Di Dînê Îslamê de Cihê Aqil

Bingeha dînê îslamê kitêba me ya pîroz Quranî Kerîm, xîtaba aqil dike.

Aqil, hemu însanan li temamê mexluqatan vediqetîne, û aqil ji bo însana hususîyetek a teybetî ye.

Çawa ku me got, Rebbê alemê di Qurana pîrozde xîtaba aqil dike, çaxa ku însan li wê kitabê mize dike, nêzî 75 ayet bi aqilre eleqedarin.

Çaxa ku aqil tunebaya ew kitêba pîroz ne dihate femkirin. Çaxa ku kitêb nehata femkirin îmtîhana axretê jî betal dibû.

Di sureya Alî Îmranê de ayeta 3an de dibêje; “Di afirandina erd û ezman de, di şev û roja ku li du hev têne da, ji bo aqil selîman re, îbret û delil hene.” Di vê ayetê de, Rebbê alemê însana teşwîke fikirindin û ponijandinê dike. Dixwaze ku însan aqlê xwe bişuxulîne.

Dîsa di sureya Îbrahîm, ayeta 52an de dibêje; “Ev Qur’ana hanê ji însanan re teblîxek e. Da ku pê hişyar bibin. Û bizanin Xweda her yek e. Û xwedî eqil jî jê şîretan bigrin.” Ewa (Quran’a) bûye şîrete ka pê ragehînî. Bi awakî eşkere va ayeta me însanan serwext dike, û ji bo ku mirov aqil bikin, şîretan jê bigre, teşwîka aqil şuxulandinê dike.

Dîsa di sureya Sad ayeta 29an de dibêje; “Ya Muhammed! Me ev pirtûka pîroz ji te re nazil kiriye ji bo ku (mirov) ayetên wê bifikirin û xwedî-eqil ji wê şîretê bigrin.” Di vê ayete da wusa xuya dikê ku yê ku îbretê bigrin, şîreta hildin xwedî aqil pak in. Û aqlê temîz û paqij, tîne ziman.

Dîsa di sureya Hedîd ayeta 17an de Rebbê aleme dibêje; “(Gelî bawermendan!) Bizanin ku Xweda erdê piştî mirina (hişkbûna) wê sax (hêşîn) dike. (Hemin Ew dikare we jî piştî mirina we dîsa sax bike û dilên mirî jî bi Qur’ana ku şandiye sax bike). Bi rastî ji bo hûn têbigihin me nîşanên yekîtî û qudreta xwe) ji we re eşkere kirine.” ayeta xwe wiha şîrove dike.

Di vê ayeta kerîm da jî, ew gîha û dar û berê ku hişk bûne, wekî êzingan bûne, di demsala biharê de çawa jîndar dibin, hêşin dibin, kesk dibin, hûn dibînin wisa yê we jî li mirinê şûnda di heşrê de jîndar bike, we rake. Lê gelo hûn çima aqlê xwe naşuxulînin û qîyas nakin.

Dîsa di sureya Nehil ayeta 67an de awa ferman dike; “Bi rastî berê dara xurmê û rêzan de ku hun ji wan beran rozînê qenc,( ji xwarin û vexwarinan ) û meyê digirin, ji bona komalakî hişdarî dikin beratenê (sodretî) hene.” Ev ayeta jî diqatê dikşîne ser xwarin û vexwarinê ku van nimetên giran baha çawa çêdibin, ji insanan ra çiqasî berjewendin û faydeya wan heye, bale dikişine ser wan û aqil dide şuxulandin, Ew fêkîyana çiqas başin, bîna celebê wan fêkîyan çiqas xweşin, ew bîna, ew te’ma xwaş di wê herîya sarda tüneye, ew herîya bê aqil û bi şiûre çawa karin van fêkîyan çekin.  Hun jî biponijin û aqildarno, aqlê xwe bişuxulînin.

Lê belê sureya Enfal ayeta 22an da; “Bêguman li nik Xweda xerabtirînê zindiyan ew in ku eqlê xwe bi kar nayînin û kerr û lal in.”. Li vê ayete jî tête femkirin ku li bal Xweda însanê tewrê pîs û nezan, ew insanên ku kerrin û nabihîzin, kor in nabînin, û qet aqlê xwe naşuxulînin. Di vê ayetê da jî balê dikşîne ser ê ku aqlê xwe naşuxulînin û wan pir tehkîr dike.

10.07.2023

Adem MURTEZA

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply