Diayên Ayet û Hedîsan

Rebê me! Te piştî em anîn ser rêya rast dilê me (ji rastiyê) xwar neke! Ji cem xwe ji me re rehmetekê bibexşîne. Beguman bêhed bexşdar her tu yî. (Alî Îmran-8)

Xwedayê min! Çawa wan di biçûkiyê de ez perwerde kiribûm, wisa tu jî dilovaniya xwe li wan bike. (Îsra-24)

Xwedayê me! Li me û birayên me bibore ku beriya me bi îmanê (derbas bûne) çûne; li hemberî wan kesên ku bawerî anîne di dilê me de tu rikekê nehêle! Xwedayê me! Bêguman tu yî, Şefqetkar û Dilovîn! (Heşr-10)

Xwedayê me! Me xwe spartiye te û em li te vegeriyane û veger bi bal te ve ye. Xwedayê me! Me, ji bo wan kesên ku kafir bûne neke fitne (û imtîhan), li me bibore! Xwedayê me! Her tu yî, Ezîz (Zorbir) û Hekîm (Dawer). (Mumtehîne-4,5)

Rebbê me! Eger em bîrva bikin yan jî şaş bikin tu me li me negire. Rebbê me! Te çawa (giranî) li wanê pêşiya me de derbasbûne bar kiribû wisa li me jî bar neke. Rebbê me! Tişta hêza me nagihîjê li me bar neke. Tu li me bibore, me bibexşîne, dilovaniyê li me bike. Tu mezinê me yî. Li dijî kafiran jî alîkariya me bike. (Beqere-286)

Ya Rebbê min tu min û dê û bavê min û bawermendan di roja hesabdayînê de bibexşînî. (Îbrahîm-41)

Rebbê me! Li dinyayê jî rindiyê bide me, li axiretê jî rindiyê bide me. Û ji ezabê dozexê me biparêze. (Beqere-201)

Xwedayê min! Tu zanyarî bidî min û min tevî qencan bikî!

Di nava kesên dû re tên bi rindî bibîranînê bikî para min!

Tu min bixî warisê bihişta nîmetên wê pir.

Bavê min jî bibexşîne. Loma ew bêguman ji rêderketiyan bû.

(Roja evdên te) Têne saxkirin, tu min riswa nekî! (Şûara-83,87)

Ya Rebbê min! Te hinek milk dane min. Te tabîra xewnan bi min daye zanîn. Te asîman û erd afirandiye. Hezkiriyê min di dinya û axiretê da her tu yî. Min bi muslimanî bimrîne. Û min bigihîne qencan. (Yûsif-101)

Xwedayê min! Li min û birayê min bibore, me her duyan ber bi dilovaniya xwe bixe. Û her Tu yî ji hemû dilovanan dilovantir! (Araf-151)

(Xwedayo!) Tu di vê cihanê de qenciyê (jiyaneke xweş, encameke baş û serkeftina bo karê baş) û li axretê jî ji bo me rindiyê (çûna bihiştê) binivîse. Bi rastî me bi bal te ve tobe kiriye. (Araf-156)

Xwedayê min! Tu bikî para min ku ez şukrî (spasiyê) te bikim li ser qenciyên ku te li min û li dê û bavê min kiriye û ez karên baş ên ku tu jê razî (pê qayîl) dibî, bikim! Bi dilovaniya xwe tu min bixe nav evdên xwe yên baş! (Neml-19)

Xwedayê min! Bi rewşeke asan û bi razîbûn min bibe. Û min derxîne bi rewşeke asan û bi razibûn. Tu ji bal xwe hêzeke ku alîkariyê dide me ji me re bînî. (Îsra-80)

Xwedayê min! (Gunehên) min bibexşîne û dilovaniyê (li min) bike! Tu xêrtirînê dilovanan î. (Mu’mînûn-118)

“Ya Xweda, li min bibore, li min were rehmê, tiştên ku razîbûna te bidest dixe kirin bike, sihet û rizqê bide min.” (Muslim, “Zikr”, 35)

“Ya Xwedê, ez ji wendabûna nîmeta ku te daye, ji xerabûna siheta te, ji cezayê ku tu yê ji nişka ve bidî, û ji her tiştê ku hêrsa te bikişîne ser min, ez xwe dispêrim Te” (Muslim, “Zikr”, 96)

“Ya Xuda! Ez ji qelsî, tembelî, tirsonekî, îxtîyarîyê, ezabê gorê û ji fitneya zindiyan û mirîyan xwe dispêrim Te.” (Muslim, “Zikr”, 50)

“Xwedayê min! Ez ji zanîna ku feyde nake, ji dilekî ku nelerize, ji canê bêtehmî, ji nimêja ku nayê qebûl kirin, xwe dispêrim Te.” (Muslim, “Zikr”, 73)

“Xwedayê min! Min bike yek ji wan ên ku gava qenciyê dike şa dibin û dema xerabiyê dikin poşman dibin.” (Îbnî Mace, “Adab”, 57).

Xwedayê min, ez ji te daxwaz dikim ku ji te hez bikim, ji hezkiriyên te jî hez bikim û karên ku dê te bigihînin hezkirina te, bi min kirin bidî. Ya Xuda, evîna xwe, ji min, ji malbata min û ji ava sar şêrîntir bike. (Tirmizî, “Nimêj”, 73)

“Xwedayê min, min canê xwe teslîmî te kir, min rûyê xwe zivirande te, min karê xwe spart te, min xwe spart te, bi hêviya razîbûna te û tirsa cezayê te, min xwe li te girt. Ji xeynî te tu stargeha min tune. Xwedayê min, min bi kitêba ku te hinartiye û bi pêxemberê ku te şandiye bawer kir.” (Buxarî, “Deavat”, 7)

“Ey Xwedayê min, ez xwe ji ehlaqê xerab, kirinên karên nebaş û dûrketina ji baweriyên nerast, xwe distirînime te.” (Tirmizî, “Nimêj”, 126)

“Xwedayê min! Ez ji te re hîdayet, teqwa, edelet û dewlemendiya dil dixwazim.” (Muslim, “Zikr”, 72)

“Ey Xwedayê min! Karên qenc bide min. Karên min li gor rizayê xwe çêbike. Nehêle ku nîşankirin û derew têkevin nav karên min.” (Hezretî Omer)

Xwedayê min! Ez ji te hemû bedewî û qenciyê dixwazim. Ez ji her xerabî û qirêjîyê xwe distirînim te.” (Hz. Ayşe)

“Rebbê min! Min bedena xwe ji nepakiyan şuşt û paqij kir. Tu hundirê min ji xerabiyê bişo û paqij bike.” (Mewlana)

“Ya Rebbî! Em qebûl dikin ku tu yek Xudayî, ne ji kesekî din re, û em tenê teslîmî Te ne. Tenê bi guhdana te em ê aramî û razîbûna hundurîn bibînin. Ji ber ku tenê tu çavkaniya yekem û dawî ya hemî tirsên me yî. Ku tu tirsê nedî, tirs tune. Ku tu hêviyê nedî, tu hêvê tune. (Mihemed Hemdî Yazîr)

“Ya Rebbê min! Duaya min ji te ye; qebûlkirin û cewaba wê duayê ji te ye Yarebbî! Heke me bi gotinên ne layiqê te xeletî kir, di dua û libergerîna me de, tu wan gotinan rast bike û wan bipejirîne. Ji ber ku tu serwer û sultanê gotinan î.”

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply