bersiva bavê xwe jî nikaribû bida. Bavê min, ji min re got:

-Hin deran ji dayikê re dibêjin mak. Yanî çawa ku em dibêjin dayê li wan deran jî dibêjin mak.

Piştî vê hevoka bavê xwe min li wî mêze kir. Porê bavê min kêm bibû. Di nav porên wî de hin tayên spî hebûn. Rengê çavên bavê min wek rengê êzingên dara tawîyê ye. Êzingên ku li ber baranê şil bûne û rengê xwe berdane. Paşê jî min riyên wî û simbilên wî mêze kir. Di nav reşbûyîne de cî bi cî spibûn hebû û spîbûnê digot: ‘’Ez êdî li vir im ,roj bi roj dê zêde bibim û reşbûyînê biqedînim.’’ Di bin îşlîgê wî de dîsa xuya dikir ku hin pûrtên wî  jî spî bibûn. Li ser sîngê bavê min xalek mezin hebû. Ew xal li aliyê çepê bû. Mirov dibê qey ew xala reş nîşaneya hêsên wî ye. Bavê min çayê bi demlikan vedixwe. Tutin jî têra wî nake. Cixarekê diqedîne yekî din dipêçe, ji bo vî jî  şîvê nikare pir bixwe. Ez dibêjim dibe ku ji ber van ewqas zeîf e. Cermê wî esmer e. Lê mêze dikim ku ew mirovekî gelek xweşik e. Piştî axaftina me û nêrîna min ya li ser wî min dît ku çavên bavê min xwe hêdî hêdî amedehiya girîyê dikin. Ez ji ber vê giriyam. Ew jî, ji bo min giriya. Em digiriyan û rê nediqediya. Min di çenteyê xwe de qelemek û qaxizek pak derxist. Piştî amedebûna xwe min dest bi nivîsandinê kir. Li ser wê qaxiza pak min wisa nivîsandibû:

Gelek hêstir hene ku ji hêstirbûyînê derdikevin dibin ba û dikevin nav dilê mirov. Ew ba,  bayek wisa ye ku mirov difetisîne, bêbêhn dihêle. Car caran jî kulên bere tev dide. Mirov dadiqurtîne nav hêstên nexweş û mirov dike nav tarîtiyeke birîndar. Ji bo min di nav wan hêstiran de hêstirên bavê min jî hene. Dema ku hêstirên wî dibînim, êşek dikeve nav dilê min ku tu terîfa wê êşê tune ye.

Bavê min mirovekî bihêst e. Dizanim ez jî ji vî aliyî ve dişibîm wî. Wekî gelek mirovên bihêst ew jî ji helbestan hez dike. Cara ewil min navê Ahmed Arîf ji wî bihîstibû. Dîsa Nazim Hîkmet jî bi saya bavê xwe min nas kir. Carinan ji min re helbestên wan dixwîne. Dengê wî hinekî qalind e lê  ev qalindbûyîn mirov qet aciz nake. Dema ku ez zarok bûm min stranê ku wî digotin guhdar dikir. Ew hinekî ji tenbûrê jî femdike. Êvarên ku bikêyf bû strana ‘Batmanê Batmanê’ bi tembûrê lêdixist û digot. Belê bavê min bi dengê xwe yê qalind ji min re helbestan dixwîne. Eşqa min a helbestan bi saya wî destpêkir. Roja ku ketibûm ezmûna YGSyê tê bîra min. Dema ku ji ezmûnê derketim di destê birayê min ê biçûk de pirtûkek hebû. Bavê min ew pirtûka ji bo min stendibû. Pirtûka ku ji min re girtibû ya Ahmed Arîf bû. Ez wê demê qet jibîr nakim, ewqas kêfxweş bibûm ku ezmûn di hişê min de derketibû. Jixwe qet baş jî derbas nebibû.

Dîsa êvareke havînê em li ser sewkiya pêş malê rûniştibûn û wekî her êvarê me piştî şîvê dîsa çaya kaçax vedixwar. Ji min re behsa Nazim Hîkmet dikir. Bi wan çavên xwe yê şilî li min mêze kir û got:

– Abla, tu helbesta Nazim Hikmet ya bi navê ‘Saman  Sarısı’ dizanî.

Bavê min li ser malperê ew helbest dît û ji min re xwend. Di helbestê de ‘Abîdîn Dîno’ derbas dibû. Nazim ji Abidîn re dipirsî  ‘Sen mutluluğun resmini yapabilir misin Abidin?’. Piştî ku helbesta Nazim Hikmet qedand, bersiva Abidin Dino vekir û xwend. Belê  Abidin Dino bi tabloyekê nin, wekî Nazim Hikmet bi helbestekê bersiva wî dabû. Dema ku bavê min helbest qedand ez dîsa di bin bandora hêstên wî de mabûm. Dîsa min fem kiribû ku bavê min mirovekî dikare bihêstên xwe serxweş bike. Ew hêstên ku ez di nav de bûm pir xweş bûn û ez wê şevê bi aram raketibûm.

Bavê min tenê heta lîseyê xwendibû. Ger heta dawîyê bixwenda bi min dê yan bibûya nivîskarek an jî edebiyatnasek. Bavê min bi hêstan dijî. Tu caran ji ber hêstên xwe  fedî nekiriye. Rojekê em li malê  di odeya soba êzingan de rûniştibûn. Ez, diya xwe, bavê xwe û birayê xwe yê biçûk em bi hev re bûn û li derva baran dibariya. Dilopên baranê li pacê diketin. Mirov digot qey di bin wan de agir hebû. Li  cihê xwe nedisekinîn, xwe ber bi jêr dikirin û teslîma bin dara çinarê dibûn. Bavê min li dara çinarê mêze dikir.  Çinara mezin ya ku bi xwe çandibû. Ew ji daran jî hez dike lê zêdetir darên çinarê hezdike. Birayê min ji bavê min pirsî:

-Baba  sebeba mirina Apê Omer çi ye?

Diya min ji birayê min re wekî ku di ber xwe de diaxive got:

-Egîd huşş…

Bavê min bersiv neda Egîd. Agirê ku di bin dilopên baranê de bûn mirov dibe qey îjar jî ketibû bin Egîd.

Hayloo! Êgîd dîsa pirsî:

-Baba Apê Omer ji bo çi mir?

Bavê min bi hêstiran bersiv da Egîd.

Apê Omer apê bavê min bû û hatibû kuştin. Termê wî jî nehatibû dîtin. Belê bavê min ewqas mirovekî bihêst e ku tenê navek û dîrokek wî dike nav hêstiran. Difikirim ger bi tenê navekî ew qas xemgîn dibe dema ku vegere, ê çawa xwe pêbigre û negirî. Difikirim niha, ger ku rêya me biqede ez ê çawa ji bavê xwe veqetim. Mirovekî ewqas ku çavên wî zû şil dibin ez ê çawa berdim û bihêlim ku tenê biçe…

Bi dengê bavê xwe ez veciniqîm û min nivîsandin terikand.

-Abla, em hatin…

Em ji erebêyê peya bûn û bavê min qûtiyeke biçûk direjî min kir. Dîsa çavên wî şil bibûn. Ji nişke ve ket erebê û çû. Mixabin min dizanibû ku ew ê di rê de bigirî. Ez li ser axê rûniştim û min qutî vekir. Di qutiyê de gerdenîyeke zîv hebû. Min ew kir nav deste xwe û di çentê xwe de telefon derxist. Bavê mîn li min digeriya, min bersiva bavê xwe da:

-Abla…

– Baba, rihet here, pir bi suret neçe dibe?

-Temam Abla, hadî ez te maç dikim…

Min telefon girt û ez giriyam. Ji dengê wî xuya bû ku ew jî digiriya… Ez û bavê xwe em ji bo hev digiriyan. Di deste min de gerdeniyek zîv, di deste wî de dîreksiyonek reş….

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply