Ferhengoka Facebookê Kurdî-Tirkî

Agahdarî: Bildirimler

Agahiyên Bingeh: Temel Bilgiler

Agahiyên Têkiliyê: İletişim Bilgileri

Agahiyên têkilîyê û agahiyên bingeh: İletişim Bilgileri ve Temel Bilgiler (Têkîlî û Agahiya Bingeh.)

Alav: Araçlar/Ekipman

Amûr: Alet/ adevat

Agahdariyê bigihîne: Bildirimleri ilet (Ji bedêlabigihîne”, “dehfde” hatiye nivîsandin.)

Agahdariyên te: Bildirimlerin

Alîkarî: Yardım

Astengkirin: Engelleme

Astengkirinê Birêve Bibe: Engellemeleri yönet

Bahwerîyên xwe yên olî lê zêde bike: Dini inancını ekle (Ji bedêla “Bahwerîyên”, “Nêrînên” hatiye nivîsandin.)

Barkêşî: Ulaşım/nakliye

Bajarê Niha: Yaşadığın şehir

Bernameyên tv yê: Tv programları

Bersivê bide: Yanıtla (Ji bedêla “Bersivê”, “bersiv” hatiye nivîsandin.)

Bersivekê binivîse: Yanıt yaz

Betal bike: İptal et

Bê te kîjan lêgerok weke lêgerokên ku tu pir bikartînî tomar kiriyî, binirxîne: Hangi tarayıcıları sık kullandığın tarayıcılar olarak kaydettiğini gözden geçir. (“Binirxîne ku te kîjan lêgerokan tomarkir wekî bi sixletî bikartînî” hatiye nivîsandin.)

Bi giştî tenê heval— dibe ku tu peyamên ji kesên din ku tu dinasî birevînî: Ağırlıklı olarak arkadaşların — tanıyor olabileceğin diğer kişilerin mesajlarını kaçırabilirsin

Bi tevayî heval û kesên dibe ku tu nas dikî: Ağırlıklı olarak arkadaşların ve tanıyor olabileceğin kişiler ( ji bedêla “Bi tevayî”, “Gelek” hatiye nivîsandin.)

Bi xêr hatî facebookê: Facebooka hoş geldin

Bibe heval: arkadaşı ekle

Biecibîne: beğen

Bibîne Wek: Başkasının Gözünden Gör

Bigire: Kapat

Bihundirîne: Dahil et

Bijîjşk: Doktor

Bikarhêneran asteng bike: Kullanıcıları engelle.

Bipejirîne: Onayla

Bîranîyên têketinê: Giriş uyarıları (ji bedêla “bîranîyên” “agahdarîyên” hatiye nivîsandin.)

Bişopîne:Takip et

Cih: yer

Cihê Ku Têketin kirîye: Giriş Yaptığın Yer (Cihê Ku Tu Jê Têketiye)

Cihên gelemperî: Kamusal alan

Cihên Ku Tu Lê Jiyayî: Yaşadığın Yerler

Cil û berg: Giyim

Danîşîna niha: Mevcut oturum

Danûstendinên xwe yên demeke nêzîk bibîne: Yakınlardaki alışverişlerini gör. (Kirînên xwe yên dawîn bibîne.)

Daxwazên çalakiyan asteng bike: Etkinlik davetlerini engelle

Daxwazên Hevaltiyê Nû Nînin: Yeni arkadaşlık istekleri yok

Daxwazên sepan û tevgeran: Uygulama İstekleri ve Hareketleri (Ji bedêla “Tevgeran”, “çalakîyê” hatiye nivîsandin.)

Daxwazên sepanan asteng bike: Uygulama davetlerini engelle

Dema biha bên nişan dan û di danûstendinan de wê lîreya Tirk bê bikaranîn.: Fiyatlar gösterilirken ve alışverişlerde Türk Lirası kullanılacak (Pereyê derbasdar dê bê nîşandan û kirîn wekî Lîreya Tirka)

Dema ku kesek din biceribîne ku têkeve hêsabê te agahdarî bistîne.: Herhangi biri yeni bir cihazdan veya tarayıcıdan senin hesabına giriş yaptığında uyarı al.

Dema ku te ji yekî vexwendîyên sepanê asteng kir, tu yê di pêşerojê de daxwaziyên sepanê yên ku ew hevalê te bişîne ji ber xwe ve tune bihesibînî: Birisinden uygulama davetlerini engellediğinde, o arkadaşının gelecekte göndereceği uygulama isteklerini otomatik olarak yok sayarsın. (Carekî ku tu vexwendinên sepanan ji kesekî asteng bikî, tu dikî xwebarî ji wê hevalê daxwazên sepanan red bikî. Asteng kirina vexwendinan ji hevalekî bijartî, bitikîne li girêdana ”Hemû Vexwendinan Ji Vê Hevalî Asteng Bike” li bin daxwazên te yên dawîn)

Dema ku te rûpelek asteng kir; êdî ew rûpel nikare bi şandiyên te re têkîldar bibe, nikare şîroveyên te neecibîne û bersîvê bide. Tu jî nikarî di demnameya rûpelê de parvekirinê bikî û tu nikarî peyamê ji rûpelê re bişînî. Eger ku te rûpel ecibandibe, ku tu bê astengkirin, tu yê dev ji ecibandina rûpelê û şopandinê biqerî: Bir Sayfayı engellediğinde, bu Sayfa artık gönderilerinle etkileşimde bulunamaz, yorumlarını beğenemez ve yanıtlayamaz. Sen de Sayfanın Zaman Tünelinde paylaşımda bulunamaz ve Sayfaya mesaj gönderemezsin. Sayfayı beğendiysen, engellediğinde Sayfayı beğenmekten vazgeçer ve takip etmeyi bırakırsın. ( Carek ku tu Rûpelekî asteng bikî, ew Rûpel êdî nikaribe bi şandiyên te re têkîldar bibe an jî şiroveyên te biecibîne an jî bibersivîne. Dê tu nikaribî li ser Demnameya Rûpelê jî peyaman bişînî ji Rûpelê re. Eger aniha tu Rûpelê diecibînî, astengkirina wî dê ecibandin û şopandinê jî rake)

Dema ku te sepanek asteng kir; ew sepan, ji ser Facebookê nikare bi te re têkeve têkilîyê û nikare agahîyên te yên ji herkesî re vekirî bistîne: Bir uygulamayı engellediğinde, uygulama Facebook üzerinden seninle iletişim kuramaz ve senin herkese açık olmayan bilgilerini alamaz. (Carek ku tu sepanek asteng bikî, ew dê êdî bi te re nikare têkîlî dayne an jî agahiya te yê negiştî hilde raste rast li ser Facebookê)

Dema ku te vexwendiyên çalakîyên ku ji yekî tên asteng kir, tu daxwazîyên çalakîyên ku di pêşerojê de ji vî hevalî bên ji ber xwe ve tune dihesibîne: Birisinden gelen etkinlik davetlerini engellediğinde, bu arkadaştan gelecek etkinlik isteklerini otomatik olarak yok sayarsın. (Carekê tu ji kesekî/ê vexwendinên bûyeran asteng bikî, Dê êdî bi xwe daxwazên wê/î bên astengkirin)

Dema te yek asteng kir, ew kes nikare tiştên ku te di demnameyê de parve kiribe bibîne, nikare te nişan bike, nikare te vexwendî kom an jî çalakîyan bike, nikare bi te re dest bi axaftinê bike û nikare te weke hevalekî lê zêde bike. Nîşe: Sepan, lîstik an jî komên ku hûn herdû beşdarî wan dibin, ne tê de ne: Birini engellediğinde, bu kişi senin zaman tünelinde paylaştığın şeyleri göremez, seni etiketleyemez, seni etkinliklere veya gruplara davet edemez, seninle konuşma başlatamaz ve seni arkadaş olarak ekleyemez. Not: Buna ikinizin de katıldığınız uygulamalar, oyunlar veya gruplar dahil değildir. (Carek ku tu kesekî asteng bikî, ew kes dê nikaribe tiştên ku tu bişînî li ser demnameya xwe bibîne, nikaribe axaftinek bi te re çê bike, an jî te wekî hevalek lê zêde bike. Nîşe: Ew dê sepanan, lîstikan an jî koman bi hev re nahundirîne)

Demname û Nîşankirin: Zaman tüneli ve etiketleme

Derbar: Hakkında

Derbarê veşartîya koman de zêdetir hîn bibe: Grupların gizliliği hakkında daha fazla bilgi al. (Ji bedêla “veşartîya”, “taybetîya” hatiye nivîsandin.)

Derbarê Peredanên Facebookê de bêhtir hîn bibe: Facebook Ödemeleri hakkında daha fazla bilgi al.

Derhêner: Yönetmen

Derkeve: Çık

Derman: İlaç

Destpêk: Ana Sayfa

Destûryarî Stend: Mezun oldu (Ji bedêla “Stend”, “Girtin” hatiye nivîsandin.)

Di facebookê beşdarî civaka xwe bibe: Facebook’taki taraftarlarının arasına katıl.

Dibe Çî te ?: Neyin olur (Têkiliyê vebijêre)

Dibistan: Okul

Dîroka Danûstendinê: Alışveriş geçmişi (Ji bedêla “Danûstendinê”, “kirînê” hatiye nivîsandin.)

Dîroka Rojbûnê: Doğum Tarihi (Ji bedêla “Dîroka”, “Roja” hatiye nivîsandin.)

Dişopîne: Takip ediyor.

Doz an jî civat: Dava veya topluluk (Ji bedêla “Doz”ê “Sedem” hatiye nivîsandin.)

E-peyam: E-posta

Endam: Üye

Endamê/a Malbatê: Aile bireyi

Endazyarî: Mühendislik/ İnşaat

Erêkirinên Têketinê: Giriş Onayları

Ewlehî: Güvenlik

Ewlehiya Hesaban: Güvenlik Hesapları (Ji bedêla “Hesaban”, “Hesabê” hatiye nivîsandin.)

Ez li ku derê karim kesên ku tiştên min yê parvekirî an jî nişankirî dikarin bibînin binirxînim ?: Paylaştığım veya etiketlendiğim şeyleri görebilen veya bulabilen kişileri nerede gözden geçirebilirim? (Ez li ku derê dikim binirxînim ka kî dikare tiştên ku min şandiye an jî tê de nîşankirî me bibîne an jî lêbigere?)

Ez dixwazim peyamên kî/kê bên peyamdanka min?: Kimlerin mesajlarının gelen kutuma düşmesini istiyorum. (Ji bedêla “dixwazim”, “naxwazim” hatiye nivîsandin.)

Ezê çawa bikaribim kesên ku min aciz dikin asteng bikim?: Birinin beni rahatsız etmesini nasıl durdururum?

Facebookê de kî dikare li navnîşana enameya te ya tomarkirî bigere û te bibînî?: Facebook’ta kayıtlı e-posta adresini aratarak seni kimler bulabilir? (Kî dikare bibîne bi bikaranîna epeyama te ku peydakiriyî?)

Ger/seyran: Seyahat

Germahî: Sıcaklık

Gihîştina dawî: Son Erişim

Girtî: Kapalı

Giştî: Herkese açık

Guherînan tomar bike: Değişiklikleri kaydet

Hat Qeydkirin: Kaydedilenler

Hefteya paşîn herî zede hat dîtin: Geçen hafta en çok görülenler

Hemû: Tümü

Hemû Bikarhênerên Astengkirî Bibîne: Engellenen Tüm Kullanıcıları Gör

Hemû sepan:Tüm uygulamalar

Herkes: Herkes

Herkes dikare komê û kesên ku tê de ne bibînin: Herkes grubu bulabilir ve üyelerini görebilir.

Herkes; dikare komê, endamên komê û şandiyên endaman bibine: Herkes; grubu, üyelerini ve gönderilerini görebilir.

Hesabê xwe neçalak bike: Hesabını dondur

Heval: Arkadaşlar

Hevalê/a Hevpar: ortak arkadaş

Hevalên xwe vexwîne: arkadaşlarını davet et

Hevalan bibîne: Arkadaşlarını bul

Hevalên hevalên min: Arkadaşlarımın arkadaşları

Havalên nêzîk: Yakın arkadaslar

Hevalên te yên ku te ew bi lîsteya sînordarkirî ve zêde kirine, ew tenê dikarin agahî û şandiyên te yên ku te bi her kesî re parve kirine bibînin: Kısıtlılar listene eklediğin arkadaşlar senin sadece herkese açık yaptığın bilgilerini ve güncellemelerini görebilir. Facebook Kısıtlılar listene eklediğin arkadaşlarına bununla ilgili bir bildirim göndermez. (Wexta te hevalan li lîsteya Sînordarkirî zêde kir, êdî ew kesan tenê dikarin agahiyên te û şandiyên te yên ku te bi her kesî re parve kiriye bibinin.)

Hunermend, kom an jî Kesê navdar: Sanatçı, grup veya Tanınmış kişi (Ji bedêla “kesê navdar”, “fîgûra giştî” hatiye nivîsandin.)

Hunermend: Sanatçı

Hûrguliyên Derbarê Te: Hakkındaki Detaylar

Ji bo dîtinê tu dîroka piştgiriyê ya te tune: Görüntülenecek destek geçmişin yok.

Ji bo şandinê: Göndermek için

Ji komê veqete: Gruptan ayrıl

Ji xwe te kodeke piştrastkirinê wergirtiye?: Onay kodunu zaten aldın mı? (Ji xwe kodekê piştrastkirinê wergirt?)

Kar û Perwerdehî: İş ve Eğitim

Karakterê honakî: Hayali karakter (Karaktere honakî.)

Kardêr: İş veren

Karê heremê an jî cih: Yerel İşletme veya Yer (Ji bedêla “Karê”, “kare” hatiye nivîsandin.)

Kargeha piçûk: Küçük işletme (Ji bedêla “Kargeh”ê “Bazirganiya” hatiye nivîsandin.)

Kategoriyekê hilbijêre: Bir kategori seç

Kesayetiyek naskirî: Tanınmış kişi

Kesên din çi li ser demnameya min dibînin?: Başkaları zaman tünelimde neleri görüyor?

Kesên Dibe Ku Tu Nas Dikî: Tanıyor olabilceğin kişiler

Kesên nas: Tanıdıklar

Kevala piştgiriyê: Destek Panosu

Kî dikare bi min re têkîliyê deyne?: Benimle Kimler iletişim kurabilir ?

Kî dikare bi min re têkîlî dayne?: Benimle kimler iletişim kurabilir?

Kî dikare daxwaza hevaltiyê ji min re bişîne?: Bana kimler arkadaşlık isteği gönderebilir?

Kî dikare ji te re daxwaziyên hevaltiyê bişîne?: Sana kimler arkadaşlık isteği gönderebilir ?

Kî dikare li min binêre?: Aramada beni kimler bulabilir ? (Kî dikare bibîne bi bikaranîna nimreya telefonê ku te peydakiriyî?)

Kî dikare li nimreya telefona te ya qeyitkirî bigere û te bibîne ?: Facebook’ta kayıtlı telefon numaranı aratarak seni kimler bulabilir? (Kî dikare bibîne bi bikaranîna nimreya telefonê ku te peydakiriyî?)

Kî Dikare Min Bişopîne: Beni Kimler Takip Edebilir

Kî dikare parvekirinên min bibîne?: Paylaştıklarımı kimler görebilir ? (Ji bedêla “parvekirinên” “amûrên” hatiye nivîsandin.)

Kî dikare şandiyê min ê pêşerojê bibîne?: İleride paylaşacağım gönderileri kimler görebilir?

Kodmatîk: Kodmatik

Kolej an jî Zanîngeh: Kolej/üniversite

Kom: grup

Komê biafirîne: Grup kur

Komeke nû biafirîne: Yeni grup kur (Ji bedêla “Komeke”, “Komeka” hatiye nivîsandin.)

Komên Herêmî: Yerel gruplar

Komên Hevalan: Arkadaşların grupları

Komên nû: Yeni gruplar

Komên Pêşniyarkirî:Önerilen Gruplar

Komên Te: Grupların

Kontrola mîhenga Veşartîyê: Gizlilik Ayarı Kontrolü (Konrola Nihêniyê)

Kovar: Dergi

Kurtasî: Özet

Kurtebirên Veşartîyê: Gizlilik kısayolları

Leçûn: Ödemeler

Lêgerîna Agahiyên Sereke: Arama Temel Bilgiler

Lêgerîna tevgerê: Hareket araması ( Ji bedêla “tevgerê” “çalakî” hatiye nivîsandin.)

Lêgerok û Sepanên Te: Tarayıcıların ve Uygulamaların

Li Hevalan Bigere: Arkadaş ara

Li ser demnameyê zêde bike: Zaman tüneline ekle. (Ji bedêla “zêde” “zede” hatiye nivîsandin.)

Li ser Facebookê Reklamê Bide: Facebookta reklam ver.

Li ser Facebookê û bi E-peyamê: Facebook üzerinde ve E-postayla

Serboriyên hevalên te: Arkadaşlarının önemli gelişmeleri

Lîga werzîşê: Spor ligi

Lîsteya Sînordarkirî: Kısıtlılar Listesi

Lîsteyê Sererast Bike: Listeyi düzenle

Lîstik: Oyun

Malbat: Aile

Mal & jiyan: ev ve yaşam

Malbat û Têkîlî: Aile ve ilişkiler

Malperekê lê zêde bike: Bir internet sitesi ekle

Mamoste: Öğretmen

Marka an jî berhem: Marka veya ürün

Mayîna Hesabê: Hesap Bakiyesi

Mêr: Erkek

Meriv: Akraba (Endamên malbatê)

Mîheng: Ayarlar

Mîhengên Agahdarîyê: Bildirim Ayarları (Ji bedêla “Mîhengên”, “eyarên” hatiye nivîsandin.)

Mîhengên ewlehiyê: Güvenlik Ayarları (Ji bedêla “Mîhengên”, “eyarên” hatiye nivîsandin.)

Mîhengên giştî yên hesabê: Genel Hesap Ayarları.

Mîhengên Mobîlê: Mobil Ayarları (Ji bedêla “Mîhengên”, “eyarên” hatiye nivîsandin.)

Mîhengên Peredanê: Ödeme Ayarları (Ji bedêla “Mîhengên”, “eyarên” hatiye nivîsandin.)

Mîhengên veşartîyê û alavan: Gizlilik Ayarları ve Araçları (Eyarên Taybet û Alav)

Muzîkjen: Müzisyen

Navê bikarhêner: Kullanıcı adı

Navenda alîkariyê: Yardım Merkezi

Navnîşana xwe lê zêde bike: Adresini ekle

Hesabê din lê zêde bike: Başka hesaplar ekle

Nêrîna Giştî: Genel Bakış

Nêrîna xwe ya siyasî lê zêde bike: Siyasi Görüşünü ekle

Nivîskar: Yazar

Neecibîne: Beğenme

Niqurçandin: Dürtmek

Nirxandin: Değerlendirme

Nîşe: not

Nuçedang: Haber kaynağı

Parve bike: Paylaş

Parvekirin: Paylaşım

Parzunkirina Sereke: Temel Filtreleme

Parzunkirina Teqezî: Mutlak Filtreleme (Ji bedêla “Teqezî”, “kîp” hatiye nivîsandin.)

Paşve: Geri

Peldankê lê zede bike: Dosya ekle (Ji bedêla “Peldankê”, “Pelan” hatiye nivîsandin.)

Perê Bijartî: Tercih Edilen Para Birimi

Peredan /Lêçûn: Ödemeler

Peredanên Radestanê: Teslimat ödemeleri (Navnîşana Barkêşkirinê)

Pesendkirina demnameyê: Zaman tüneli onayı (Ji bedêla “Pesendkirina” “Nirxandina” hatiye nivîsandin.)

Pêşniyarkirî: Tavsiye edilen

Pêşve: İleri

Peyam: Mesaj

Peyamdank: Gelen Kutusu

Peyameke Nû: Yeni Mesaj

Peyamnêr: Haber programı sunucusu

Pirsgirêkekê Ragihîne: Bir sorun bildir

Pirtûk:Kitap

Pirtûkfiroş: Kitapçı (Ji bedêla “Pirtûkfiroş”, “Firoşgeha pirtûkan” hatiye nivîsandin.)

Pirtûkxane: Kütüphane

Qeyda tevgeran: Hareketler dökümü (Ji bedêla “tevgeran” “çalakiyê” hatiye nivîsandin.)

Qeyda tevgeran Bikarbîne: Hareketler dökümünü kullan

Reklamê Biafirîne: Reklam oluştur

Rewş: durum

Rewşa têkîliya xwe lê zêde bike: İlişki durumunu ekle

Rewşê Nû Bike: Durumu Yenile

Rêya Peredanê: Ödeme yöntemleri

Rojbûn: Doğum günü

Rojnamevan: Gazeteci

Tenê endam dikarin komê û şandiyên komê bibinin: Sadece üyeler grubu bulabilir ve gönderileri görebilir.

Tenê endam dikarin şandiyan bibînin: Sadece üyeler gönderileri görebilir.

Tevgerên di derheqê te de: Seninle ilgili Hareketler

Tor: Ağ

Ti Navnîşana te ya tomarkirî tine ye: Kaydedilmiş hiçbir adresin yok (Qet navnîşanên te yê tomarkirî tune”

Ti metoda te ya peredanê ku hatiye tomarkirin nîne: Kaydedilmiş bir ödeme yöntemin yok (Ti metodên te ya peredanê ku hatiye tomarkirin nîne)

Tu agahdariyan çawa distînî: Bildirimleri Nasıl Alırsın

Tu çi difikirî: Ne düşünüyorsun ?

Tu dikarî ji bo ku kesek, parvekirinên te yê di demnameyê de nehêle ku bibîne an jî bi te re dest bi axaftinê neke û ji nav hevalên xwe derxî, wî kesî asteng bike: Birisini arkadaşların arasından çıkarmak ve seninle konuşma başlatmasını veya zaman tünelinde paylaştığın şeyleri görmesini önlemek için engelleyebilirsin. (Tu dikarî kesan asteng bikî da ku wana ji nav hevalan derxî û xwe ji wan biparêzî ji axaftinê bi wan re û ji bo dîtina şandiyên li ser demnameya te

Tu dixwazî lêgerokên din bên girêdan li ser demnameya te?: Diğer arama motorlarının zaman tüneline bağlantı vermesini istiyor musun? (Ji bedêla “demnameyâ” “demnameyê” hatiye nivîsandin.)

Tu yê di derbarê çi de agahdarîyan bistînî: Neler Hakkında Bildirim Alacaksın (Tu Derbarê Çi De Agahdarî Hildidî?)

Vebijêrkên nûçedankê: Haber kaynağı tercihleri.

Vekirî: Açık

Veşartî: Gizli-lik (Ji bedêla “Veşartî”, “Taybetî” hatiye nivîsandin.)

Veşêre: Gizle

Vexwendinan asteng bike: Davetleri engelle

Welat: Memleket

Wêne: Fotograf

Wêne/Vîdeo Barke: Fotoğraf /Video ekle

Wênedank: Albüm

Wênedankekê Biafirîne: Fotoğraf albümü oluştur.

Wênekêş:Fotoğrafçı

Wêneyan lê zede bike: Fotoğraf ekle

Werzişvan:Sporcu

Xelata muzîkê: Müzük ödülü

Yên din: Diğer

Zayend: Cinsiyet

Zêdetir bibîne: Daha fazla gör

Zêdetir bizane an jî mînakan bibîne.: Daha fazla bilgi al veya örnekleri gör

Zêdetir Eyaran Bibîne yan jî serî li Bingehên Veşartî bide: Diğer ayarları gör veya Gizlilikle ilgili temel bilgiler’i ziyaret et. (Ji bedêla “Mîhengên”, “eyarên” hatiye nivîsandin.)

  • Amadekar: Zîwer Îlhan
  • NÎŞE: Peyvên ku ji yên me cudatir in û Facebookê bikaraniye me di nav kevaneyan de şanî kir.

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply