Di Helbesta Arjen Arî De ‘Çarîn’

Di dîroka helbesta kurmancî ya bakur de, bi taybet tu helbestvanekî rista çarînê nerêsandiye. Tovê çarînê ji aliyê helbestvanên me yên pir bi nav û deng Herîrî, Feqî, Mela, Xanî, Cegerxwîn hwd. ve li zeviya helbestê nehatiye avêtin.

Her helbestvanek bi tehera xwe şahê helbesta xwe ye, lê di dîroka helbesta kurmancî ya bakûr de helbestvanekî bi giştî ku li ser çarînê rawestiyayî tuneye.

Van'da Arjen Arî Gecesi | Rudaw.net

Di dîroka nêz de hin helbestvanan çarîn nivîsîne. Di nav wan helbestvanên nûjen de yê ku li ser çarînê herî pêşketî, bêguman Arjen Arî ye. Û ji xeyrî A.Arî, Sabah Kara û Kemal Burkay jî çarîn nivîsîne.

Arjen Arî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Çil Çarîn’ de tenê li ser çarînê sekiniye. Di berhemên din de jî çarînên Arî henin. Arî ji bo wan çarînên di ber­ hemên xwe yên din de dibêje: “… çarînên ku di van her çar berhemên min ên Ramusan Min Veşartin Li Geliyekî, Ev Çiya Rûspî Ne, Şêrgele û Eroûtîkayê de min bi helbesta xweser re li milkê helbestê belav kirine, çarînên tam­tewawker in.”

Çarînên ku di van her çar berheman de her yek ji wan bişirîniya xwe cûr bi cûr in, herwiha xwedî mijar û wateyên bijiyanî û felsefîk in. Meriv di nav jiyanê de dikare ji her alî ve ­her wekî; raman, hizr, jiyanî, azadî, mirovahî hwd.­ sûdê ji van çarînan werbigire.

Her helbestvanek bi tehera xwe şahê helbesta xwe ye, lê di dîroka helbesta kurmancî ya bakûr de helbestvanekî bi giştî ku li ser çarînê rawestiyayî tuneye.

Çarînên ku di van her çar berheman de:

Ramusan Min Veşartin Li Geliyekî (Avesta, 1999); Di vê pirtûkê de neh(9) çarîn henin, ji van çarînan du(2) çarîn bi aliyê mûzîkjen Mirady ve bi navê ‘Bûnisra’ hatiye bestekirin. Ev her du çarîn jî ev in:

1)

axa sorevîn xweziya jiya min

min xwîn dayê, wê nav daye

min pê habim ez,

bi wê ye paya min bê Xweda dibim,

bê ax û bê al, na!…

 

2)

çavên min di hidûd de

du kanî ne li dû te

diherikin ji zû de

ava Bûnisra ez im

Di vê berhemê de çar çarîn jî bi navê ‘Çalê û çar çarîn’ her wekî helbestekê hatiye danîn. Çarînek jî bi navê ‘Çarînên Hewadêr’ e.

Ev Çiya Rûspî Ne (Avesta,2002); Di vê pirtûkê de heşt(8) çarîn hene, dudu(2) mînak ji van çarînan:

dûrî ji min

bibeşişe l’min ji min

taveheyv î li paca min

dest davêjim te ji dûrî

şeveq dikeve mista min.

 

Çarîn î xewn

xwîn rawest,

dem verşiya

şûr şikest

mertal tewiya

ji qada şer şerbaz reviya:

xewneke me bû,

rizgarî!

 

Di nav van çarînên din de jî navê çarînekê ‘hewar’ navê yekê jî ‘çarînke’ ye.

Eroûtîka(Weşanên Lîs,2006); Di vê berhemê de çarîn li milkê helbesta xweser bi awayekî nexşandî hatiye belavkirin û gorî min jêr û jor şanzdeh (16) çarîn henin. Çarînên vê berhemê giştî li ser ‘işq, jiyan û zayendiyê ne. Du mînakên wan çarînan:

1)

guldanka dil

bêgul nabe bêgulî

her dem ezab e

kesek bi jînê şa

nabe nebe tê de

wensa gulê

 

2)

horî ew e

li bihuştê perî ew e

te dil xistê

perî ku bûbe gulperî

êdî te dil daye mistê!

 

Şêrgele (Avesta,2008); Di vê pirtûkê de gorî min yêk çarîn heye, lê gava meriv bala xwe bidê, meriv dibîne ku pir helbestên her wek çarîn hatine nivisîn, di vê berhemê de henin. Çarîna di vê berhemê de ev e:

kê negot, ax!

û neçû?

kî nebû ax…

û neçû?

felek qajikê bicû

Arjen jî dil bi dax neçû?

bêndera çandê — Hemû helbestên Arjen Arî wekî setekê hatin...

Çil Çarîn (Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2008); Arjen Arî di berhema xwe ya bi navê ‘Çil Çarîn’ de bi awayekî xurt li ser çarînê sekiniye û berhemekî gelek biqîmet û taybet afirandiye.

Di vê pirtûkê de çil+çardeh (40+14) çarîn henin.

Arjen Arî ji bo wê berhema xwe ya çarînan de di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje: “… di xebata li ber destê we, ji berê pirtir min dêhn û bala xwe da çarînê û min xwast biwêj û gotinên pêşiyan hem bikim jêderk, hem jî bikim palpişta çarînên di vê berhemê de û bi rêya çarînê biwêjan û gotinên pêşiyan di dadgeha bîr û raman, hizr û hestan de mîna tewanbarekî bikişînim ber sêdarê!”

Her wekî A. Arî jî gotî, çarîn; di vê berhema bi navê ‘Çil Çarîn’ bi biwêj û gotinên pêşiyan ve hatine xemilandin û ev xeml bi hest û raman ve pir biaheng hatiye danîn. Dema mirov dikeve nav xwendina wan çarînan, hinek ji wan mirov dide fikirîn, hinek ji wan mirov dide kenîn û hinek ji wan jî tiştinan tîne bîra mirov. Biwêj û gotinên pêşiyan felsefeyek gelek xweş daye çarînan û çarîn bi wateyek giran, bedew bûne. Hinek mînakên ji wan zêr­wate; ‘Çil Çarîn’an ev in:

1)

heyî be kurê seyî be*

heyîn ku bi dû re dî be?

bi dû re bi xwe ve rî be**

ha heyîna te, ha ya seyî!

*heyî be kurê seyî be

**nû dîtî bi xwe ve rîtî

 

2)

ne peya be,

ne siwar be ne be ker,

ne bi hefsar be bi hevsar bî,

ne binbar be

tê minetkêş bî ta mirinê!

 

3)

biger bibîn şehristana

pirsê bik j’kalê zemana

tu xwe mexe ser zimana *

dê devê kê doxîna te be?**

*peyva ketî ser zimana digere li şehristan!

**devê kê doxîna min e?

 

Nîşe: Di nav van berhemên A.Arî de ‘Eroûtîka’ û ‘Çil Çarîn’ hem bi tîpên latînî û hem jî bi tîpên erebî hatine çapkirin. Helbestên di van berheman de li jor bi tîpên latînî û li jêr bi tîpên erebî hatine danîn û her viha rêz bûne. Ji ber vê çendê evan herdu pirtûkan bi vî rengî sînor nêzî hev kirine.

 

Seta Arjen Arî - Hemû Berhem

 

Berhemên Arjen Arî yên din:

  • Destana Kawa(Weşanên Elma,2003),
  • Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr(Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd­ Duhok,2008)
  • Bîhoka Li Pişt Sînor(Avesta, 2010).

 

Bi Kurtî Jiyana Arjen Arî:

Arjen Arî di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye cîhanê. Di sala 1979an de Enstîtûya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî diqedîne. Di sala 1976an de li Nisêbînê ji ber  belavkirina  belavokekê  tê  girtin. Bi qasî hefteyekê di hepsê de dimîne. Arjen Arî  ji ber nexweşiya pençeşêrê di 30ê kewçêra 2012an li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê.

Nîşe: Ev nivîsa 2011an de Kovara Pêngav – Hejmara 3yan de hatiye nivîsandin

Nivîskar: Îmad Bernas

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply