Selîm Berekat Max Jacob navdewletî ya Max Jacob wergirt

Nivîskarê Kurd Selîm Berekat xelata navdewletî ya Max Jacob wergirt. Selîm Berekat ev xelata edebî li ser çend berhemên xwe bi hevbeşî ligel du nivîskarên din wergirt.

Berekat di cîhana edebiyata erebî û cîhanî de navekî xuya û naskirî ye û gelek berhemên wî yên bi navûdeng hene wek: Leşkergehên Hemdemiyê, Miriyên Sade, Herdu Jiyanname, Quling, Yezdan, Dîwan û Nêrgiz û gelek berhemên din.

Helbestvan û romannivîsê Kurd ê Erebînivîs ê navdar Selîm Berekat xelata Max Jacob a sala 2018an wergirt. Selîm Berekat ev xelat wergirt li ser hinek berhemên xwe wek: “Dîwana Sûriyê û Çend Helbestên Din” û romana jiyannameyê ya Kuliya Hesinî û romanên Feqiyên Tarîtiyê û Perîkê ku ji bo zimanê fransî hatine wergerandin. Xelata Max Jacob a sala 2018an bi hevbeşî bû û li ser sê kesan hat parvekirin ku ew jî Selîm Berekat û Mîşêl Fank û Byatrîs Du Jêrkê bûn.

Xelata edebî ya Max Jacob xelateke wêjeyî ya salane ye ku di sala 1950î de ji aliyê kesayetî û dewlemendê fransî Florence Frank Jay Gould ve hat damezrandin. Her sal di çarîka yekem a salê de Xelata Max Jacob dibe para berhemeke helbestan a fransî yan berhemên biyanî yên ji bo zimanê fransî tên wergerandin. Ji sala 1950î ve û heta niha ev xelat gihîştiye gelek edîb û torevanên mezin wek: Pierre Oster, Alain Bosquet, Jean-Claude Renard, Selah Stêtiê, Adonîs û Îsa Mexlû û gelek kesên din.

Max Jacob ku xelat bi navê wî tê dayîn, helbestvan û nivîskarekî fransî yê bi navûdeng bû ku di sala 1876an de ji dayik bû û di sala 1944an de wefat kir. Jacob di berhemên xwe de sembolîzm û surealîzmê bi hev ve girêdide. Ew afirînerê gelek helbest û roman û tabloyên hunerî yên qeşeng e. Di sala 1944an de Max Jacob ji aliyê Polîsên Nihênî yên Naziyên Almanyayê (Gestapo) ve hat girtin û jiyana xwe ji dest da.

Wergirê Xelata Max Jacob ya 2018an Selîm Berekat di sala 1951ê de li gundê Mûsêsanayê yê ser bi bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 1970yî de ji bo xwendina Wêjeya Erebî çû Şamê, salekê li wir ma û piştre berê xwe da Beyrûta paytexta Libnanê û yekem pirtûka xwe ya helbestan li wir weşand.

Di sala 1982an de Selîm Berekat çû Qibrisê û heta sala 1999an li wir jiya û di wê salê de çû Swêdê û heta niha jiyana xwe li Swêdê berdewam dike. Berhemên Berekat xwedî asteke pir bilind in û zimanê wî pir zehmet û dijwar e. Jiyana gelê Kurd, êş û bêtarên Kurdan mijarên sereke yên piraniya helbest û romanê wî ne.

Hewlêr (Rûdaw)

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply