Siyaset qûmar bû Dinya maseyek qûmarê bû Dinya alem ji xwe re bi vê qûmarê dileyîstin Li ser maseya qûmarê hemû cûre millet rûniştibûn. Tirk, Ereb, Fars, Ûris, û hwd.. Li ser her tiştê min dileyîstin. Nirx, ax, gund û bajar. Hema her tiştên min yên li sererd û binerd.. Ew bi kelecan ji xwe re dileyîstin, Û ya herî …
Îlon, 2019
-
2 Îlon
Yekîtî / Ronî Aram
Netew yek e, birîn yek e, êş yek e. Welat yek e, ew ne milkê kesek e. Kurdino rabin, xebat bikin, bi kurmancî. Ji bo vê ye ew qas jan û axîn û sancî. Bi zazakî, bi soranî, bi goranî. Bi loranî, bi toranî, bi hewremanî. Bi her devok û her şêweyên vî zimanî. Biaxivin, binivîsin, fêr bibin tev bi …
-
1 Îlon
Dilê Şikestî / Ronî Aram
Eger ji vê eşa dil ez rizgar bibim Ez hew carek din evîndar dibim Ku min bizanîbûya min dil ne dida Îro polî poşman min li xwe ne dida Ez hew dilê xwe êdî didime kesî Ez bawer nakim ji sozên tu kesî Ji destê yar, min derba xwe xwar Çi qas bigirîm û ez bikim hewar Feyda nakin ev …
Tebax, 2019
-
15 Tebax
Azîzko û Muzîka Wî
Ji bo xebatên hêja, muzîkek bi qalîte û bi zewq divê her tişt ji dil were. Gava dil bi eşq dest biavêje muzîkê wê demê hemû cîhan li ber çavan xweş û geş dibe. Yek ji wan hunermendên hêja, bi qalîte, bi zewq û muzîka xwe ji dil dike Azîzko ye. Meriv bi dengê wî yê rengîn sermest dibe. Gava …
-
10 Tebax
Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin
Gotinek wiha hebû: “Huner karê Arîstokrat û elîta ye.” Bi rastî jî wexta meriv li dîrokê dinêre hunermendên ji nava gel derketî li gorî yên elît pir kêm in û bi piranî karê hunerê di destên dewlemendan de bû. Heta cihekî ez jî li ser wê fikrê bûm lê niha difikirim ku ew fikir di hundirê xwe de şaşîyan dihewîne. …
-
9 Tebax
Birayê Xayîn
Demek hebu du bira, Herdu rabun li wira. Herdu kolan erd û ax, Ji bona qesr û qonax. Bawerî bi hev anîn, Bo xanî bingeh danîn. Nerm kirin kils û herî, Kevir anîn berderî. Tev xebitîn jin û mèr Ji bilè ewè bè xèr. Mîna gayekè zexel Wî çav berda bu mexel. Bè dengî li bendè bu, Xebat ne …
Tîrmeh, 2019
-
10 Tîrmeh
Çîroka Şêr û Gur -1
Hebû tune bû, zemanekî di daristanekê, şêran desthilatdariya xwe ya daristanê winda kirîbûn, desthilatdarî ketibû destê guran. Desthilatdariya guran, her tim ji şêniyên daristanê re ev tişt digotin: Gelê heywan û ajalan; hinek şêr, plangeriyê dikin ku dîsa bêne li ser textê xwe. Hûn jî zanin ku, dema şêr hatin li ser textê xwe, dîsa dê zilmê li we bikin …
-
3 Tîrmeh
Zimannas Elî Paksirêşt: Kurdên soran kar dikin û yên kurmanc jî tenê sloganan didin
Metirsiya li ser kurdî roj bi roj zêde dibe. Pisporên zimên di wê baweriyê da ne heger zarok bi zimanê dayika xwe perwerde nebin wî zimanê ji bîr dikin. Ligel kemûkurtiyan niha perwerdeya bi kurdîya kurmanciyê li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê heye. Lêbelê hîn ew derfet li Bakurê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tuneye. Di warê geşedan ziman û …
-
3 Tîrmeh
Roşan Lezgîn: “Kurmancî kirin kurdî, kirdî kirin zazakî!”
Hevpeyvîn: Rojbîn Özkan Ezbenî cenabê te bi xebatên xwe yên bi zazakî tê naskirin. Em dibêjin “zazakî”, lê ev zarava bi navên “kirdkî, kirmanckî û dimilî” jî tê nasîn. Sedemên van navên cuda çi ne? Ne ku tenê em, gelek grûbên civakî, gelek milet û ziman hene ku bi çend navên cihê têne binavkirin, eybek têde tune ye. Mesela, soranên …
-
2 Tîrmeh
Estanika Keçelekî
Cayêk bi, cayêk çinê bi. Yew dewe de merdimêk û cinîye xwu bî. Bi miqatkerdişê heywanî û ramitişê xeleyî debara xwu kerdêne. Tam yew aîleyî dewe bî. Gedeyê înan hema çinê bî. Mêrik şono hêgayê xwu rameno, paleyî keno. Xeleyê xwu benê arêye de tehnenê. Tim nanê xeleyî wenê. Cinî zî heywanan miqat kena û şit doşena. Mêrik wexto şono …