Di Pirsgirêkên Rojane de Rêbazên Çareserkirina Pevçûnan

Mirov ji bo ku di nav civakê de dijî û her tim bi mirovan re di  têkilîyê de ye di jîyana xwe de hemberï hinek pêvçûnan tê. Li gor kesayeta xwe bin van pêvçûnan de dertê. Hinek mirov hene di xwezaya wan de serî danîn heye, hinek serhişkî û hinek jî rêya navîn dibjêrin.
Lêkolîner li ser vê mijarê hinek lêkolîn kirine û van rêbazên çareserkirina pirsgirêkan an pevçûnan bi navê pênc ajalan bi navkirine.De ka em binêrin çi ne ev rêbaz.

1. Semasî (Rêbaza Zordestîyê):

Di deryayan de semasî bi zordestîyê tê naskirin newsa. Belê ev ajal bi zordestîya xwe navdar e. Mirovên di têkilîyê xwe de xwediyê vê rêbazêye berdewamîya  têkiliyê jê re pirr jî ne girîng e. Dibê ger her tim ez serkeftî bim û di ti têkilîyek de wenda nekim. Ev mirovên xwediyê vê kesayetîyê di têkilîyên xwe de her tim berjewendîyê xwe difikirê. Belê ev rêbaz pevçûnan çareser dike lê mixabin hogir li dor xwe nahêlê. Lêkolîner evê têkilîyê bipirsgirêk dibînin.

2. Kûsî (Rêbaza Rev û Dûr Sekanê)

Di xwezayê de gelo hûn kûsî bi kîjan taybetmendîyan nas dikin? Belê kûsî dema ku mirov dibîne dikêvê nav qalîkê xwe û hinek şermok an revok disekinê. Di nav ajalan da jî wusa tê naskirin. Ew her tim ji ajalan direvê. Belê mirovên xwedîyê vê rêbazê ne dema ku pevçûnek dertê ji pevçûnan direvin. Ew dibên pevçûn têkilîyên mirovan qels dikin. Pevçûnan nedîtî dibînin.
Belê pispor evê rêbazê jï bipirsgirêk dibînin.

3.Herç a Pêlîstokê (Rêbaza Stûyê Xwe Xwar Kirinê)

Belê herça pêlîstokê sernermîyê bibîr tînê. Mirovên ku xwedîyê vê kesayetîyê ne ji bo berdewamîya têkilîyan li dijî pevçûnan serî tewandinê dibjêrin. Jibo ku têkilî berdewam bike li hember hinek bêmafîyên lê dibin jî stûyê xwe ditewînin û dibên belê ti mafdarî. Xwe nedîtî dibînê. Têkilï bi fedakarîya wan berdewam dikê. Belê ev rêbaz jî nayê pêşnîyar kirin.

4.Rûvî (Rêbaza Lihevkirin ê)

Rûvî ajalek pirr xasûk e. Di têkilîyên xwe û ajalên din de her tim rêyek navîn dibîne û pirrî caran serdikevê. Başî ew e ku mirovên bi vê rêbazê binav dibin ne wenda dikin û ne jî didin wenda kirin. Di vê rêbazê de her dû alî serkeftî dertên. Dibên ya rêya navîn. Belê ew rêya navîn bi mirovên di vê rêbazê de tê naskirin. Ev rêbaz jibo li ser berjewendîyan bingeha xwe havêtî pirr jî nayê pêşnîyar kirin. Ji bo berdewamî û tendûristîya têkilîyan na ji bo berjewendîyan rêya navîn bijartin heye divirde.

5. Bûm ( Rêbaza Hevkarîyê)

Bûm wek feylesofê ajalan e. Ev ajal bi sekn a xwe û nêrîna xwe ajalek giran û zana tê naskirin. Belê mirovên ku xwedîyê vê rêbazê ye li gor mirovan na li gor pirsgirêkan rê dide têkilîya xwe. Li mirov na li pirsgirêkê dinihêrê. Mirovên xwedîyê vê kesayetê xwe rastî pirsgirêkan tînin û jibo çareserîyê rêbazên çêkirin ê digerin. Rêbaza herî zêde tê pêşnîyar kirin ev e. Jibo berjewendîyan na jibo çareserîyek bi dadmendî pirsgirêkan çareser dikin. Di vê rêbazê de herî zêde mêjî tê bikaranîn. Jibo vê yekê di çareser kirin a pirsgirêkan de pispor bi navê rêbaza rastî pêşnîyar dikin.

Belê hûn di têkilîyên xwe de kîjan rêbazê bikar tînin?

 

Ayetullah Hasanoğlu

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Sûda Kenînê/Beşişînê Çi Ye ?

-Sîstema jibexşînê xurt dike -Beşişîn gerdûnî ye -Dema ku em dibeşişin 53 masûlkê rûyan dişuxilin …

Leave a Reply