Kamûran Elî Bedirxan, kurê Emîn Elî Bedirxan, birayê Celadet Elî Bedirxan û Sureyya Bedirxan e.
Sîyasetmedar, hiqûqnas, rojnemeger û edîbê kurd e.
Kamûran Elî Bedirxan di Tebaxa 1895 an de li Stenbolê ji dayîk bû. Zarokatîya xwe li Stenbolê derbas
dike. Perwerdeya xwe ya bilind (unîversîte) li vir kuta dike û dibe parêzer.
Dema Kamûran Elî Bedirxan li Stenbolê ye him di komaleya ku bavê wî (Emîn Elî Bedirxan) jî avakarê
wê ye de cî digire û him jî di nava tevgerên din yên ji bo kurdan hatine avakirin de cî digire û dikeve
nava xebatên sîyasî jî.
Piştî ku zaningeha huqûqê kuta dike li Elmanya doktoraya huqûqê dike. Di dûv re jî li Beyrûtê dest bi
parêzerî dike û li vir ji bo çand û zimanê kurdî ciwanan li dora xwe dicivîne û xebatên xwe didomîne.
Di sala 1940an de li Beyrûtê di radyoya Rohelatê de beşdarî bernameyên çandî û zimanî dibe di sala
1941an de ev bername di heftê de du caran tê weşandin. Dema li Beyrûtê ye di kovara hawarê de
dinivîse. Ji bilê vê kovarê jî wî li Beyrûtê di sala 1943 yan de rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.
Kamûran Bedirxan di sala 1947 an de diçe Fransayê û li wir sazîya lêkolînerî a kurdî ava dike. Di
heman demê de di zaningeha Parîsê de dersên kurdî dide.
Xebatkar û kedkarê miletê kurd Kamûran Bedirxan li Parîsê jî dev ji polîtîka û xebatên sîyasî yên bi
kurdan ve girêdayî ne bernade. Tim bi kurdên cîhanê re di nava têkilîyê de dimîne. Di sala 1970 de
sereke dide Kdp û Mela Mistefa Berzanî û dibe nûnerê kdpê yê Parîsê. Di sala 1971an de jî serî dide
kurdên Lubnanê.
Kamûran Elî bedirxan di sala 1978an de li Parîsê diçe ser dilovanîya xwe. Laşê xwe ji bo bibe kadavra
û xwendevan jê fêde bibînin bexşê zaningeha Parîsê dike.
Berhemdarê nemir Kamûran Elî Bedirxan li gel ne bawermend bûye jî tev li wergera Tewrat,încîl,û
tefsîra quranê ji sihî zêdetir pirtûk nivîsandine.
Hin berhemên wî ev in;
Langue kurde, Paris, 1953
Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986
Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)
Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)
Kolay Kürtçe – Pîrtûka ders, Weşanên Doz
Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938
Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938
Dilbirîn Dilo