Dibistan

Hejmar / 3 / HAWAR  / 1932 / DIBISTAN

Dibistan ew dere ko em tê de dixwînin. Wek dibistana gundê me.Di dibistanê de mamhoste û zarowên gundî hene.Ji zarowên dibistanê re şagirt dibêjin.

Ez jî şagirtek im . Lewra ko diçim dibistanê û dixwînim.Her rûj subehî şagirtan kitêb, defter û qelemên xwe didin hev û diçin dibistanê.Mamhoste dersa şagirtan dibêjit,şagirt guhdar dibin, qenc bala xwe didin ko rind têbigehin û hîn bibin.Mamhoste di cihekî bilind de rûniştiye,Jê ra diyarok dibêjin.Şagirt li rex hev li ser rûniştekan rûniştî ne. Li ber şagirtan berkêşk hene.Li ber min jî berkêşk heye. Gava ders kuta dibe, berkêşka xwe ber bi xwe ve dikişînim, kitêb, defter û qelemên xwe tê de vedişêrim, diçim hewşa dibistanê digel heval û hogirên xwe dileyizim.Di kunceke dersxanê de depreş heye.Depreş li ser sepîkî suwarkirî ye.Mamhoste, carinan, ji diyaroka xwe datê û bi tebeşîrê li ser depreşî dinivîsîne.Herçî ko devkî qenc nayin seh kirin,bi nivisandinê ji me re dide zanîn. Hin caran ji şagirtan radike, dersên wan ji wan re dide nivîsandin û xeletên wan derdixîne û rast dike. Pêr mamhoste li ser depreşî tiştekî xweşkok nivisandi bû,Hêj di bîra min de ye:” Çiyayên bilind bê mij nabin Newalên kûr bê av nabin “

 

Celadet Alî Bedir-Xan

Amadekar : Keko Osman

Keko3osman@gmail.com

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Şiroveyek

  1. Depreş li ser sepîkî suwarkirî ye

    . gelo sêpîkî duriste yan sepîkî

Leave a Reply to zinarinarCancel reply