Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya sala 2023yan Zimannasê Kurd Deham Ebdilfetah

Daxuyanîya Çapemenîyê Vîyana, 10ê çileya 2024an:

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir.

Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 13ê çileya 2024an, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin. Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata xwe ya salane di ahengeke taybet de li bajarê Amûdê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî”, wê diyarî zimannas û nivîskarê kurd Deham Ebdilfetah bike, ji bo ked û xebata wî ya demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de.

Mamoste Deham Ebdilfetah yek ji giringtirîn zimannas û nivîskarên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê ziman û zimannasîya Kurdî de bandoreka wî ya mezin heye. Birêz Deham Ebdilfetah, bi xebatên xwe yên ji çil salî zêdetir, xwedî roleka gelekî balkêş e di pêşveçûn û parastina zimanê Kurdî de û her wiha xwedî kedeka mezin û hêja ye.

Kurtejîyana birêz Deham Ebdilfetah:

Mamoste Deham Ebdilfetah yek ji giringtirîn zimannas û nivîskarên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê ziman û zimannasîya Kurdî de xwedî bandoreka mezin e.

Ew di sala 1942yan de li gundê Belê ya girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye.

Di temenê 5salîya xwe de diçe gel melayê gund, da ku hînî Qur‘anê bibe. Derdora salekê li gel mele dimîne û xwendina xwe ya Qur’anê temam dike. Dibistan li derdora wî tune bûn. Wê xwendinê gelek sûd li xwendina wî kir.

Heta salên 1951ê dibistanek li nêzî gundê wî hebû, navê wê Hesê Osê bû. Ji ber jêhatîbûn û xwendina wî ya Quranê refa yekê naxwîne û yekser refa diduyan dixwîne. Di wê hingê de zimanê wî li awayê bilêvkirina peyv û tîpên erebî baş vedibe.

Xwendina xwe ya seretayî diqedîne û li dibistanên bajarê Hesekê xwendina xwe ya navîn bi dawî dike, paşê jî li zanîngehên Şam û Helebê beşa Wêjeya Erebî û Mamostetîyê temam dike.

Di heyama 20 salan de li dibistanên parêzgeha Hesekê wek mamosteyê zimanê Erebî kar kiriye, lê ji ber rewşa xwe ya tenduristî û pirsgirêkên çavan dev ji karê mamosteyîyê berdide.

Di zarokatî û destpêka xortanîyê de ji hêla ruhê ve ber bi Kurdîyê ve, kelecana vê yekê ew her tim bi xwendin û zimanê Kurdî ve pêş ve dibir, her wiha bandoreka mezin a melayên gundê Belê li ser Deham Ebdilfetah hebû.

Bi taybet Mele Ehmedê Palo, dema ku li pêşber Deham Ebdulfetah destnivîsên xwe yên ferhengî û rêzimanî radixstin û li gel hevalên xwe yên mele diket nava nîqaşan de, wê hingê ew rewş û xwesteka zanîna bi zimanê dayîkê li cem Deham Ebdulfetah geştir dibe.

Destpêka geşta xwe ya nivîskarîyê, Deham Ebdulfetah gotar û helbest bi zimanê Erebî dinivîsandin, lê paşê bi yek carê zimanê Erebî da alîyekî û hemû çalakî û destnivîsên xwe yên bi zimanê Erebî şewitandin û tenê bi zimanê Kurdî nivîsand û di ber doza vî zimanî de her xebat dikir û berdewam dike.

Piştî 8 salan ji mijûlbûna bi xwendina rêziman û ferhengên Kurdî, êdî Deham Ebdilfetah di sala 1989an de bi awayekî fermî dest avêt pênûsê, da ku hest û boçûnên xwe bi Kurdîyeka resen li ser pelê binivîse.

Ji ber berhemdarî û keda xwe ya bi salan di ber zimanê Kurdî de wiha dibêje; ”Ziman ne tenê derbirîn, danûstandin û fêmkirin e, ziman wek xezîneyeka veşartî ye”

Bi saya xebateka dûr û dirêj ku hetanî niha jî berdewam e, Deham Ebdulfetah bi dehan berhemên giranbuha yên li ser ziman, wêje û çanda Kurdî li pirtûkxaneya Kurdî bar kirine ku piranîya wan niha li ber destên me ne. Her wiha gelek caran jî cihê xwe di komxebatên li ser Rêbera Rastnivîsê, rewşa ziman û mijarên rêzimanê de bi sazî û dezgehên rewşenbîrî de cih girtiye.

Li gelek kongir û mihrîcanên wêjeyî û yên di warê ziman de li her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûye.

Di roja îro de çavên zimannasê hêja Deham Ebdilfetah her çiqas zîyan gihabê jî, lê bi alîkarîya xortan ew xebata xwe didomîne û dev ji xebata xwe bernade, û ew bixwe jî dibêje “Dilê min xurt e. Moralên min bilind in. Herî kêm dikarim her salekê pirtûkekê binivîsim”.

  • Xelatên ku wî heta niha wergirtine:
    1. Xelata Komeleya Celadet Bedirxan, sala 2012
    2. Xelata Navenda Ciwanên Amûdê, sala 2014
    3. Xelata Komeleya Soparto, sala 2015
    4. Xelata Seydayê Cegerxwîn, sala 2018
    5. Xelata Mihrîcana Helbesta Kurdî
    6. Xelata Mela Ahmadê Palo, sala 2020
    7. Xelata HRRKê ya Afirandinê, sala 2020
    8. Xelata Arta ji bo Dayîn û Afirînerî, sala 2021
  • Hinek ji berhemên wî:
    1. Axaftina bi Kurdekî re (Werger), Şam 1989
    2. Li Ber Dergehên Laleş (Helbest), Şam 1990
    3. Nerînek Rexneyî li Helbestên Kurdî (Rexne), Şam 1992
    4. Hindek Alozîyên Zimanê Kurdî (Lêkolîn), Şam 1993
    5. Di mûzîka helbesta kurdî de (Şirove û bersiv), Şam 1994
    6. Rênivîsa Zimanê Kurdî (Lêkolîn), Beyrût 1998
    7. Dastana Gilgamiş:
  • Çapa yekem – Dihok 2006
  • Çapa dûyem – Stanbol 2006 Çapa sêyem – Diyarbakir 2019
  1. Nav di Zimanê Kurdî de:
  • Çapa yekem – Dihok 2006
  • Çapa dûyem – Diyarbekir 2006
  • Çapa sêyem – Qamişlo 2020
  1. Cînav di Zimanê Kurdî de:
  • Çapa yekem – Dihok 2006
  • Çapa dûyem – Diyarbekir 2006
  • Çapa sêyem – Qamişlo 2020
  1. Kar di Zimanê Kurdî de:
  • Çapa yekem – Diyarbekir 2001
  • Çapa dûyem – Dihok 2012
  • Çapa sêyem – Qamişlo 2020
  1. Yarsan (Werger), Diyarbekir 2017
  2. Mistek ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî, Diyarbekir 2018
  3. Çarînên Xeyam, (Werger) Diyarbekir 2019
  • Çapa çarê ya ( Nav , Cînav û Kar) di zimanê kurdî de Sala 2023 li Amedêweşanxaneya Lîs hatin çapkirin.
  1. Li Ber dest: Tewang û Veqetandek û Hin Mijarên Dîtir
  • Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurd

Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin. Xelata Şerefnameyê her sal ji alîyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya Kurdî pêşkêş dikin, tê dîyarîkirin.

  • Lîsteya Xelatgiran:
    • Sala 2018, birêz Prof. Celîlê Celîl
    • Sala 2019, birêz Şahînê Bekirê Soreklî
    • Sala 2020, birêz Konê Reş
    • Sala 2021, birêz Jan Dost
    • Sala 2022, birêz Firat Cewerî
    • Sala 2023, birêz Deham Ebdilfetah
  • Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Vîyanayê

Navê fermî bi almanî “Kurdisches Kulturinstitut Wien”. Dezgeheka çanda Kurdî ya serbixwe ye. Ew di sala 2017an de ji alîyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên Kurd ve li welatê Awustiryayê bi armanca parastina kelepûr û zimanê Kurdî hatiye damezirandin.

Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê Kurdî bi xelkê Awustiryayî bide nasîn û têkilîyan di navbera welatîyên Awustiryayê û Kurdan de biafirîne û xurt bike.

Giringtirîn çalakîyên Enstîtuya Kurdî kûrsên fêrkirina zimanê Kurdî ji bo revenda Kurdî li Awustiryayê û şagirtên Kurd û yên bîyanî yên Zanîngehên Vîyanayê ne. Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê kûrsên zimên bi her du zaravayên Kurmancî û Zazakî pêşkêş dike. Kurmancî û Zazakî jî li ser sê astan tên hînkirin.

Ji bilî kûrsên fêrkirina ziman ve Enstîtuya Kurdî çalakîyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkên Kurdî yên nû û birêvebirina gotûbêjan li ser wan. Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê bi mêvandarîya nivîskar, helbestvan, romannivîs û rojnamevanên Kurd radibe û derfetê ji wan re bi rêya konferans û hevdîtinan peyda dike, da ku ew berhemên xwe bi Kurdên dîyasporayê re parve bikin.

– Projeyên Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Vîyanayê

  • Kursên Zimanê Kurdî bi her du zaravayên Kurmancî û Zazakî
  • Koma Xwendinê ya Vîyanayê
  • Şeva Helbest Kurdî
  • Projeya Kulîlk ya Zarokan
  • Maseya Vîyanayê ji bo Diyaloga Civakî
  • Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî
  • Çalakiyên Çandî û Hunerî
  • Pirtûkxaneya Kurdî li Taxa 12an, Vîyana
  • Projeya Entegrasyonê ji bo Ciwanên
  • Semîner û Danasîna pirtûkên Koma Wikipedia Kurdî li Awustirya – Ji bo Têkilîyan:

Rêveberê Xelata Şerefnameyê, Salih Qitî

Rêveberê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê, Sulaiman Mahmoud

Koordînatorê Enstîtuyê li bajarê Qamişlo, Dilovan Çeto

E-Mail: o    ce@kurdischeskulturinstitut.at

Telefona Vîyana: 0043 660 5544 970

Telefona Qamişlo: 00963 999 868 237

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply