Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be

Celadet Alî Bedirxan, 15ê Gulana 1932yan li Şamê kovara Hawarê bi tîpên latînî derxist û ev gav, bû destpêka alfebaya nû ya kurdî. Ji ber giringîya vê rojê ji sala 2006an vir ve 15ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Digel ku zimanê me bi salan hatiye qedexekirin û bi zordestiyê re rû bi rû hatiye hiştin, lê dîsa jî axaftina me ya em îro dikin jî hêjayî teqdîrê ye. Lê divê bê zanîn ku ji bo zimanek hebûna xwe bidomîne divê li her derê bê axaftin; pêşiyê mirov ji xwe dest pê bike, piştre  mala xwe bike xwendingeh û zimanê xwe li derdorê belav bike da ku di kûrahiya hişê nifşên nû de kok vede.

Wekî her gelî Kurd jî divê zimanê xwe ne bi awayekî zimanê bijarte, berevajî vê ji dibistana destpêkê heya zanîngehê wekî zimanê perwerdeya dersan bibîne û bi zimanê zikmakî perwerde bibe. Ev daxwazên sirûştî jî divê bi rêya makezagonê bê parastin.

Em bi vê mebestê û van daxwazan 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply