Qetrat

em şevdêr in,
şevê li ber bayê eşqê didêrin.
wek ehlê dinyayê li şevê nanêrin,
bi hikmet û xebatê rojê diqedînin.

***

Şiv dane desta, gotin şivan e
Gav evet ber dewaran, gotin gavan e
Min xwe ji bo eşqê perîşan kir
Çima hê dibêjin Ridwan e

***

Were carekê te bibînim
Vî dilî bi eşqa te bi meyînim
Bi salan di dile xwe de hilînim
Roj bi roj bi derdan bikeyînim

***

Eger hebiya bextek
Di ’emir de hatiba wextek
Qismet kiriba yarek
Ma wilo dibûm parsek

***

Tu civata me nexwaze?
An meclîsa me neecibîne?
Yan ji gotinên me fehm nake?
Em te adiz nekin!

***

Di deryaya qudretê de, hebû qetreyek
Ji bo dawîyê bû, da binivîsê noqteyek
Yek hat ew vexwar
Qelem hat ew nedît
Dawî li mahvuze nehat.

Ridwan X.

Şîroveyekê bihêle