Charlie û Febrîqeya Çîkolatan êdî bi Kurdî (Kurmancî) ye

Romana Roald Dahl a Charlie and the Chocolate Factory li kurdî hat wergerandin. Pirtûka ku heta niha li 60 zimanî zêdetir hatiye wergerandin êdî bi kurdî(Kurmancî) ye jî.

Wergera ji îngilîzî ji aliyê Aydin Rengîn ve weke  “Charlie û Febrîqeya Çiqolatan” hatiye kirin.

Aydin Rengîn ji bilî vê pirtûkê heta niha ji îngilîzî bo kurdî(Kurmancî) pirtûkên mîna Komediya Mirovahiyê ya William Saroyan û Ji Hejariyê Berev Dewlemendiyê ya Marc Swanepoel jî wergerandiye.  Wekî din di gelek kovaran de jî wergera çîrok û gotar û helbestan dike.

Çîroka Charlie, zarokan ji vê dinyaya gewrik û xapînok bi firînê dixe û mezinan jî li nava febrîqeya çîkolatayan digerîne ku hinek ji çîkolatayan jî tehm bikin. Di vê çîrokê de Charlie bi dê û bav û her du bapîr û dapîrên xwe re li qiraxa bajerekî mezin di nava xanîyekî textîn ê biçûk de dijîn. Ew xizan in. Charlie li ser çîkolatayê mirî ye. Lê ma çi fêde pereyên wî yên ku çîkolatayê bikire nînin. Salê carekê bi pereyên ku berhev kirine çîkolata dikire. Li vî bajarê mezin febrîqeyeke çîkolatan ku ji mala wan jî xuya dike heye. Di cîhanê de çîkolatayên herî navdar çêdike. Rojekê xwediyê vê febrîqeyê Wonka dibêje ku ew pêşbaziyekê li dar bixe û piştre jî ew ê warisekî ji xwe re bineqîne ku vê împeretoriyê dewrî wî bike. Ew jî bi hêvî ye ku bîleta wî ya zêrîn lêxîne.Belkî weke Charlie û malbata wî ya belengaz, Willy Wonka Begê we hînî hemû sirên çêkirina çîkolatayan jî bike. Heke hûn libeke kakaoyê tehm bikin dibe ku weke Ompa Lompayan li we bê. Bi wergera çak ya Aydin Rengîn.

Ji bo jiyan hineki ji we re û ji hezkiriyên we re çêj û tehma çîkolatan bide hîskirin  pirtûka Charlie û Febrîqeya Çîkolatan ji malperên pirtukfiroşan karin peyda bikin.

Ji ber xebata Kurdî em wekî Malpera Çandnamê mamoste Aydin Rengîn pîroz dikin…

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply