Ez im Penaber – Helbest

Penaberê bê war û bê kesim,
ji ber zilma zordaran terkî warim,
Bişev nîvê şevê de bûme firarim
sarbûm tirênê terim pir bi tirsim.

Bi sibêre hatim nava bajarekî
Dora min tijene mirov ê nenasin
Destê minde navnîşane dipirsim
Hêstewarî ferbûm ê biyanî ezim

Şevê bûme mêvan binê pirê
Pirî tê dengê gujîna maşînê
Xew nagre çavê min ji tirsê
Gohdarî dikim kînga were keşkî.

Têkiliya min qutbû ji axê terim
Kelecan girtiye dilê min bi tirsim
Ne daristan û nejî kevirû zinar
Gerdûnî bûye derya penaberim.

Destê minda tenê maye dua
Bi hêstan bang dikim ey Xweda
Dikim gazî û hewar xelasbîim ejar
Warek digerim ji tirsa lê bibim sitar.

Warê me xerav kirin van romiyan,
Fîrar bûme ji destê van hovan
Qonaxa bavû kalan hilşandin,
Qedexe bûye çanda mezinan.

Ezim bi neçarî niza bi kuda herim.
Destê min qetandin ji gundû bajaran.
Ciran bê dengin ketinê dafikê,
Koçber bûme hewar ezim muhacir

Behçet Ateş: 24-06-2023

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply