Ezbenî! Va payîz hat û darên wê têne hejandin… Ew payebûna derewîn ji wan re nema… û şev bi dûv şevê de rêz dibin.
Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne… Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de şîn tên, jibîr nakin…
Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin..! Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bikenin..! Ji ber ku zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye… Ew mîna gehayê ser bêndera ne, tu carî nikarin bibin mîna darên di hewşa min de… Tevî wilo jî, pêwîste em bi wan re bi gurnijin û bikenin, li wan guhdarî bikin û baweriya wan bînin ku ew rastin..!
Belê ezbenî bilive pêş! Li paş nezîvire… Jiyan bê rawestandine û her dem dar şipya ne û şipya dimir in…
Ezbenî! Va payîz bi lez û bez êrîş dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan şanî me dide… Dibe sibe an dusibe baran bibare, serpêhatî bibin dengvedan û tevlî xuşxuşa ava çemên ku berê wan li deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gehayê di hewşa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye.
Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û şapa ku ji çiya tê xwarê, zû bi zû razanê ji xew şiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, pişta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin… Erê bahozekê û bi hêviya ku yekîtî di asmanê welatê me de şiyar dibe…
Konê Reş, Qamişlo, 28.10.2016
Çandname