Abdurrahman ADAK,
‘Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk’
Kitêba ku li ser mijarên sereke yên edebiyata Kurdî ya klasîk hatiye nivîsandin ji destpêkek û sê beşan pêk hatiye. Piştî ku di destpêka kitêbê de li ser pênaseya edebiyata Kurdî ya klasîk û pêkhateyên wê hatiye rawestan, beşa yekem ji bo xebatên biyografîk û bîbliyografîk ên bi tarîxa edebiyata Kurdî re pêwendîdar hatiye terxankirin.
Ev xebat li gorî kronolojî û qonaxan (qonaxa mîrektiyan, Qonaxa dawiya Osmaniyan/Stenbol, qonaxa Şamê, û hwd.) û li gorî cureyan (berhemên tarîxa edebiyatê, antolojî, monografiyên bajaran û hwd.) hatine tesnîfkirin û nasandin.
Beşa duyem ku beşa herî berfireh a vê berhemê ye, ji bo tarîxa edebiyata Kurdî ya klasîk hatiye terxankirin. Di vê beşê de tarîxa edebiyata Kurdî bi awayekî sîstematîk di çarçoveya du perspektîfan de hatiye tesnîfkirin:
1. Perspektîfa diyalektên Kurdî (edebiyatên Kurdiya Lorî, Kurdiya Goranî-Hewramî, Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Soranî û Kurdiya Zazakî).
2. Perspektîfa merhele/qonaxên edebiyata Kurdî ya klasîk (serdema Emewî û Ebbasiyan, serdema hikûmetên Kurdan, serdema mîrektiyan û hwd.)
Di vê beşê de tarîxa edebiyata kurdî bi awayekî kronolojîk li gorî qonax û sedsalan hatiye pêşkêşkirin û li ser nûner, ekol û taybetiyên wan qonax û sedsalan agahî hatine dayîn.
Di beşa sêyem a pirtûkê de jî, ji mijarên teorîk ên edebiyata klasîk “zanyariyên ruxsarê” hatine pêşkêşkirin. Di vê beşê de mijarên wekî kêşa erûzê, serwa-paşserwa, teşeyên nezmê (xezel, qesîde, mesnewî, rubaî û hwd.) û teşeyên berhemên klasîk cih digirin.
Tê hêvîkirin ku “Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk” hem ji bo lêkolînerên edebiyata Kurdî dê bibe çavkaniyeke jêneger, hem jî di zanîngehan û dezgehên dî yên perwerdeyê de dê wekî pirtûka dersê bê bikaranîn.
Pirtûka Prof. Abdurrahman Adak
Weşanxaneya Nûbiharê derketiye