Felên Tiyarê (Çel – Hekar) Beşa – I

Beri em dest bi nivîsa xwe bikîn nave Fele ji rastiya cotkariyê hatiye ku bi zimanê Semitîk FELAHÎ yanî cotkarî ye. Felên Kurdistanê wek netew binyat Asur û Babilin. Bi hezaran salane li ser xaka Kurdistanê li gel Kurdan bi hev re  dijîn. Li Kurdistanê herî devera ku şûnwarên Mesihiyan lê hene Devera Hekar û Behdînane. Navenda Feleyên Navîn a Kurdistanê Tîyarê ye ya ser bi Qeza Çela Hekariyê ve ye. Li Gorî hin vekolînan di sedsala dawî de, hejmara Feleyên Geliyê Zêpara (Geliyê Zê) ji 50 Hezarî zêdetir bûne. Di serdama desthilata Asuran de heta niha li ser vê xakê bi cîh bûne û li gel Gelê Kurd bi hev re jîyane. Di serdema Bizansiyan de, Mezhebê Nasturî harikariyek baş bi armancên sîyasî ji Farsan wergirtine ku wek Mezhebek Xirîstiyanî pêşket. Yanî Farsan di serdema Bîzansiyan de, Mezhebek Xirîstiyanan rakêşa gel xwe kir û piştgirî dayê û dubendi di navbera mesihiyan de bi hêztir kir ku felsefeya Nasturyus wek pêlekê (ayinek rojhilata navîn ya mesîhî) pêşket.

Xirîstiyanî (Mesîhîtî)

Ola Mesîhîtiyê, beriya 2 hezar salan li Rojhilata Navîn, bi pêşengiya Îsa pêxember peyda bû. Di destpêka wê de, ne bi rêka wek hoz, eşîr, netew û qewmekî taybet hat destpêkirin. Wek tevgereke xweser a mirovahiyê û azadiya civakê derket holê. Felsefeya wê, bi azadî, biratî, wehhevî û rizgariya civakê dest bi tevgerê kir. Bi taybetî yên li derdora Îsa cih digirtin, hin tarîqatên zilmlêkirî bûn, derdorên hejar, feqîr, koçber, bêkes, kole û gundî bûn. Di nav civakê de, çîna civakê ya serdest, dewlemend cih nedigirt û li dij derdiketin. Ev xebata Îsa pêxember, li deverê dest pê kir ku bazirganiya pêşketî, çîna civakê ya dewlemend, desthilatdariya dewleta Romayê lê xwe îfade dikir û desthilatdar bûn, Îsewîtî derket pêş. Jixwe pertûka Încîlê, ji name, rîsale û jiyana Îsa pêk tê. Em dikarin bibêjin Încîl kurtejiyana Îsa pêxember e. Îsa pêxember ji tarîqata Eseniyan û waftîzvan Yehya bi tesîr bûye û li gorî vê felsefeya xwe li dijî waliyên Romayî yên desthilatdar derdikeve. Felsefeya bingehîn a baweriyê jî, Bab, Kur û Ruhil Quds e. Yekcar feslefeya Îsa, wek tovekî biçûk li ser zeviyê hat reşandin û çandin. Paşê ji layanê rêxistinkirina 12 hawariyan ve di nav civakê de hat belavkirin. Lê tesîra wê piştî sed, du ed salan di nav civakê de bi cih bû. Yên ku felsefeya Xirîstiyaniyê belav kirin, piştî çarmixkirina Îsa pêxember (zayînî 34), hawarî, ezîz û ezîze bûn. Yanî ne weke hêz û rêxistineke serhildanê weke rêxistineke propagandeyê dest bi belavkirina felsefya mirovahî, azadî û wekheviya civakê ya Îsa kirin. Piştî çarmixkirina Îsa Pêxember, E. S. Paul cih digire ku di belavkirin û rêxistinkirina Îsewîtiyê de, dibe pêşeng û gavên girîng yên komîserhevkirinê tavêje. E. S. Paul, li Tarsûsê Xwedê daye û li Şamê miriye. Încîl bixwe di serdema Îsa de ango sedsala 1’yekemîn de, bi şêwazeke nivîskî nîn e. Piştî sedsala 2’yemîn û 3’yemîn, tê nivîsandin. Çar caran Încîl hatiye nivîsandin. Her Încîlek jî, naverok her çiqas wek hev be, lê uslûb û babet hinek caran cuda ne û cih diguherînin. Yek ser bi gotinên Xwedê bi nav nake, di nav babetan de hin caran navê Xwedê derbas dibe. Ji tesîra Grekoroma, Mûsewîtî û felsefeya yekxwedayî ya Îbraniyan jî, sûd wergirtiye. Civakên Rojhilata Navîn ji şerê Romayî û Sasaniyan bêzar dibin û ji leşkeriyê direvin. Cihê xwe di nav refên Xirîstiyanan de digirin. Bi taybetî civakên wek Asûrî, Ermen û Grek ku di bin desthilatdariya Romaya Rojhilat Bîzansê û Sasaniyên Rojhilata Navîn de bûn, dibin Mesîhî. Di sedsala 3’yemîn û 4’emîn min de, rêxistinên keşîş, ezîz û ezîzeyan gelek pêş dikevin. Êdî Romaya Rojhilat Bîzans Îsewîtiyê wek ola fermî dipejirîne. Ev pejirandin ji layanê Împarator Konstantîn ve, di sala 312’an de, li Roma Rojhilat û li Stembolê tê îlankirin. Bi vê daxuyaniya fermî ya ola Xirîstiyaniyê, pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Yek ji civîna bingehîn a Xirîstiyaniya devera Romaya Rojhilat civîna sala 325’an a bi navê Konsula Îznîkê bû. Êdî bi şêwazeke fermî di nav şahristaniyê de, dêr tên avakirin, dêrên Suryanî (bi rêya mezhebê Nastûrî), Ermen (mezhebê Gregoryan), tên avakirin. Heman ol di sedsala 5’emîn û 6’emîn de, ber bi Ewropayê ve jî belav dibe û ji layanê civakê ve tê pejirandin. Lê li Kurdistanê civakên ku destpêkê Xirîstiyanî pejirandin û dest bi tevgêra propagandeyê kirin, civakên Suryan, Kildan û Erman bûn. Keşîşên Suryanan di belavkirina Xirîstiyaniyê de, ji Deryaya Spî heta Hindistanê bandor kirin. Dêrên ewil ên Xirîstiyanan li Kurdistanê Mêrdîn, Nisêbîn, Amed û Semsûrê ji layanê Suraniyan ve hatin avakirin. Bakurê Kurdistanê Serhadê ji layanê civaka Ermenan ve, li navenda Kurdistanê wek Hekar û Behdînan ji layanê Kildanan ve ku bi binyata xwe Babîlîe ve hatin avakirin. Li Ewropayê bi reformîzekirina dêran wek cudabûnên fikir û mezheban katolîk, protestan û ortodoksan, dewletên serdest li gorî nijad û desthilatdariya xwe, dêr birêxistin kirin û destak danê. Ola Xirîstiyaniyê li Kurdistanê hem ji ber tesîra ola Mîtrayî û Manîtiyê, bi zehmetî derbas bibe jî, lê dîsa ji layanê civakên mijara gotinê ve, hatin pejirandin û bandoreke mezin li ser civakê kir. Em dikarin bibêjin dêrên herî kevn ên destpêka cîbicîbûna Xirîstiyaniyê li Kurdistanê hatine avakirin. Navenda wê jî, Mêrdîn, Serhad, Nisêbîn, Amêdî, Geliyê Tiyarê, Cel û Behdînan e. Li devereke wiha, ola Bisilmanetiyê êdî bandora xwe digihîne Kurdistanê û şerên olan dest pê dike. Bisilmanetî û hatina wê hemû ol, mezheb û cudahiyan, dinixûmîne û bandora wan qels dike.

Dêr û Nastûriyên Hekar û Behdînanê

Civaka Mesîhiyên devera Hekar û Behdînanê, Bz. Di sala 1274’an, di serdema berferehbûna dewleta xwe Asûrê de, xwe gihandine devera çol û çiyayên Hekar û Behdînanê. Bi taybetî li deverên gelî yên Cel (Tiyarê, Geliyê Zê) Hekar û Behdînanê bi cihbibûn. Dewleta Asûrê, jixwe xwediyê tecrûbeya dewletî, silteyî û rêvebirina civakê bû. Di heman demê de, her devera ku Asûriyan êrîş dibirinê, desthilatdariya xwe ya êrîşkar û bê rehm, bi cih dikirin. Lê beriya bi cihbûnê û desthilatdariya wan, pêwendiyên civakê yên bazirganî yên arî û semîtîk di navbera desthilatdarên demê de hebûye. Dema êrîşên Asûriyan ên serdema Salmanasarê 1’emîn ku beriya zayînê di navbera salên 1274 û 1245’an de pêk tên, piştî desthilatdariyeke demdirêj a Asûriyan ji xwe civaka Asûrî dibe xwecihê wan deverên asê yên Hekar û Behdînanê. Lê piştî rûxana desthilatdariya Asûriyan ya 612’ê beriya zayînê, koledarbûna civaka Asûriyan jî destpê kir. Êdî civaka Asûriyan, xwe spart çiyayên Zagrosê, devera Behdînanê û Hekarê. Yanî, desthilatdariya Asûriyan ku civakên Hekar û Behdînanê di xwînê de gevizandibûn, heman dever ji bo wan jî, êdî bû cihê xwespartinê û parastinê. Tecrûbeya wan a rêvebirina dewletê gelekî girîng bû ku dê paşerojê baş bizanibin diyanetê li gorî berjewendiyên xwe yên netewî û civakî bi kar bînin. Piştî rûxana desthilatdariya dewleta Asûr, êdî civak terebere dibe û rêyên xweparastin û afirandina îdeolojiyan digere. Ya herî maqûl û dê bikaribin jê mifayê wergirin, felsefeya Îsa bû. Felsefeya Îsa û çarmixkirina wî, tesîreke mezin li ser civakên Rojhilata Navîn, yên zorlêkirî û civakên bê desthilatdarî kiribû. Vê rewşê tesîreke mezin li ser civaka Asûrî jî kiribû. Ji bo parastina hizir û bîrên xwe, mifaya civaka xwe, dêr ji bo xwe hilbijartin. Ev bawerî, hem nêzî rewşa wan a civakî bû hem jî, ji bo xwe wek rêya rizgariyê hilbijartin. Her “gel û qewmek”î Rojhilata Navîn xwediyê baweriyeke taybet bûye. Di demeke wiha de, di salên Pz. 450’yî de, Nastûrîûs ku bi eslê xwe Asûrî ye ji bajarê Kurdistanê Mereşê ye û li heman bajarî di dêrekê de Ezîziyê dike. Ev reben paşê li paytexta Bîzansê Constantinpolisê ji layanê rêveberiya dêran ve dibe patrîk. Felsefeya Nastûrîûs, tesîreke mezin li ser civakên Mezopotamyayê, Îranê û di nav civaka Îsewî de, dike.

Felsefeya Nastûrîûs û Şêwaza Wî

Li gorî hin mezhebên Mesîhiya yên wê demê, Îsa Xweda ye. Yanî Îsa pêxember ne wek mirov wek Xwedê ji Meyremê bûye. Nastûrîûs li dij derdikeve û dibêje “Nabe Îsa Xwedê” be. Lê “Taybetmendiyên wî yên xwedayî” hene. Li hemberî vê bîr û boçûnê dêrên Katolîk ên Bîzansiyan li dij derketin.

Nastûrîûs wiha digot: “Ne Xwezayiya Xwedayî” lê “Xwezaya Mirovahî” derket pêş û layangir peyda kirin. Ev nêrîn di nav dêran de gelek hat munaqeşekirin ku wek tarîqateke dêrê derket pêş. Yanî felsefeya “Nastûrîûs”, wek sîvaneke taybet bo parastina civaka Asûrî derket pêş. Hizir û ramanê Nastûriyan, her dem ji layanê mezhebên din ên Xirîstiyanan ve dihat reşkirin, derkirin û bi çavekî xerab ew pêşwazî dikirin. Hem ji ber taybetmendiya xwe ya xwecihî ya Mezopotamya-Kurdistan û Rojhilata Navîn, her dem li dijî êrîşên dêrên din ên desthilatdarên rojava derdiketin. Ev nêrîne ji xwe taybetmendiya Rojhilata navîne ku her dem baweriya yêk xweda di nav civakê de serdest bûye. Yanî, her çend baweriya civaka Asurî-keldanî (Sûryanî – A-Siryan) ayinê wan Mesihî bîn jî, ew xelkê rojhilata navînin û bawerî ne bi şêwazê xiristîyanî wek tarîqatek mesihî bawerî bi yêk xweda heye.

….Dê berdewam be…

Dennis Dargul-basnews.com

 

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply