Cilangî/Tekstîl û Dîroka Wî

Destpêk

Ji însanê ewilî ve heya niha mirovahî hewce dîtiye ku xwe niximîne û hin cihê xwe veşêre. Sedema vê hewcedîtinê jî ew e ku rewşên xwezaya dijwar û talûkeyên derve bûne, hin caran xwe ji germahiyê hin caran ji sermahiyê û hin caran jî ji derbeyan xwe parastiye. Di wê demê de însan vê pêdiviya xwe bi pelên daran dîtiye an jî bi hin giyayan ve kezîyên cur be cur çêkiriye an jî çermê ajalan li xwe kiriye û xwe niximandiye. Em bawer dikin ku ev pêdivî ji însanê ewil ve heta niha heye û dê heta ji însanê dawiyê jî bidome. Ji berku her dem dê bandora rewşên xwezayê li ser însanê hebe, derfetên jiyanê biguhere ango dijwartirbibe, dê mirovahî her dem vê pêdiviyê hewce bibîne. Dibe ku rewşên xwezayê li gorî erdnîgariyê biguhere ango niximandin li gorî kevneşopiya însanan cuda bibe, lê ev jî ji bo niximandina însanan astengek nîn e. Niximandin di nav xwezaya însanê de heye û ew bi vî ewayê xwe ji xwezaya derve diparêze. Herwiha em dikarin bibêjin niximandin li hemberî xwezaya derve têkoşîneke însanê ye.

Ülkelerin Tekstil Tarihi | | Kervancı İplik Tekstil San. ve Tic. A.Ş.

Îro jî însan li gorî tercîha xwe bi hezar cureyên pertalan ve dîsa bi hezar cureyên exşan ve ango bi keziyên cur be cur dikare ji xwe re her ewayê cil bidete dirûtin. Heta serê salên 1900î jî însan diçûn terzîxaneyan û li gorî pîvana bedena xwe cil didane dirûtin. Îro jî ev derfet heye, lêbelê pêşketina teknolojiyê ango bi riya hilberîna fabrîkasyonê êdî çêtirgirtina însanan jî zêdetir bûye. Îro însên diçin maxezayan cilên li gorî xwe diecibînin, li xwe dikin û distînin, belkê jî mirovahî di dîroka xwe de tu car vê rehetiyê nedîtiye. Ev pêşketin û rehetî jî îro bûye sedema mezaxtineke zêde, bêguman bandora reqabetê jî li ser vê bûyerê bandoreke mezin e. Dîsa jî divê mirovahî li gorî pêdiviya xwe mezixîne. Belê me xwest ku di serî de hinek qala hewcedîtina cilangiyê bikin û cudatiya wî ya îro û yê doyîn vebêjin. Niha jî em dixwazin hinek qala dîroka wî bikin û civirîna wî ya di dîrokê de vebêjin. Xwedê hez ke emê serwext bibin.

Civirîna Dîrokî

Cureyê pertalên cilangiyê bi sê ewayê ne. Ev cure:

1- PertalênHonanê,

2- Pertalên Raçandinê,

3- Pertalên Bêraçînk in.

Di vê beşê de em dixwazin pertalên honanê bi dîroka wî re vebêjin, kanê pertalên honanê bi çi ewayê pêk tê.

Sanayi Devriminin Tekstil Sektörüne Etkisi » Bilgiustam

Pertalên Honanê

Honana destan îro jî tê çê kirin. Navgînên honana destan ya bingehîn şîşik e. Li vira ewayê bingehîn, li ser şîşikeke rêzîn a girekan bên çêkirin û ew girek bi alîkariya şîşika din re derbaskirina li ser gireka nû û pişt re gireka berê dîsa têderbaskirina li ser şîşika din û rêzîneke nû çêdibe; herwiha her car rêzîneke nû tê avakirin û bi vî ewayê pertalek derdikeve holê.

Du heb şîşik li hemberî hev tê tevgerandin û qasek ta di navgireka ewilî de tê derbazkirin û her wiha ji van girekan rûbarekî pertalê pêk tê.

Osmanlı Devleti El Emeğinden Makineleşmeye - Bilgi Al

Dîroka Pertalên Honanê

Dema ku em li dîroka cilangiyê mêze dikin, dide nîşan ku çêkirina tayê, çêkirina pertalên raçandinê û ewayên wê berê mîladê ve di salên 5000- 6000an de dest pê kiriye. Dema ku li ser beşa honanê çavkaniyên ewilî bên lêkolînkirin berhemên honanê ku bi destan hatiye çêkirin û hem jî berhemên nivîskî hene. Berê mîladê di sedsala 8an de ji aliyê helbestkarê Yewnanê Heseidos ve rûpişteke pêlavê ya ku bi mûyê ajalek hatiye çêkirin, di nîvîsa xwe de qise dike. Lêkolanên ku li Misirê hatine kirin jî, piştê mîladê di sedsala 3-6an de goreyên honanê hatine dîtin.

Wek mînak dîsa li Elmanyayê ji bo dêra Buksdehuderra, ji aliyê wênesaz Bertram ve wêneyek hatiye çêkirin. Di nav vê wêneyê de di destê Hz. Meryem de çar heb şîşik xuya dike, ew bi van şîşikan ji bo Hz. Îsa’yî re ku li cem wê rûniştiye, cilekors dike

Di sala 1488an de li Îngiltereyê di navbera civaka xizan de bikaranîna goreyên honanê û serpoşên honanê pir zêde bûn. Sala 1500an de jî dîsa ji aliyê wênesaz Stoss ve di wêneyeke olî de Hz. Meryem bi derziyekî çarguh girekên fireh pêk tîne. Di sedsala 14an de girava Jersesa ku li ser behra Manşê ye, hin jinên ku li vira jiyane ji hevserên xwe re cilên hirî kors kirine. Ev jî dide nîşan ku cilên honanê piştî sedsala 14an ve piranî hatine hilberîn.

Dema ku destpêkirina honanê ji aliyê teknolojiyê ve bê lêkolînkirin, di sala 1589an de ji aliyê zilamek Îngilizî bi navê Wîllîam Lee ve makîneyek hatiye çê kirin. Ev makîne li gorî honana destan şeş car zêdetir û lezgîntir kariye girekan çê bike. Rûbarên ku ewilî li ser vê makînê pêk hatiye, rexên wan hatine dirûtin gore hatine çêkirin.

 

Wîllîam Lee îcada xwe ya ewilîn pêş xistiye û makîneyek nû çêkiriye û kariye bi vî makîna nû, goreyên hevrişîm çê bike. Goreyên ewilîn ku di vê makînê de hatiye çêkirin, ji Qralîçe Elîzabeth re hatiye diyarî kirin. Ev bûyer di pirtûkên dîrokê de wiha jî hatiye nivîsandin ku Qralîçe Elîzabeth van goreyan pir ecibandiye û gotiye: “Ji ber ku ev gore weka goreyên hirî acizker nîne li ser bedenê xweş disekine û însanê aciz jî nake.”

Di sedsala 17an de li Ewropayê goreyên hevrişîm di nav civakê de bibû moda. Ji ber ku bikaranîna van goreyan di nav civakê de belav bibû, êdî pertalên honanê pir zêde hate girtin û xwestina van pertalan pir zêde bûn. Herwiha xebatên li ser makîneyan û li ser hilberîna lezgîn jî, rojbiroj zêdetir bûn. Di sala 1758an de makîneya pilaqeyên bi cot ên ewilîn, ji aliyê Jededîah Strûtt ve hatiye çê kirin. Di sala 1789an de Decroîx Wîse jî li Fransayê makîneya honanê ya gilover ava kiriye. Bi alîkariya vê makineyê bi hin guherandinên teknîkî re êdî hilberîn lezgîntir bûye.

 

Di navbera van îcadan de pir zêde pêşketin hene, lêbelê ev pêşketin û keşfên ku me diyar kirin, bingeha hemû dîtinan pêk tînin û hemû dîtinên pişt re li ser van û bi riya van de hatine çêkirin. Di dawiyê di sala 1963an de ji aliyê fîrmayek li ser makineyên honanê, teknolojiya elektronîkê jî hate sepandin. Piştî vê bûyerê êdî hilberîna lezgîn dest ê kir. Îro goreyên em diwergirin, iras û hemû binkincên me, tetik, erpoş, t-shirt, sweatshirt, kincê jinan û wek kincê werzîşê rehet ku tê bikaranîn, bi riya honanê li ser van makîneyan pêk tê.

 

ÇAVKANÎ:

1.Weşanên Sûmerbanqê 2.Kovara Mensûcatê

3.Dîroka Cilangîyê (Weşanên Zanîngeha Marmarayê)

 

Kovara Pêngavê – Hejmara 6ê

Nivîskar: Denghat Bîrhat

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply