Ziman

Ji Komeleya Nûbiharê Qursên Kurdî yê Online

Komeleya Nûbiharê di malpera xwe de diyar kiriye ku; yên bixwazin Qursa Zimanê Kurdî (Zazakî-Kurmancî)heya 23/04/2020an de qeyda xwe çê bikin. Daxuyaniya Komeleya Nûbiharê Kesên dixwazin beşdarî qursan bibin divê herî dereng di heta 23/04/2020an da qeyda xwe ser we formê temam bike. Emê ji bo qursan bernama ZOOMê bi …

Read More »

“Bûbû” yan “bibû”?

Mirov di tekstên kurdî de – hem yên kurmancî û hem jî yên soranî – herdu formên ”bûbû” û ”bibû” dibîne. Ew herdu jî bi eynî maneyê tên bikaranîn. Lê gelo kîjan ji wan rast e? Yan jî herdu rast in? Heke herdu rast bin, em kîjan wek forma standard bibijêrin? …

Read More »

DIHOK Û DIHÊN DIN

Dihok an Duhok sêyem bajarê herî mezin yê Başûrê Kurdistanê, paytextê parêzgeha Dihokê û mezintirîn bajarê kurmancîaxiv yê devera Behdînan anku herêma kurmancîaxiv ya Başûrê Kurdistanê ye. Serjimêrî anku gelhe yan nifûsa wê niha bi esehî nayê zanîn lê nêzîkî yan zêdeyî milyonekê ye. Ji ber mezinahî û delaliya wê, …

Read More »

Zimanê nebû zimanê zarokên me

Berê di nav mala me de bû, li derve, li kuçê, li sûkê, li bazarê em pê dipeyivîn û me jiyana xwe pê dimeşand. Danûsatandina me, axaftina me, bazara me,  dostanî û dijmintiya me, şer û pevçûna me, aşbûn û li hev hatina me bi zimanê Kurdî yê şêrîn bû. …

Read More »

Pêşxistina Ziman

Serpêhatî, bûyer û nêrînên ku civakê di kûrahiya dîrokê de destxistîn û jiyankirîn bi rêya ziman ji nifşên nû re tên veguhestin. Ziman di nava demê de raman, gotin, hest û çanda civakê bi awayekî devkî û rêk û pêk vediguhesîne pêşerojê û berdewamiya civakê pêktîne. Dîsa em dikarin bêjin …

Read More »

Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin

Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin. Mesela, Rênas Jiyanî gotiye “Xwedê û wext xelet hatiYe xitimkirin.” Li gorî qeydeyên kurmancî (zazakî jî her wisa) fiîl li gorî xisûsîyeta obje yan subjeya ku lê tesîr dike tê kişandin. Bo nimûne, kurmanc dibêjin “Ga hatiYe dizîn. Bizin hatiYe dizîn.” …

Read More »

Roja zimanê zikmakî û zimanê kurdî

Dewlemendiya her zimanekî bi kevnariya çanda civakê ve girêdayî ye. Lê divê bêjim ku ew civakên ku bêdewlet bûne nekarîne biqasî ku pêwîst be baxçê zimanê xwe rengîntir û dewlemendtir bikin. Gelek ji wan civakan têk çûn û îro em tenê di muzeyan da dikarin şûnewarên hinek miletan peyda bikin …

Read More »

Yan Ziman Yan Goristan

Çi civateke li jiyanê ku ne xwediyê ziman, çand, tore, dirok û warekî be, ew civat goristaneke bê kêlik e. Lê belê eger ew civat xwediyê ziman, çand, tore û dirokekê be, lê wan bi kar nayne û warê xwe jî naparêze, ew civat goristaneke bi kêlik e. Lê eger …

Read More »

Resma mêvandarîya Kurmancîyê

Wekî dizanin tenê heyveka erdê ya me heye û bi şev û rojan di dora wê da digere. Lê lêkerên me ya di nav hevokan da du heyvên wan hene berkar û ya din kirar. Ew du heyv di dora lêkeran da digerin û di her demê da form an …

Read More »

Roja Zimanê Zikmakî

Di sala 1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanan bigire, li hemberî zext û hewildanên tunekirina zimanan, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî îlan kir.  Ziman bêşeke girîng ya nasname û kesayetiya mirovan e. Ziman ji şertên bingehîn yê netewbûnê ya gelan e. Ew kilîta deriyê …

Read More »