Quretîya Pezkûvîyê

Pezkûvîyek tî, rabû çû ser golê ku av vexwe. Dema stûyê xwe dirêj kir ku av vexwe, di avê de wêneya xwe dît.

Pêşî kiloçên xwe yên girên dirêj dît. Gelek kêfa wî bi dirêjî û girîya qiloçên wî hat. Lê dema wêneya çaqên xwe dît, bi ziravî û dirêjî ya wan xemgîn bû. Çaqin min hîç rind ninin. Ew pir zirav û xwaro-maro ne. Lê qiloçên min pir xweşik in.

Tam di wî demê de şêrê ku li qarşîyê wî sekinî bû dît. Ji tirsan ziravê wî qetîya.
Bi hemû hêza xwe dest bi bezê kir û ket nava daristanê. Şêr jî da du.
Di demeke kurt de bi xêra çaqên xwey ên dirêj ên zirav navberek dirêj ket nava wî û şêr. Gav bi gav mirin jê dûr diket.

Pir neçû qiloçên wî yên dirêj ên xweşik di nava du gulîyan de ma. Pezkûvîyê kir û nekir nikaribûn qiloçên xwe xilas bike. Ne jî karibû xwe xilas bike. Şêr gihaşt ser û ew girt.

-Xwedê ho! De were li vî halî binêre. Ew çaqên ku min jê şerm û fedî kir min ji mirinê xilas dikirin. Lê ev qiloçên ku ez bi xweşîkî û rindîya wan kêfxweş bûm, bûn sebebê mirina min.

(Ji bo temaya ajelên kovî)

Hakki Balta

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply