Sûdê kuncî bo bedena mirovan

Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin.

Dema kuncî digehin, wek genim tên çinîn û bi gurzan heyamekê tên hiştin da ku baş bigehin û qaşûlên wan hişk bibin. Paşê tên daweşandin.

Bikêrhatinên kuncî: 1-Pêşîya qebizbûnê û edavan digire. 2- Heke bê vexwarin, ji bo rûvîkan gelek baş e. 3- Hinekî qelewiyê dike. 4- Ji bo  rêlibergirtina edavan dibe alîkar. 5- Ji bo xistina kevirên sefrê tê bikaranîn. 6- Hêza zayendî (cinsî) zêde dike. 7- Li hember bêdesthilatdarî, bêhntengî û bronşîtê bikêrhatî ye. 8-Taybetiya wê ya antîoksîdan heye. 9- Aşikê rahet dike .10 – Kolesterol û şekirê xwînê dadixe. 11- Pêşiya penceşêran, xasma ya pişikê digire. 12- Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn. 13- Çerm û por nerm û xweşik dike. 14- êşên bedenê dikêşe û hwd.

Di derbarê kunciyan de Prof  Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje :” Di tibê de nebatek şîfayî ya pileya duwem tê hesibandin, lewre zêde lêkolîn li ser nehatine kirin. Lê Japon, ji her 2-3 mehan carekê ji bo paqijkirina bedenê li bedena xwe dixin û piştî 30 deqîqan xwe dişon”.

Prof Dr. Ahmet Marankî, Zûlfîye Erdem û Mufîye Akin dibêjin : “ Nirxa  wê ya xwedîkirinê bilind e. Ji bo xistina kevirên sefrayê bi fayde ye. Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn; zikêş û qebizê ji holê radike, aşikê hêsan dike. Di lêkolînên li ser heywanan hatine kirin de tesbît bûye ku şekirê xwînê daxistiye. Heft cûreyên êşbirên hevgirtî dihewîne. Bedenê nerm û xweşik dike. Ji bo nexweşiya şekir û sotiniyan bi fayde ye”.

Bikaranîn : 1- Rûnê masajê. 2- Xwarin.

1-     Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û paşê xwe bişon. Heke hûn karê giran dikin û diwestin (dibetilin –mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pişta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xweş bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî  xweştir be.

2-    Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê (sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer (bronz) bibe .

3-    Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de kişil (kils) heye û êşên giran dikêşînin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê hinek rûnê tirincok (melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be.

4-    Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe.

5-    Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bireşînin.

Çavkanî: zagrosn.com

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply