Çîroka Şêr û Gur -1

Hebû tune bû, zemanekî di daristanekê, şêran desthilatdariya xwe ya daristanê winda kirîbûn, desthilatdarî ketibû destê guran.

Desthilatdariya guran, her tim ji şêniyên daristanê re ev tişt digotin: Gelê heywan û ajalan; hinek şêr, plangeriyê dikin ku dîsa bêne li ser textê xwe. Hûn jî zanin ku, dema şêr hatin li ser textê xwe, dîsa dê zilmê li we bikin û rojên reş û tarî dîsa li we vegerin.

Jixwe piştî têkçûyîna şêran, gur bûbûn serdestê daristanê, ber wê çendê nedixwestin çi awayî dîsa şêr bibin serdest û rêveber. Guran hemû tedbîrên xwe girtibûn, rêveberiyeke pir hêz damezirandibûn. Her çi qas di rêvebiriyê de, di cihên girîng û bilind de gur hatibûn peywirdarkirin jî, dîsa jî, ji bo piştgiriya heywan û ajalên dî jî, di rêveberiyê de hinek cihên pasîf ji wan re cuda kirîbûn. Her çi qas guran gelek xwesti be jî, bila piling jî di nav rêveberiya wan de cih bigire jî, lê pilingên daristanê biryar dabûn û gotibûn;

“Em her çi qas, pişta şêran nebin jî, lê em li dijmintiyê ji şêran jî nakin, ber wê çendê em naxwazin di nav desthilatdariya guran cih bigrin.”

Heta niha şêran, li hemberî rêveberiya guran çend caran serhildan kiribin jî hemû serhildan ji aliyê hêzên ewlehiya desthilatdariya guran û piştgiriya heywanên dî û hinek şêrên xayîn ve têk biribûn. Gelek caran dema şêrekê plana serhildanê kiriba, di nav tevgera wî de hinek şêran xayîntî dikirin û ji bo guran agahiyên xefî dibirin. Ber wê çendê şêran hêj plana xwe seranser temam nekirî, hêzên desthilatdariyê erîşî ser wan dikirin û tevgera wan belav dikirin û yên ku rêveberiya wê tevgerê kirî jî dikuştin û goştên wan jî didan kuçik û rovîyan. Rojekê tiştek tê hişê şêrekê û dibeje;

“Gelo em ji pilingan piştgiriyê bixwazin, bi wan re em hêzekê saz bikin û desthilatdariya guran hilweşînin?

Bi rastî ev fikir ji hêla gelek şêran ve hate pejirandin. Çûnkî pilingan, gur heznedikirin û reveberitiya wan jî pir aciz dibûn. Lê wan jî dixwest ku eger rêveberiyeke nû bê damezirandin hewceye ew jî di nav wê rêveberiyê de bin û xwedî soz bin. Bi vî awayî di nav piling û şêran de çend rojan mûzakere hatin kirin û di dawiya dawî de, gihîştin encamekê û hevpeymanek îmze kirin. Li gorî wê hevpeymaniyê;

Tevgera nû, gere bi du serokan ve saz bibe, yek ji şêran be, yek jî ji pilingan be. Bi vî awayî rêxistineke nû avakirin û destpê bi xebatê kirin. Xebatên wan pir baş derbas dibûn û di demeke kin de rêxistina wan pir bi hêz bâbû. Çûnkî gelek heywanên din jî beşdarê rêxistina wan bûbûn. Agahiya rêveberiya guran bi vê tevgerê çêbibû lê dîsa jî ev tevgera nû pir cidî nedidîtin, çûnkî guran digot;

Ev tevgera du serî

Naçe seranserî

Piling û şêr hev nakin

Dê mala xwe xirab bikin

Jixwe dê demek nêz de

Şêr û piling dê kevin pêsîra hev.

 

Lê wisan nebû, di demeke kin de hejmara nûnerên tevgera nû, ya piling û şêran gihaşti bû asteke bilind. Rojekîê bi riya qasidekê, xeber şandin desthildariya guran, di nameya xwe de bi kurtasî gotibûn;

“Me tevgereke nû ava kiriye û em naxwazin di navbera me de şer çêbibe, xwîn bê rijandin û kesek bê kuştin. Eger hûn bi awayekî camêrkî desthilatdariya xwe bihêlin û biçin em ê jî dîsa bên li ser texta xwe. Em şêr û piling, em ê desthilatdariyeke nû û bi sîstemeke nûjen daristanê rêve bibin.

Lê revebertiya guran, bersiveke erênî ne da şêr û pilingan. Ber wê çendê, şêr û piling neçar man û di nava çend rojan paş de şer û pevçûnan dest pê kir. Bi dehan rojan şer û pevçûnan dewam kir. Di dawiya şerî de jî gur bi ser biketin, şêr û piling têk çûn. Gelek şêr û pilingan jiyana xwe ji dest da bûn, bi giştî jî yên mirî şêr bûn, yani şêran di encama vî şerî de du caran mexlûb bibûn. Çûnkî rêvebertiya guran bi heman hêzên xwe ve eriş kirîbûn, pilingan jî di gada şerî de şêr tenê hêla bûn û reviyabûn. Ber vê yekî jî şêr bêhêz mabûn, her çi qas şêran wek şêran ber xwe dabûn, tekoş kiribin jî, dîsa jî nekarîbûn di vî şerî de ser bikevin. Di dawiya dawî de gelek şêran jiyana xwe ji dest dabûn, gelek şêr hatibûn dîl girtin û yên mayî jî bi birînê xwe ve vegeriyabûn malên xwe.

 

Bedreddînê WANÎ

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply