Çîroka zavayekî Çînî û bûka wî ya Siûdî û serdana wan a ser gora Mem û Zînê ya li Cizîra Botan

Zavayê Çînî û bûka ji Erebistana Siûdiyê di bin bandora çîroka navdar a Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de, ji Şanghay a Çînê berê xwe dan Cizîra Bakurê Kurdistanê û çûne ser gora Mem û Zînê. Akedemîsyenê Çînî “Neng Dong”, berî 5 salan bûye Misilman û navê xwe wek Nûredîn guhertiye û ligel keça ji Siûdiyê Yumna zewicî ye. Nûredîn, di dema lêkolînên xwe yên akademîk de “Ehmedê Xanî” û berhema wî ya navdar “Mem û Zîn” a bi Kurdî nas dike.

Nûredîn û Yumna ku eşqa xwe dişibînin a Mem û Zînê, bi armanca pîrozkirina yekemîn salvegera zewaca xwe ji bajarê Shanghay a Çînê ji 7 hezar kilometre dûr berê xwe dane warê Mem û Zînê, Cizîra Botan.

Yumna derbarê vê serdana xwe de ragihandiye, “Îro ji bo me rojeke girîng e. Yekemîn salvegera zewaca me ye. Ji ber wê, ev serdan ji bo me girîng û hêja ye.”

Nûredînê li Akademiya Zanistên Civakî ya Shangayê dixebite, biryar daye Mem û Zîna ku pêştir bo bi dehan zimanan hatibû wergerandin, wergerîne Çînî û bo vê armancê du sal in xebatên xwe dimeşîne.

Neng Dong anku Nûredîn xwe dide naskirin û dibêje, “Ez doktor akademîsyen Nûredîn. Ez li ser wergerên edebî kar dikim. Min Mem û Zîna ku orjînala wê bi Kurdî ye, ji tekstên Îngilîzî, Fransî û Tirkî wergerand Çînî. Min xwest beyt bi beyt wateya wê ya orjînal biparêzim.”

Cizîriyên ku Nûredîn û Yumna 2 rojan li mala xwe kirin mêvan, kêfxweşiya xwe li hember xebatên derbarê Mem û Zînê de tînin ziman.

Emin Evret welatiyê Cizîrî dibêje, “Ji Çînê mêvanê me hatibûn. Wek kesekî ji herêmê heta ji destê min hat, min alîkariya wan kir. Wergerandin û nasandina jiyana Ehmedê Xanî û ya Mem û Zînê bo cîhanê, bo me kêfxweşî û serkeftine.”

Yekemîn mesnewiya eşqê ya Mem û Zîn a ku ji 2 hezar 655 beytan pêk tê ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin û sala 1695an hatiye temamkirin, cara yekem sala 1919an li Stenbolê; cara duyem sala 1947an li Helebê û sala 1954an jî li Hewlêrê hatiye çapkirin.

Ev berhema Ehmdê Xanî heta îro bo gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin.

Neng Dong ê Çînî heta niha 2500 beytên Mem û Zînê wergerandine ser zimanê Çînî, piştî temambûna wergerê, vê carê dixwaze Dîwana Melayê Cizîrî ya bi Kurdî jî wergerîne ser Çînî.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply