Perwerde Rêya Zanîn û Hişyariyê ye

Mirov dema çavê xwe li jiyanê vedike di malbatê de tê perwedekirin. Vê mirov dikare weke perwerdeya yekem bihesibîne, ya duyem jî civake, mirov perwerdeya xwe ji civakê digire û li gor van perwerdeyan jiyana xwe didomîne, ya sêyem jî perwerdeya dibistanê ye, zarok û ciwan perwerdeyên derbarê exlaq, çand û zanistê di virde û bi tevahî civak û derdora xwe de distînin.

Ji ber ku mirov/zarok weke rûpeleke spî ye tu çawa perwede bikî li gor wê tevdigerin. Di jiyana tevahî ya mirovan de eger mirov bikaribe serkeftinekê bi ser bixwe, divê mirov xwe bi xwe perwerde bike, eger mirov di xwe de guhartinê çêneke û xwe bi xwe perwerde neke tu kes nikare zanînê nîşanê wî/wê bike.

Perwerde şewq û ronahiya mirov e!
Û derketina ji tarîtiyê ye!

Nivîskar: Cemîle Harun 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *