FERHENGA FELSEFÊYÊ DERKET!

Weşanxaneya Nayê dest bi weşandina rêzapirtûkên civaknasî û felsefê kir.

Derheqê Pirtûka Ferhenga Felsefeyê wiha ye:

Me berê jî ragihandina weşandina rêzepirtûkên Êzdiyatiyê û Avestolojîyê kiribû. Û me heya nih ji wan rêzepirtûkan çend pirtûk çapkirin.

Ji rêzepirtûkên civaknasî û felsefêyê berhema ewil  ferhenga felsefê ya civaknasê kurd Alî Gurdilî ye. ‘Ferhenga Felsefeyê’ (Dictionary of Philosophy, Felsefe Sözlüğü) çapa taybet derket. Ferheng, bi kurdîyeke zelal û paqij hatiye nivîsandin û bi qalîteyekê baş, hate çapkirin. Di ferhengê de, ji hezaran zêdetir têgihên felsefeyî û feylesof û felsefeya feylesofan, hatine danasîn û di dawiya nasandina têgihan de têgihên bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên a4 pêk. Berga ferhengê kartonî(mukawe) û bi cîld e. Bi hûrbijarî û bi kitekit, bi qasî 1100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin. Meriv dikare bibêje ku ev xebat, xebateke demdirêj e û bi qasî, bîst salan berdewam kiriye. Di dawîya ferhengê de, ferhengok û indexek (rêzik) heye, ku dê karê xwendevanan bêtir hêsan bike.

 

Wekî Weşanxaneya Na yê em jê bawer in ku felsefe jî, yek ji wan nirx û çalakiyên mirovî ê dema me ye û ne kêmtirê zanist, wêje û hunerê ye. Loma jî, me biryar daye ku em piştgirîya kar û xebatên felsefeya kurdî bikin. Xebatên koma felsefevanên kurdîziman, bi dirûşmeya ‘felsefe, bi kurdî xweş e.’ di bîr û raya kurdî de tê zanîn û hêjayî gotinê ye ku gelek kesen di komê de cih girtine, xizmeteke baş kirine ji bo çand û zimanê kurdî. Vekirina Malpere û Kovara Felsefevan û gelek komên li ser medya sosyal, encama xebatên wan in û ku di karên xwe de, hê jî berdewam in.

 

Mijar û xebatên derbarê felsefeyê de, hêja ne ku meriv piştgirîya wan bike, bixwîne û bide xwendin. Loma jî, beradayî nehatiye gotin ku ‘felsefe, jiyan bi xwe ye.’ Heke wiha be û felsefe jî perçeyeke jiyana me be, lazim e ku ev xebat bi zimanê kurdî jî werin kirin û heqê xwendevanên kurdî ye ku van mijarana bi zar û zimanê xwe î şîrîn jî bixwîne û fêr bibe. Girêdayî vê xalê, em  amadekariya çapkirina seta felsefeye jî dikin ji bo di demekê nêz de çap bikin û bi vî hawî jî, bikaribin xizmeta çand û zimanê kurdî bikin.

 

 

Alî Gurdilî, civaknas û felsefevan e. Di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan (Misirc) hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980an de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê pazdeh sal in hewl dide ku di hinek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Xwenas, Felsefevan û Ajda’yê de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Berpirsiyar û edîtorê malper û Kovara  Felsefevan e.

 

Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin.

1- Dengê Felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî – Weşanên Doz – Gulan 2007

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’Weşanên Evrensel.

Stenbol 2015

4- Destpêka Felsefeyê – Weşanên Soran- 2015

5- Antolojiya Feylesofan. Weşanên Soran. 2015

 

 

Li Ser Navê Weşanxaneya Na’yê

Berfo Barî  

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply