Di Pirtûka ’Vejîna Felsefeyê’ de Deryaya Felsefî

Pirtûka lêkolînî a mamosteyê felsefeyê Andulkadîr Gok ya bi navê ”Vejîna Felsefeyê” di Gulana 2011an de di nav weşanên ”Ronahî”yê de li Amedê derketiye. Ev weşanxane jiyana xwe a weşanê da rawestandin û bû çend salin ku êdî pirtûk naweşîne. Wê jî wek gelek weşanxaneyên kurdan çend pirtûk weşand û diyare ji ber sedemên aborî û teknîkî yan jî sedemên cuda yên curbecur hatiye girtin. Dema min ji bo xwendinê pirtûka lêkolîna felsefeyê û hemû felsefeyên cîhanê girt destê xwe ku bixwînim, min li naveroka wê mêze kir, wisa berferehe ku, ji felsefeyên dema qedîm a dîroka antîk heta dîroka nûjen hertişt, hemû cure felsefe hene. Min di dilê xwe de got; ev vejîna felsefeyê nîn e, ev pirtûk deryaya felsefeyê ye. Ev pirtûka duyem a bi kurdî ye ku mijar û naveroka wê derbarê felsefeyê de ye ez dixwînim. Pirtûka yekem a Mustafa Duzgun bû. Navê wê ”Dîroka Felsefeyê ya Rojava (Qirna Antîq)” bû. Min di navbera salên 1975 = 1980 yî de çend pirtûkên felsefeyê bi tirkî xwendibû. Di wan salan de di nav kesên çepgir de, di nav zilamên/endamên partî û rêxistinên çep yên tirk û kurdan de bûbû mode miheqeq pirtûka George Polîtzer a bi navê ”Felsefenin temel ilkeleri = Prensîbên bingehîn ên felsefeyê” dixwendin.

Pirtûkek G. Polîtzer a din jî hebû û li tirkî hatibû wergerandin, navê wê jî ”Felsefenin başlangiç îlkelerî = Prensîbên destpêkê yên felsefeyê” bû. Min digel van herdu pirtûkên felsefeyê, pirtûkên felsefî yên Marks, Lenîn, Stalîn, Mao û yên du nivîskarên Sovyetê derbarê dîyalektîk materyalîzmê de bû ku niha navên wan nivîskaran nayê bîra min, xwendibû. Pirtûkek baş a derbarê mijara felsefeyê de jî beriya sala 1980yî di nav weşanên Komalê de derketibû, min ew xwendibû û gelek ecibandibû. Wê demê gotin vê pirtûkê mamoste Îsmaîl Beşîkçî nivîsiye. Heger ez wê pirtûkê peyda bikim ez ê wê dîsa bixwînim û derbarê naveroka wê de binivîsim.  Evdulkadir Gok kurdekî ji navçeya Surucê/Pirsûsê ye. Pirtûka wî a raman û felsefeyê weke deryaya felsefîk e. Ez nizanim behsa çi yên ku tê de ne bikim. Ew pirtûka xwe a lêklolîniya felsefê diyariyê birayê xwe ê şehîd û hemû zana û rewşenbîrên kurd ku bi kurdî dixwînin û dinivîsin dike. Li binê hevoka diyariyê jî ayetek ji Quranê û hevokek ji gotinên Mîr Celadet Elî Bedirxan girtiye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.

Pirtûk bi pêşgotina nivîskar dest pê dike. Di pêşgotinê de sedemên ku bi kurdî nivîsiye aniye zimên. Pirtûk bi wateya felsefeyê dest pê dike. ” Gotina felsefeyê di zimanê yewnanî de ji gotinên phileo ”hezkirin” û Sophia ”zanîn”ê pêk tê. Ango phileosophia ”hezkirina zanînê” ye. Ji bo ramanwerên Yewnanî felsefe, tê wateya ”hezkirina zanînê û gera li zanînê.” felsefe, li ser wesf û avahiyên gerdûnê û li ser armancên mirovan û cihê wan, şîrovekirineke gelemperî ye. ”Binêrin rûpel – 13.” Alî Şerîatî dibêje grekiyan (yunaniyan) gelek tiştên kurdan girtine kirine yên xwe. Lê esasê xwe de ew yên kurdan in. Birêz Fêrgîn Melîk Aykoç jî ji bo ”diyalektîkê” tişteke balkêş dibêje. Min derbarê ”Wêje û Rexne”yê de pê re hevpeyvînek çêkiribû û di malpera ”Çandname”ê de weşandibû. Di wê hevpeyvîna xwe de ew dibêje : ” Mînakek ji dîroka nayê zanîn; kalikê Herkleitos Herakles “Diyalektîkê” ji generalê Med Madaheas (Medhêz) fêr dibe û neviyê wî Herakleitos jî wê dinivîse û ji cihanê re dike mal. Yanê bingeh em, nav yê Grêkan.” Çavkaniya hemû zanînan felsefe ye. Helbet gelek cureyên zanînê hene, zanîna felsefeya îdealîzmê û ya materyalîzmî ji hev cuda ne, zidê hev in. Nivîskar bi van herdu navan navlêdana ”mengîwer” û ”pêzewer” bi kar tîne. Min ev herdu peyv qet nebihîstibû û cara ewile ez di vê pirtûkê de rastê van herdu peyvan têm.

Di pirtûkê de şîroveya hêmanên zanîstê, hêmana teorîk û pratîk heye. Ravekirina li gor feylezofan felsefe çiye? Tê qal kirin. Pirsgirênên felsefê, cure mijarên felsefê û gelek tiştên din di naveroka pirtûkê de cih girtine. Li ser mijarên curbecur naveroka pirtûkê berfereh e, wek deryayê ye.  Pirtûk 15 beş e û di her beşî de felsefeyên cuda yên cografyayên cuda, welatên cuda tê qal kirin. Beşa duyem mijara wê şaristanî, raman û felsefeya Misrê (Egyptenê) ye. Piştî Misrê ji hêla raman û felsefê ve Çîn, Hîndîstan, Mezopotamya, Îran, Yunanîstan ji hêla ramanên felsefî ve cografyayên, welatên navdar in. Li dinê (cîhanê) felsefeyên herî navdar ku di cîhanê de hatine nasîn felsefeya Konfuçyus, Taoîzm û Budîzm e. Ev hersê felsefe ji navê wan fîlozofan tê. Di felsefeya Îranê de peyamber Manî û ramanên wî hene. Birêz Kamran Simo Hedêlî li ser jiyan û dîtinên manî lêkolîn kiriye û romaneke nivîsiye, li gor wî, Manî kurd e. Navê Îranê jî di esasê xwe de ”Aryan” e, ji arê tê, yanî xelkên wir arî ne. Ew jî ji xwe kurd, pers û belucî ne. Azerî jî arî ne lê di dema êrişa Mongolan de asîmîle bûne, bi tirkiyeke xerabe peyivîne. Wek tirkiya lazan çawa ye ya azeriyan jî weha xerabe û tevlîhev e. Dibêjin faris (pers) jî parsek bûne, ji Hîndîstanê hatine Îranê. Îran (Aryan) di esasê xwe de cih û warê kurdan e.Di pirtûkê de beşa 6, 7 û 8 beşa li Yunanîstanê (Greklandê) felsefe ye. Beşên herî dirêj ev beşên Yunanîstanê ne. Li Yunanîstanê fîlozof û felsefe pirbûn e. Dîtin û ramanên felsefî ên fîlozofên Yewnanê Thales, Anaxîmendras, Anaksîmeneş, Herakletîtos, Platon, Parmenîdes, Arîsto, Zenon û hwd, di pirtûkê de tê qal kirin. Di navbeşa sernavê wê ”Ksenefon û dema Karduxan” de behsa Ksenefon û ku wî behsa kurdan kiriye tê rave kirin.

Ksenefon fîlozofekî navdar ê cîhanê ye. Ew behsa kurdên beriya zayina Îsa dike. Ksenefon di cîhanê de kesayetiyeke yekeme ku di pirtûka xwe a bi navê ”Anabasîz” de behsa kurdan dike. Beşa nehan jî li ser ”Di Dîroka Îslamê de Felsefe” yê ye. Di vê beşê de nivîskarê felsefevan Abdulqadîr Gok behsa fîlozofên îslamê Yakup El Kindî, Farabî, Îbnî Sîna, Îbnî Ruşt, Îbnî Tufeyl, Îbnî Meynûn û Îmam Gazalî dike, dîtin û ramanên wan, hizr û felsefeyên wan rave dike. Ew dibêje : ”Diya Gazalî kurd e û bavê wî jî pers (faris) e. ”  Derbarê nêrîna tesewif û wahdetê wucûd de jî di pirtûkê de agahdarî hene. Dîtin û ramanên Xalacê Mensûr, kuştina wî, darvekirina Şêx Bedreddîn ji alî dewleta Osmaniyan ve û kuştina Suhrewerdî û felsefeya ku van kesayetiyan parastine tê şîrovekirin. Damezrenerê felsefeya ronahî û wekheviyê Suhrewerdî berhemên xwe bi farisî û arebî nivîsiye. Lêbelê hinek lêkolînvan ji bo wî dibêjin ew kurd bûye. A. Gok ji bo nîjada wî, ji kîjan miletiye tiştek nabêje. Herweha ji bo kuştina wî jî tiştek negotiye. Lê, tê gotin ku Suhrewerdî di dema desthilatdariya Eyûbiyan de ji alî wan ve, bi fermana Selhadînê Eyubî hatiye kuştin. Di beşa nehan de dîroka felsefeya Mezopotamyayê û zanayên kurd hatine qalkirin. Di vê beşê de nivîskar Sumeriyan dike arab, dibêje ji nîjada samiyan in. Akadiyan dike arab û ji bo Urartuyan nabêje ku ji kîjan nîjadî ne, kîjan miletbûne. Û dibêje Abdullah Varlî gotiye Selçukî kurd in. Ji bo Akkoyunan û Karakoyunan nabêje nîjada wan çine? (Ji vê beşê jî diyar dibe ku zanîna nivîskar a derbarê dîrokê de û gelên rojhilata navîn de û herweha dîroka kurdan de zanîna wî kêm e, heta di hinek waran de zanîna wî tune ye.) Di derheqê ol û felsefeya Zerdeşt de, nivîskar dibêje : ”Zerdeştî ol û felsefeyeke kevn a kurdan e.” Lê wek tê zanîn ku Zerdeştî netenê ola kurdan bûye, ew ola farisan û hîndîyan jî bûye û di dema şahê farisan de bûye ola fermî a Împaratoriya persan.

Di pirtûkê de nivîskar şîroveya nêrîn û felsefeya helbestvanê navdar ê netewa kurd Mellayê Cizîrî û felsefeya wî a tesewufê dike. Nivîskar Abdiulqadîr Gok ji bo westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî jî dibêje ”Ew feylezofekî civakî ye.” piştî Ahmedê Xanî, behsa Bedîulzeman Seîdê Kurdî (Nursî) dike û ji wir derbasê felsefeya ronesansê dibe. Ji bo zanîn û fêrbûna dîtin û ramanên felsefî yên felsefevanan, fîlozofan, ji bo mirov zanîna xwe a derbarê ol û felsefeyan berfereh bike, pêşve bibe, divê mirov vê pirtûka Abdulqadir Gok a bi navê ”Vejîna Felsefeyê” bixwîne. Di vê pirtûka lêkolînî de felsefeya serdema ronesansê, taybetmendiyên wê, felsefeya sedsala 17an, 18an, dîtin û ramanên felsefî yên Descardes, Leîbnîz, Barkley de, qalkirina felsefeya Ampirîzmê, dîtinên Dawid Home, Îmanuel Kant û Hegel de şîrove tê kirin. Di beşa 14an de ji serdema felsefeya sedsala 19an, ekolên felsefî, dîtinên cure yên felsefeyan herweke îdealîzm, pozîtîvîzm, marksîzm û materyalîzm, komunîzm, anarşîzm, ramanên felsefî yên Soren Krederd, Wîlhem Nîetzche tê qal kirin.

Di beşa 15an de ku beşa dawî a pirtûkê ye, felsefeya sedsala 20an ango felsefeya nûjen/modern tê rave kirin. Di vê beşê de felsefeya hemdem, bingeha wê, dîtinên Bernard Russel, Jean Paul Sartre û Kafka tê qal kirin. Lêbelê min di vê beşê de felsefeya Derîda û Faucault nedît. Ev herdu jî fîlozof in û xwedî dîtin û ramanên felsefî yên balkêş in. Di dawiya pirtûkê de jî ferhengoka têgehên felsefeyê heye. Li gor rêya alfabeyê maneya gelek peyvan hatiye nivîsîn. Navên çavkaniyên pirtûkê jî li herî dawî ye. Wek gotina dawî, ez vê bibêjim; li gor dîtin û zanîna min felsefeya ku tê de îlîm, zanîstî, aborî, diyalektîk, rastiya civakî û realîteya cîhanê, metoda guhertinê, diyalektîk materyalîzm, zanyariya îktîsadî. Îdeolojî û siyaseta çînayetiyê hene felsefeya Marks ya komunalîst e. Marks bi xwe fîlozof bû, aborîzan, aborînas û herweha siyasetmedar bû. Dîtinên wî ji alî Lenîn û Stalîn ve hatine xerab kirin, hatin guhertin. Li ser navê wî gelek tiştên nerast hatin gotin. Lê, sosyal demokratên Ewropayê bi taybetî jî Sosyal demokratên Swêdê li ser rêça wî çûn, dîtinên wî di nav civakê de parastin û civakê modernîze kirin, guhartin û bi pêş ve birin.

  • Lokman Polat
  • 18.08.2023
  • Têbinî : Ev nivîs di Malpera Kovara Philosophia Kurdî de hatiye weşandin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply