Li vir ji cînavkan zêdetir ez dixwazim balê bikişînim ser mijara piştî qedandina peyvekê ya ku li gorî zayend û mêjerê bi dengdêrê diqede dibin ‘’yê (yekjimar nêr), ya (yekjimar mê), yên (pirjimar’’ û bi dengdarê biqede jî dibin ‘’a (yekjimar mê), ê (yekjimar nêr), ên (pirjimar)’’ . Bi gotineke din dema ku tîpa peyvekê bi dengdêrê biqede tîpa kelijandinê ‘’y’’ digire. Ji bo ku mijar zelal bibe, em dikarin çend mînakan rêz bikin.
Peyvên ku bi dengdêrê diqedin ‘’ya (yekjimar mê)’’ digirin.
Mînak:
Meta Zozanê ya li Amedê bûye bijîşk.
Mala me ya li gund ji ya bajêr xweştir e.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her sal şahiya zimanê kurdî li dar dixe.
Tu wê bênûsa reş a li ser masê bide min.
Bêrîvan Xwendekara min a herî zîrek e.
Birayê te yê mezin çavşîn e.
Kurê apê wî yê biçûk bûye parêzer.
Ev bivir ê we ye.
Ev birek ê wan e.
Ez ji nanê te yê sêlê pir hez dikim.
Darên ku we birîne yên me ne.
Ew dar ên wan in.
Pezên han ên vî ne.