Agahî-Nûçe

Selîm Berekat Max Jacob navdewletî ya Max Jacob wergirt

Nivîskarê Kurd Selîm Berekat xelata navdewletî ya Max Jacob wergirt. Selîm Berekat ev xelata edebî li ser çend berhemên xwe bi hevbeşî ligel du nivîskarên din wergirt. Berekat di cîhana edebiyata erebî û cîhanî de navekî xuya û naskirî ye û gelek berhemên wî yên bi navûdeng hene wek: Leşkergehên Hemdemiyê, Miriyên Sade, Herdu Jiyanname, Quling, Yezdan, Dîwan û Nêrgiz …

Bêhtir »

Rojnamegerê kurd xelata rojnamegeriya lêkolînerî girt

Rojnamegerê kurd Bêhrûz Boçanî(Behrouz Boochani) bi xebata xwe ya li ser koçberê li ser behra li Avustralyayê ku wî rewşa wan belge kir xelat girt. Bi vê belgekirinê rojnameger Boçanî xelata rojnamegeriya lêkolînerî ya Anna Politkovskaya girt. Oranîzatorên xelatê sedema xelatdayîna ji bo rojnamegerê kurd wisa gotine: “Mijara ku bi taybetî tê veşartin wî raxistiye ber çavan.” Par ‘No Friend’ …

Bêhtir »

Çalakvana Kurd Nadya Murad bi Nobelê hat xelatkirin

Çalakvana Kurd a Êzdî Nadya Murad, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bibû xelata Nobelê ya Aştiyê ji bo sala 2018an wergirt. Nadya Murad, jidayikbûya sala 1993an e, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarokê Şingalê ket destê çekdarên DAIŞê, Nadya wek gellek keçên êzîdî hat revandin û pişt re di roja 14/9/2014an de ji destê DAIŞê …

Bêhtir »

Yarsan

Yarsan »Yarî / Ehlê heq / Kakeyî« yek ji kevintirîn olên kurdan e. Ev ol hêj berî îslamê hebûye û hinek wê wek oleka ji mîtraniyê çeqdayî dibînin, lê ew ji bo xweparastinê di nav misilmanan de bû wek rêbazeka sofîniyê yan terîqeteka derwîşiyê. Elî kurê ebû Talibî li ser dewrê îslamê bi xudêyê Yarsaniyan yê yekê têt nas kirin …

Bêhtir »

Rapora xebata roja 3ê û 4 ya Kongireya 84 a PEN International, Pune Hindustan

  Di roja 3 yê ya kongireya PENa Navneteweyî de, Civata Giştî serok û endamên Desteya Birêveber û endamên Komîteya Lêkolînê hilbijartin. Ji bo serokatiya PENê, carek din Jeniffer Clement hate hilbijartin. Berendamê kurd yê Desteya Birêveber Burhan Sönmez û berendamê Komîteya Lêkolînê, rojnamevanê Basque yê dostê kurd Urtzi Urrutikoetxea ku ji aliyê PENa kurd ve hatibû pêşniyar kirin bi …

Bêhtir »

Rapora Xebata Roja 1ê ya Kongireya 84 a PEN International, Pune Hindustan

Kongireya 84 a PEN International, roja 25.09.2018 li bajarê Pune, ciyê ji dayîkbûna rêberê efsaneyî yê Hindistanê, Mahatma Gandhi destpê kir û biryare heya roja 29ê mehê berdewam be. Şanda Navenda PENa Kurd, ku pêk hatibû ji hevseroka PENa Kurd, Dr. Bêrîvan Dosky û endamê PENê Abdullah Hicab di kongireya îsal de beşdar bûn. Di roja yekê ya rûniştinên kongireyê …

Bêhtir »

Fuara Pirtûkan Destpê Kir

Çandname – Ji aliyê “TÜYAP Tüm Fuarcılık Yapım A.Ş.” û bi arikariya “Yekîtiya Weşangerên Li Tirkiyê” li Diyarbekirê şeşêm fuara pirtûkan tê lidarxistin. Fuara pirtûkan 25ê îlonê roja sêşembê dest pê dike û di 30ê îlonê roja yekşemê de bidawî dibe. Fuar li Navenda Fuar û Kongreyan a TÜYAPê tê li darxistin. Ev fuar ji ber ku li Diyarbekirê tê …

Bêhtir »

Nivîskarê Kurd bi video dengê xwe gihande rewşenbîrên Awûstralyayê

Nivîskarê ji Rojhilatê Kurdistanê Behroz Bûçanî, ku li kampeke pebanran tê girtin, ji bo Festîvala Nivîskaran a Melborn a Awûstralyayê gotareke bi vîdeoyî amade kir.   Biryare roja 29ê Tebaxê li bajarê Melborn a Awûstralyayê Festîvala Nivîskaran were sazkirin. Nivîskarê Kurd Behroz Bûçanî, ji ber nikare beşdarî festîvalê bibe bi rêya video gotarek amade kir û ji festîvalê re şand. …

Bêhtir »