Romana Semerqand – 11 (Amîn Me’lof)

Li ser Rêya Hevrîşim, ji Çola Xwê hirvetir, bajareke ji avahiyên nivz pêkhatî heye; Kaşan. Ew bajar, ciheke seknê ye. Karwanan, hêca nedayîn kaşên Çiyayê Sîsarkê Keçel, li wê derê bêhn vedidan. Ew çiyayê bêyom yê bûyî warê rêbirên derdora Isfexanê cerd dikirin.

Kaşan bajareke, kîl û heriyê bû. Kesên diçûn wî bajarî, çavên wan beytişe li diwareke sererast û avahiyeke bedena wê xemlandî digeriyan. Ew tuxlayên navdar ê sîqalkirî yên li Semerqendê, Bexdayê bi hezaran mizgeft, medrese û qesir kesk û zerdirkirin, li vi bajarî dihatin çêkirin. Nava alema Islamê ya Rojhilat de navê fayansan, Kaşî an jî Kaşanî bû. Eynî weke çawa porselen, ji ber ku ji Çînê dihat û di Farisî û Inglîsî de jê re digotin Çînî, welê bû.

Li derveyê bajêr, nava darên tû de karwansarayek hebû. Sûrehên wê yên çar kujî, bircên wê yên çavnêriyê, ji bo bar û dewaran hewşeke wê ya li derve û hewşeke der û dora wê bi mezlokan rapêçayî ya hundur hebû. Emer dixwest ku jûrek ji van bigire lê xwediyê xanê got: “Mixabin! Qet jûrên vale nînin.” Bezîrganên Îsfexanî yên dewlumend, bi kur û xulamên xwe ve hatibûn. Ji bo rastiya vê gotinê fêhm bike, ne lazimbû li lênûska xanê binêre. Her der, bi firoşkarên wîrwîrok û heywanên qelew tijî bû. Her çiqas rojên zivistanê yên ewulbûn jî, Emer dikariya li derve raze lê, dûpiştkên Kaşanê jî weke çîniyên wê navdar bûn.

—Kujiyek heta sibeyî ez xwe lê dirêj bikim jî nîne?

Zelêm serê xwe xwerand. Cîhan tarîbû bû. Kêr nedihat mo misilmanekî vegerîne! Got:

—Mezelek piçûk heye û feqeyek lê dimîne. Jê re bêje, bila di mezloka xwe de ji te re cih veke.

Berê xwe dan mezelê. Deriyê wê girtî bû. Xanvan, destê xwe jî li dêrî neda û vekir. Pirtûkek li ber ronahiyeke lewaz ya mûmekî bi lezgînî hate girtin.

—Ev rêwingiyê hêca ji berî sê heyvan ji Semerqendê bi rê ketî ye. Min got, belko bikaribe mezela te parve bike.

Zelamê ciwan, aciz bûbê jî  neda der. Nazik lê bê lebat sekinî.

Xeyam ket hundur, selam da. Xwe bisemt da naskirin:

—Ez Emerê Nîşabûrî me.

Çavên yê li pêşberî wî biriqîn. Wî jî xwe da naskirin:

—Ez jî Hesenê kurê Alî Sabah im, ji Qomê me. Li Reyê xwendekar û rêwiyê Isfexanê me.

Ev danasîna berfireh, Emer gumanbar kir. Ev bangeke xwestina derheqê wî de ya zanyarîyek zêdetir bû. Ji bo vê yekê sedemek nedidît û ji vê kirinê tirsî. Bê deng, li cihê xwe rûnişt. Pala xwe da dîwêr û dest bi şopandina wî xortê hûrikê esmer ê nû rih û simbêlên wî derketîn kir. Riha heft rojî, şaşika reş û çavên beq, qet li hev nedihatin. Lawik bi ken lê nihêrî û got:

—Dema navê mirov Emer be, gera li dora Kaşanê bi xetere ye.

Xeyam, çawa ecêpmayî mabe, helwestek welê nîşan da. Halbûkî kevirê hatî avêtin fêhm kiribû. Navê xwe ji xelîfê Pêxember yê duduyan girtibû. Xelîfe Emer, ji alîyê alîgirên Elî, Şiîyan ve nedihat hezkirin. Nifûsa Îranê piranî sunîbû lê bajarên Qom û Kaşanê piraniya wan şiîbûn û nav wan de hinek adetên xerîp çêbûbûn. Her sal, salvegera kuştina Emer de pîrozbahî li dar dixistin. Jina xwe dixemiland, şêrînahî û qeliya fistaqan dihat çêkirin, zarokan kesên li ber mala wan re bibore re digotin: “xwedê bela xwe bide Emer!” û av serê wan de dikirin. Kuklayek dişibandin xelîfe, tizbiyek ji rîxê çêdikirin û têxistin destê wî de û tax û tax digerandin û halê diqêriyan: “Emer, tu yê dojehê yî. Tu xayînî, tu xespkar î.” Solîkerên Qom û Kaşanê, di binê solan ve “Emer” dinivîsandin, hêstirvanan ji hêstirên xwe re “Emer” digotin û çiqas darek li wan dixistin bi keyf ev nav digotin. Nêçîrvanan, dema tîrê paşî tavêtin “Ev jî ji serê dilê Emer re” diqêriyan.

Hesen, ev adet hemû bi çend peyvan vegotin. Neket nav kûrahiya wê. Emer, bi awirên tûj lê nihêrî û bi dengeke stûr ev gotin:

—Ez, Ji ber navê xwe riya xwe û ji ber riya xwe jî navê xwe naguherînim.

Demeke dirêj bêdengî çêbû. Awirên xwe ji hev veşartin. Emer, sola xwe derêxist û ji bo raze xwe dirêj kir. Hesen disa axivî:

-Belko bi van gotinan min tu işandibî. Bi tenê min dixwest dema li van dera  navê xwe bêjî tu baldarbî. Min çewt fêhm neke, niyeta min ne ew bû. Zarokatiya xwe de, dema ez li Qomê, ez jî diketim nava van şahîyan de. Piştî ez mezin bûm, bi çaveke din min li van tiştan nihêrî. Min fêhmkir ku serxweçûyînên halê, li zanyarekî nayên. Ev kirin, ne li gorî şîretên pêxember bûn jî. Li milê din, dema muezinan li minareyên Kaşanî diqêriyan û gotina: “Mezhepgirên Elî yên ne’letî” digotin, min digot ev jî ne li gorî dîtaneya pêxember e.

Emer xwe piçekî rast kir û got:

-Vaye gotinên zelamekî bi jîr.

-Ez aqilmendiyê jî û dînîtiyê jî dizanim. Şêrîniyê jî tehliyê jî. Lêbelê ez ê çawa mezela xwe ji zelamekî zehmetê danasîna xwe jî nekê parve bikim?

-Bi gotina navê min tenê bes bû, ji bo tu tiştên tehl ji min re bêjî. Heke vêca min nasnameya xwe ji te re kifş kiribû ya?

-Belko hingê min yek ji van negotibû ya. Ji xelîfe Emer nefret tê kirin, lê Emerê hendesekar(geometrîkar), Emerê fezazan an jî Emerê feylesof tê heskirin.

Xeyam rabû şpîya. Hesen serketibû û domand:

-Tu dibêjî qey mirov tenê bi navên xwe tên naskirin? Ji awirên xwe, ji rêveçûna xwe, ji axaftina xwe tên fêhm kirin. Hêca tu dêrî re dihatayî, min fêmkir ku tu zelamek zanayî. Ji rûmet û navdariyê ne dûrî, lê heman demê de nasnav û navdarî ne xema teye û bê pirs jî tu dikarî rîya xwe bibînî. Dema te navê xwe got êdî guman ji min re nema. Ez yek Emerê Nîşabûrî dizanim.

-Te divê ku tu bandorê li min bikî, tu serketî. Lê tu kî yî?

-Min navê xwe got lê ji te re tiştek îfade nekir. Ez Hesen Sebahê Qomî me. Ez xwe li ti tiştî nav nadim lê hevdeh saliya xwe de derheqê ol, felsefe, dîrok û stêran de çi hebe min xwend.

-Xwendina her tiştî ti carî ne pêkane. Her roj ew qas tiştên nû hene ji fêrbûnê re…

-Min biceribîne.

Emer, weke leyîstokekî, çend pirs jê kirin. Derheqê Eflatûn, Eûklîdes, Porphyrîos, Dîoskorîdes, Galenos û Îbnî Sîna de. Pişt re derheqê şîrovekirina şerîetê de. Bersivên hevalê wî, her car rast, mîsoger û bê kêmasî bûn. Dema cîhan ronahî dibûya herdu jî hişyar bûn. Nedizaniyan ka dem çawa borî ye. Hesen bi keyfbû û Emer ketibû bin bandorê de. Îtiraf  kir:

-Ez hêca rasta yekî ev qas tişt bizanibe nahatime. Bi vê zananiyê te niyete tu çi bikî?

Hesen ewul bi gazind, çawa ji nava dilê wî razek hatibe dizîn wisa nêrî. Paşê nerm bû û awirên xwe dan erdê û got:

-Min divê ez herim cem Nîzamûlmûlk. Belko karekê bide min hebe.

Gêşkî Xeyam, çûyîna xwe ya li ba wezîrê mezin jê re gotibû lê paşê dev jê berda. Gumanên wî yên di kurahiya dilê wî de hêca jê neçûbûn û wan gumanan nehişt bibêje.

Piştî du roj din ketin nava karwanên bezirganan de. Rex hev dimeşiyan û Erebî û Farisî ji ber helbest dixwendin. Carna niqaşdikirin lê tavilê vedibirîn. Dema Hesen behsa “rastiyên mîsoger”, “rastiyên neyên niqaşkirin” dikir jî, Emer biguman disekinî, ji bo vegotina ramanên xwe lez nedikir. Kêm cara çêtirdîtina xwe kifş dikir. Dema tiştek nizanibû ya, bê tirs û ji dil û can nezanîna xwe eşkere digot. Lê gotinên her wextî dubare dikirin ev bûn: “Te divê ez çi bêjim? Ev tişt nixumandî ne. Ez û tu, em herdu jî li vî alê rûpoşê ne. Dema rûpoş were rakirin, em ê ne li vir bin.”

Piştî rîya heftîyekî gihatin Isfexanê.

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply