Pêşberî!?

Tenê bo te..!
Payeyên balkêşiyên hestan çokên xwe dînin
Û xwedawendên viyanê
Ên ku li sîbera bedewebûna te
Hîştin ku derbirîn rabiper e
Û rewanbêjî nikaribe xwe rabigihîn e
Û nikaribim ji ber navgiranî
Û tîrêjên awirên çavên te birevim?
Çavên te yên ku, hemû wateyên rastî û dilpakî yê
Û rengên pêşerojê û nameyên yekbûnê
Tevî bawrmendiyê di xwe de hewandin e
Û bawerî bi girnijînek e di dil de, peyveke matmayî ye?
Herwiha çavên te, dînîtîya dildarî yê jî dikolin
Û xêza pevgihîna lêvan
Çîrokên Sirat Elmisteqîm, dibêjin
Kengî dil û can ew katane ezberkirin..!
Wê ji dojeha bêparî
Û xweşiya ramûsana herdu lêvan rizgar bibe!?

Mihemed Hesko (birasoz)
Almanya, 13.11.2020

Etîket: Helbest, mihemed hesko, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle