Ziman

Milet bi ziman dibe milet û ziman jî civak bi têkiliyên jiyanê kar û keda rojane dewlemend dibe û hîngê ziman dibe zimanê bazarê, teknolojiyê û aboriyê, tendirûstiyê û pîskolojiya civakê re dibe çareseriya derûnî, di  tevahî qadan de dibe zimanê axaftinê.

Ziman di bedena mirovan de lebata herî girînge û bêşîga derê tevahî tarîfa bedenê û dengê nasîna jiyana mirovan û her waha nasîna gel û xaka ku lê dijîn bi ziman terîf dibe û nav lêdibe.

Mirov dema xwarinê dixwe berê ku loqma ku di devê xwe de daqurtîne, tema xwarinê bi ziman kifşe dibe û ger ku ziman tema xwarinê bi aşxana bedenê (mide) nede qebûl kirin nikare loqma devê xwe de daqurtîne û dema bê daxwezî daqurtîne jî bi qasê çend xulekan dûra vedirişe.

Di cîhanê de çiqasa fêkî henin tema qet tu fêkiyek ne wekî hevin, terîfa tema tevahî fêkiyan û navê fêkiyan bi ziman tête terîf kirin û darên fêkiyan bi nasnama fekiyan navê fekî û daran lêtê bi nav kirin.

Tevahî cihanê de çiqasa qewm an jî milet henin terîfa tevan bi ziman tête terîfkirin û navê nasnama kîjan qewmêye anjî dewlete bi ziman tête nasîn.

Gora terîfa ayeta Quranê sureyê Rum ayeta 22yan, Xweda cc ji bona tevahî miletan ango qewman bu zimanan daya terîf kirin û lewra afirder Xweda cc ku tarîfa zimanan bi sifatê Xweda cc kifşe kiriye.

Di ayetekî din de jî di surey Hucuret ayeta 13an de terîfa qewma ji bo hev fembikin û li gel hev bijîn terîfa nasnama qewma terîf kiriye.

Mirov dema li gerdûnî dinirxîne û terîfa tevahî heyînên di gerdûnî de bi ziman tête terîf kirin. Navê herema çiyan deşt û giha gul dar daristan, mêrg zevî çolistan av û derya çem û tevahî sirûşt/xweza navê tevan bi ziman tête terîf kirin.

Di sedsala 21ê de û di tevahî cihanê de 60/70 mîlyon civaka miletê kurd henin û hîna zimanê milet qedexe ye û nasnama wan tînin û xaka welat dagir kiriye.

Tevahî rêxistin kesayetî rewşenbîr û siyasetmedar humermend û nivîskar sazî bila bi ziman ê xwe xwedî derkevin û bi zarokê xwe re kurdî biaxivin, nivîs û weşana bi kurdî parve bikin.

Ger armanca tevahî kesên ku xwe di çerçoveya ku zanistin, rewşenbîrin, hunermendin, pêşengin, rêveberin û rêxistinin partî û sazî, şiyara wan bi kurdî be, civak xwe bi gora pêşeng û siyaseta rêxistinan bi nirx dikin û tesîra jiyana rojane bi kurdî dibe pêşeng.

Milet bi ziman dibe milet û ziman jî civak bi têkiliyên jiyanê kar û keda rojane dewlemend dibe û hîngê ziman dibe zimanê bazarê, teknolojiyê û aboriyê, tendirûstiyê û pîskolojiya civakê re dibe çareseriya derûnî, di  tevahî qadan de dibe zimanê axaftinê.

Behçet Ateş: 20-02-2024

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply