Dara Dehemîn

Oy dilê min!
Tu yê heta kengî biavêjî,
kengî rawestî,
kengî çîroka te yê bi dawî bibe,
kengî li ser dinyayê safî bibî.
Kes neyê dilê min û yên tên jî heman diçin.
Nizanim tu benda çi yî, tu çi dixwazî dilê min.
Dor û paş xwe binêre, yekî mîna te heye.
Dem, ne dema te bû.
heyam ne li gorî te bû.
dewran li hember te diçerxibû.
Oy dilê min!
Bi destên xwe benê çîroka xwe biqetîne.
Bi peyvên xwe strana xwe bistrê û biçe.
Mesekine dilê min, bilezîne.
Hemû hevrêyên te bûn çengek ax,
hemû hevalcewiyên te bûn topaxek axîn.
Memedê te li ku ye?
Piştre Cûn, Mad, Siltan, Leyla, Nûr, Îv, Hem, Hesen û yên din.
Her kes bi çîrokekê ve hatibû û her kes bi darekê ve çûbû.
Behîv, spîndar, fistiq, çinar, selwî, gwîz, hinar, tû û hêjîr.
Memed hîn bê behîv e,
çavên Cûnê di spîndaran de mabûn,
Ma’dê min, mîna fistiqekê li ber çavên min rizîya,
bedena Siltanê min hîn bi dara çinarê ve hêl dibe,
Leyla bi selwîyekê hatibû û bi selwîyekê ve çûbû,
bêhna Nûr û gwîzan ji hevdu dernaxim,
nizanim Îv hîn jî bi hebhinaran li cenetê digere,
hêj rûyê Hemê ber bi dara tûyê ve,
Hesen ji bo hêjîran dimir,
tenê ji hêjîran hez dikir,
Hesenê min, bêqedera dilê min.
Dara te kîjanê dilê min?
Dara te dara dehemîn e, dilê min.
Dara dehemîn, dara akasyayê.
Te di bin akasyayeke de çavên xwe vekiribû
û çîroka akasyayê tu mest kiribû.
Te digot: “Ez mîna dara akasyayê bêreng û bêsewt im.
Ez ê di bin akasyayeke bêreng û bêsewt de can bidim,
bila min têxin bin dareke akasyayê.”
Niha her ku dem dibihûre û wexta min a dinyayê kêm dibe,
di cihê te de dareke akasyayê mezin dibe dilê min,
dîsa bêreng û bêsewt, bêşop û bêrêç, bêkes û bêkûs.
Dizanim di dawiya her tiştî de akasyayê şûna te bigire.
Ez bi destên zemên,
bi tilîyên rojê,

bi bêr û bivirê şevê,
ji xwe re darbestekê çêdikim ji dara akasyayê,
ji xwe re gorekê dikolim di bin dara akasyayê de.
Oy dilê min!
Ez her roj bi xwîn û ava te, dara akasyayê av didim.
Dizanim em ê herinê
û dara akasyayê li dû me bimînê, a şûna me bigirê.
Ku pêxember bi peyvên xwe yê pîroz em qoç kiribûn.
Heta qiyametê em ê bi darên akasyayê ve bijîn.
Belkî tu bibî pelek û ez bibim çimkek;
belkî tu bibî ayetek û ez bibim sûreyek;
belkî tu bibî bîzotek û ez bibim xwelîyek;
lê qet ferq nake dilê min.
Ku di çîroka akasyayê de
destpêk û dawîbûn,
çûyîn û mayîn,
ketin û rabûn,
birîn û hêlîn eynî bû.

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply